Di doza Temer Temel de daxwaza bultena sor hate redkirin

Parve bike:

ŞIRNEX - Di danişîna doza Temer Temel de ku di 7’ê Gulana 2023’yan de li Elkê hatibû kuştin, parêzeran xwest ji bo girtina faîlan bultena sor were derxistin lê ev daxwaz hate redkirin. 

 
Welatiyê bi navê Temer Temel ê 50 salî, di 7’ê Gulana sala 2023’yan de li gundê Setkarê yê navçeya Elkê ya Şirnexê di encama êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Danişînda doza têkildarî kuştina Temel, li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hate lidarxistin. Lezgîn temel, Îskender Temel û Hakki Temel ku piştî girtinê hatibûn berdan, biryara beraeta wan li îstînafê hatibû btalkirin û der heqê wan de biryara girtinê hatiye dayin, tev li danişînê nebûn. Wekîla DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez jî danişîn şopand. 
 
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Di danişînê de parêzerên bersûcan, negirtina miwekîlên xwe parast, gotin ku beriya niha beraet kirine û xwestin darizandin li ser parastinên wan ên nivîskî bidome. Parêzerê bersûc Îskender Temel, Mesût Gerez îdia kir ku pêşnûmepirsa wekîlên DEM Partiyê daye Meclisê li dijî Destûra Bingehîn e û bandorê li darizandinê dike. 
 
Kurê Temer Temel, Serkan Temel jî got: “Biryar çi dibe bila bibe, ev yek dê rastiya ku ev bersûc kujer in neguherîne. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Zû yan jî dereng dê edalet teqez pêk were.” 
 
Birayê Temer Temel, Şefîk Temel jî anî ziman ku êşa wan ev 3 sal in didome û wiha got: “Em kujeran nas dikin. Bila her kes destê xwe deyne ser wijdana xwe. Weke malbat em di rewşekî zehmet de ne. Bila edalet pêk were. Tu îfadeyên bersûcan hev nagirin. Êdî malbatê ji vê îşkenceyê xelas bikin.” 
 
Parêzer Serkan Karakaş jî xwest ku bersûc tavilê bên girtin û ji bo girtina wan der heqê wan de biryara Interpolê û bultena sor were dayin. 
 
Dadgehê, daxwaza girtina bi bultena sor red kir û biryar da ku xwe li benda girtina bersûcan bigirin. Dadgehê, îdia kir ku tu delîlên nîşan bidin ku bersûc reviyane derveyî welat nînin. Danişîna dozê taloqî 1’ê Tîrmeha 2026’an hate kirin.