HRANA: Di nava 24 saetan de 11 welatiyan jiyana xwe ji dest dan

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA’yê, da zanîn ku di nava 24 saetên dawî de, li Îranê 11 welatiyan di êrişan de jiyana xwe ji dest dane û 22 jî birîndar bûne. 

 
Ajansa Nûçeyan a Aktivîstên Mafên Mirovan (HRANA),  bi raporekê bîlançoya 24 saetên dawî ya êrişên Îsraîl-Amerîkayê yên li ser rojhilatê Kurdistan û Îranê belav kir. HRANA’yê ragihand ku di nava 24 saetên borî de Îsraîl û Amerîkayê li ser 16 parêzgehên rojhilatê Kurdistan û Îranê 454 êriş pêk aniye ku 28 baregehên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên hêza Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, bîrên neftê û qadên enerjiya atomî yên Îranê bûn.
 
Li gorî rapora HRANA’yê; di encama êrişên 24 saetên borî de li rojhilatê Kurdistanê û Îranê 11 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 22 welatî jî birîndar bûne. HRANA’yê ragihand ku piraniya êrişan li ser bajarên Tehran, Sine, Îsfehan, Fars, Bendel Eba, Erak, Hemedan, Tewrêz û Ehwaz hatine kirin. 
 
HRANA’yê; ragihand ku ji destpêka êrişên Îsraîl û Amerîkayê li ser rojhilatê Kurdistan û Îranê ve hezar û 330 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane ku ji van 206 jê zarok bûn.