Li Îranê hejmara sivîlên hatine kuştin zêde dibe

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Rewşên Lezgîn a Îranê, ragihand ku hejmara sivîlên di şer de tên kuştin her ku diçe zêdetir dibe. 

 
Rêxistina Rewşên Lezgîn a Îranê, daneyên xwe yên têkildarî encama şer parve kir. Rêxistinê, da zanîn ku heta niha 258 jinan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 4 hezar û 993 jin jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane 221 jê zarokên temenê wan di bin 18 saliyê de ne û ji heman temenî 2 hezar û 115 kes jî birîndar bûne. Hat destnîşankirin ku ji zarokên birîndar 124 jê di bin 5 saliyê de û 70 jî pitikên di bin 2 saliyê de ne. Hate gotin ku ev daneye asta sivîlên hatine kuştin radixe ber çavan. 
 
CIHÊ HERÎ ZÊDE BANDOR BÛYE MÎNAB E 
 
Di raporê de hate diyarkirin ku piraniya welatiyên birîndar li bajarên Tehran, Huzistan, Îsfehan, Loristan, Kirmaşan û Îlamê birîndr bûne. Hat destnîşankirin ku li herêma Mînabê 168 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û ev herêm herêma herî zêde ji êrişan bandor bûye ye. 
 
XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ DI HEDEFÊ DE NE
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku 118 xebatkarên tenduristiyê rastî êrişan hatine û ji van 26’an jê jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hate gotin ku gelek jî birîndar bûne, piraniya van êrişan di dema xebatê de hatine kirin û 78 xebatkarên tenduristiyê dema li ser peywira xwe rastî êrişê hatine. 
 
NASNAMEYA 3 HEZAR Û 375 KESAN HATE TESPÎTKIRIN 
 
Saziya Tipa Edlî ya Îranê jî bîlançoya kesên di şerê 40 rojan ê bi DYA-Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane parve kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di pêvajoya 40 rojên şer de li seranserî rojhilatê Kurdistanê û Îranê 496 jê jin bi giştî 3 hezar û 375 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hat destnîşankirin ku ev daneye tenê ji kesên nasnameya wan hatiye tespîtkirin pêk tê.