NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê bi boneya Roja Dayikan li gelek bajaran li pêşiya girtîgehan daxuyanî dan. Dayikan, daxwaza diyarkirina statuya Abdullah Ocalan kir û gotin: “Diyariya herî xweşik a ji dayikan re aştî ye.”
Meclisa Dayikên Aştiyê, bi boneya Roja Dayikan li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li pêşiya girtîgehan daxuyanî dan. Daxuyanî, bi dirûşma “Diyariya herî mezin a ji bo dayikan aştî ye” hate dayin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li daxuyaniyan bûn.
AMED
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê, li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyanî da. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Bijî berxwedana dayikan” û “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Dayika Aştiyê Hanîfe Akpolatê daxuyaniya hevpar xwend û gavên Tevgera Azadiyê ya Kurd piştî Banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan avêtî bi bîr xist.
Hanîfe Akpolatê, diyar kir ku dewletê xwe li bêdengiyê daniye û wiha dom kir: “Ji bo dayikan diyariya herî mezin aştî ye. Ev gotin ji bo me rastiyek e ku bi êşa salan tê gotin. Ji ber ku me zarokên xwe defin kir, li pêşiya girtîgehan mezin kirin û di rêyên sirgunê de winda kirin. Em dayik bi tecrûbe û hestên xwe diaxivin û cihê em lê disekinin û gotina me polîtîk e. Ji ber ku êş û tecrûbeyên me encama polîtîkayê ye. Bi înkarkirina êşa gelê Kurd, bi tepisandin û paşguhkirina wan aştiyeke mayinde nayê avakirin. Îro behsa aştiyê dikin. Lê em dayik dipirsin, kîjan aştî? Ma em ê li ser gorên zarokên xwe behsa aştiyê bikin? Ma em ê di demeke hêj em tên girtin, tên cezakirin behsa aştiyê bikin? Heke daxwaza we aştî be, wê demê zemîna wê ya zagonî ava bikin, ji bo berdana girtiyên siyasî gavên hiqûqî biavêjin. Divê statuya ku dê îradeya gelê Kurd nas bike yekser bê diyarkirin. Ya herî girîng jî divê Rêberê Gelê Kurd ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Di demeke ew tecrîdkirî de kesek nikare behsa aştiyê bike. Ev tenê mezinkirina êşên dayikan e. Em naxwazin êdî tu dayik darbesta zarokên xwe deyne ser milên xwe. Bila êdî tu zarok bê dayik an jî bê pêşeroj mezin nebe. Em bang li îktîdar û hemû berpirsyaran dikin; dengê dayikan bibihîsin. Bi cisaret bin û van neheqiyan bi dawî bikin. Mijûl nekin, nevehêlin û jinedîtî ve neyên. Heke aştî neyê dê ev êş bidomin. Ji bo pêvajo derbasî zemîna zagonî bibe, divê girtîgeh bên valakirin. Em naxwazin bibin dayikên êşê, dixwazin bibin dayikên aştiyê.”
‘EM STATUYA SEROKÊ XWE DIXWAZIN’
Ji Dayikên Aştiyê Havva Kiran piştre axivî û got ku Dayikên Aştiyê 26 sal in ji bo pêkvejiyanê serî li her derê dane û ev tişt anî ziman: “Dayikan tu caran şer nexwest. Îro Roja Dayikan e. Me xwest di vê pêvajoya Serok daye destpêkirin de Dayikên Aştiyê aştî û zarokên xwe hembêz bikin. Em li çaverêya zarokên xwe ne. Bila êdî hêsirên dayikan nebarin. Serok bi dewletê re muzakereyan dike, maseyek ava kir. Lê gav nehatin avêtin. Hêj dewlet û serokkomar dibêjin ‘Tirkiyeya bêteror.’ Zarokên me ji bo aştiyê canê xwe dan. Em aştiyê ji bo her kesî dixwazin. Em ne teror in, em Kurd in û heqên me hene. Em heq, hiqûq û edaletê dixwazin. Em statuya serokê xwe dixwazin. Em teslîmbûnê naxwazin. Bila dewlet êdî dengê dayikan bibihîse. Ji bo baweriya me bi wan were bila gavan biavêjin. Heta birêz Ocalan azad nebe dê ji tu gelên din re hizûr nebe. Em dixwazin bi Kurd û Tirkan welatekî bihizûr ava bikin, Serokê me azad bibe, gerîla tev li siyaseta demokratîk bibin. Heta ku dayik hebin dê ji bo azadiya zarokên xwe, azadiya welatê xwe her bimeşin.”
‘DIVÊ GAVÊN ZAGONÎ TAVILÊ BÊN AVÊTIN’
Wekîla DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kayayê jî Roja Dayikan pîroz kir û got: “Bû salek û nîv li vê xakê tu dayik nagirîn, xwîn nayê rijandin. Banga 27’ê Sibatê ya birêz Ocalan têkoşîn derbasî qonaxeke nû kir. Daxwaza hevpar a dayikan jî diyarkirina statuya birêz Abdullah Ocalan û valakirina girtîgehan e. Ji bo vê divê gavên zagonî bên avêtin. Daxwaz zelal in, divê verasetkirinên zagonî bên kirin û demildest gav bên avêtin.”
STENBOL
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê jî li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Diyariya herî mezin a ji dayikan re azadiya Rêbertiyê ye” hate hilgirtin û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Avakerê aştiyê li Îmraliyê ye” û “Em şer naxwazin aştiyê dixwazin” hatin berzkirin.
Dayika Aştiyê Sûltan Bozkurt beriya daxuyaniyê axivî û got ku xweşiktirîn diyariya ji bo dayikan, aştî ye. Dayika Aştiyê Emîne Erbekê jî got: “Heta rêberê me Abdullah Ocalan azad neb weke gelê Kurd em jî dê azad nebin. Em dixwazin girtiyên siyasî werin berdan. Banga me j bo Wezîrê Dadê ye; mirin û girtîgeh çareserî nînin.”
Piştre jî metna hevpar ji hêla Gulîş Yilmazê ve hate xwendin.
ŞIRNEX-MÊRDÎN
Meclisên Dayikên Aştiyê yên Şirnex û Mêrdînê jî li pêşiya Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê daxuyanî da. Dayikên li devereke nêzî girtîgehê kom bûn, bi dirûşmên "Bijî aştî" û "Bijî berxwedana zindanan” ber bi pêşiya girtîgehê ve meş li dar xist. Li pêşiya girtîgehê daxuyanî hat dayin û pankarta “Diyariya herî mezin a ji bo dayikan aştiya mayinde ye” hate hilgirtin. Dayika Aştiyê ya Botanê Nebiye Nayirê di daxuyaniyê de got: “Dayik aştiyê dixwazin. Bila dewlet tavilê gavan biavêje. Bila zarokên me vegerin malên xwe. Me her tim aştî xwest û dê her bixwazin.”
Dayika Aştiyê ya Mêrdînê Gurbet Tekînê jî daxwaza aştiyê, cîbicîkirina mafê hêviyê û avêtina gavên zagonî kir. Gurbet Tekînê got: Dema Rêbertiya me azad bû em ê wê demê Roja Dayikan pîroz bikin.”
Wekîla DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslanê jî Roja Dayikan pîroz kir, têkoşîna dayikên Kurd bi bîr xist. Newroz Uysal Aslanê, xwest tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin, statuya wî were diyarkirin, mafê hêviyê bê cîbicîkirin û girtiyên siyasî werin berdan.
Daxuyanî, bi dirûşman bi dawî bû.
RIHA
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê jî li pêşiya Girtîgeha Curnê Reş daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Diyariya herî mezin a ji bo dayikan aştî ye” hate hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji hêla Bedevka Meclisê Adalet Çayê ve hate xwendin. Adalet Çayê got: “Em li pêşiya girtîgehan bang dikin; bila êdî her kes dengê me bibihîse û aştî çêbibe.”
Daxuyanî, bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
LI GELEK BAJARÊN DIN DAXUYANÎ HAT DAYIN
Meclisa Dayikên Aştiyê yên bajarên Agirî, Wan, Bedlîs, Êlih, Edene, Mêrsîn û Dîlokê jî li pêşiya girtîgehan bi heman dirûşmê daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de metna hevpar hate xwendin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û diyarkirina statuya wî, berdana girtiyên siyasî û avêtina gavên zagonî hate kirin.