Çalakiyên Cejna Zimanê bi pêşbirka bazdanê dest pê kir

Parve bike:

AMED - Starta çalakiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Amedê bi pêşbirka bazdanê hat dayin. 

 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya pîrozbahiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de pîrozbahiyên cihêreng li dar dixe. Di çarçoveya pîrozbahiyan de bi dirûşma “Em ji bo zimanê xwe dibezin” pêşbirka bazdanê hat lidarxistin. Bez, li ber Parka Sumerê bi beşdariya gelek welatî, nûnerên saziyên sivîl û dilxwazên zimanê Kurdî dest pê kir û heya Qada Şêx Seîd domiya.
 
Beriya pêşbirkê, Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş axivî. Zeynep Yaşê, bal kişand ser girîngiya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û diyar kir ku ew ê her tim xebatên bi zimanê dayikê pêş bixin.
 
Piştî axaftinê, bezvanan ji Parka Sumerê ber bi Qada Şêx Seîd (Derê Çiyê) ve dest bi bezê kirin. Beşdaran, di tevahiya rêyê de bê navber dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê me hebûna me ye” berz kirin.
 
Dema bezvan nêzî Qada Şêx Seîd bûn, coş gihîşt lûtkeyê. Piştî bezê, ji bo serkeftiyên pêşbirkê merasîma xelatdayînê hat lidarxistin. Ji bo bîranîna rojê û pîrozkirina serkeftinê, rayedarên şaredariyê plaket û madalyayên serkeftinê dan bezvanan.
 
Bi sedan welatiyên li qadê kom bûn, piştî xelatdayînê li ber stranên Kurdî govend gerand.