Cenazeyê Çîçek ê ku li Japonyayê jiyana xwe ji dest da, anîn Tirkiyeyê

Parve bike:

STENBOL - Cenazeyê lîstikvan û senarîst Mûrat Çîçek ê ku li Japonyayê, di bin çavan de bi awayekî guman jiyana xwe ji da, anîn Tirkiyeyê.

 
Lîstikvan Mûrat Çîçek ê ku li Japonyayê wek karker dijiya, di 25’ê Hezîranê de piştî qezaya trafîkê bi îdiaya “Qanûna Kontrola Penaberiyê bin pê kirî” hat binçavkirin û li bajarê Hachioji yê Japonyayê li Qerekola Takaoyê jiyana xwe ji dest da.
 
Çîçek ê ku di 2’yê Tîrmehê de li qerekolê jiyana xwe ji dest da, piştî 5 rojan ku malbata wî ji mirina wî nehat agahdakirin, malbat çû Japonyayê û cenazeyê wî anî.
 
Malbatê cenazeyê Çîçek anî Stenbolê. Tê payîn ku di nava rojê de cenaze bibin Wanê.
 
Hat zanîn ku cenazeyê Çîçek dê li Goristana Yenî Mahalle ya Colemêrgê bê definkirin.