Dayikên Aştiyê pêşkonferans li dar xistin 2025-09-19 12:23:37   ŞIRNEX / WAN - Meclisa Dayikên Aştiyê yên Botan û Wanê beriya Konferansa Dayikên Aştiyê ku dê di 18-19’ê Cotmehê de were lidarxistin, pêşkonferans li dar xistin. Dayikan, pêşkonferansa xwe diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.    Meclisa Dayikên Aştiyê ya Botanê, dê di 18-19’ê Cotmehê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de konferanseke mezin li dar bixin. Meclisa Dayikên Aştiyê ya Botanê beriya konferansa mezin, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê pêşkonferansek li dar xist. Pêşkonferans, li Eywana Konferansê ya Şehîd Orhan Dogan a li avahiya DEM Partiyê ya Şirnexê hat lidarxistin. Ji navend û navçeyên bajar gelek Dayikên Aştiyê tev li pêşkonferansê bûn.    Li eywana konferansê pankarta “Dayikên Aştiyê yên Botanê deng didin Îmraliye” hate hilayîstin. Pêşkonferans, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre aktîvîsta TJA’yê Çîmen Fîdan axivî û got ku wan pêşkonferansa xwe diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye. Çîmen Fîdanê got: “Dayikan bedelên giran dan. Aştiya herî mezin dayik heq dikin. Dayikan her tim ji bo aştiyeke birûmet li ber xwe dan. Hêvîdarin ev şer bi dawî bibe.”    Piştî axaftinan, pêşkonferans ji çapemeniyê re girtî domiya.    WAN    Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê jî bi heman boneyê pêşkonferansek li dar xistin. Konferans, li avahiya Platforma Şaxan a KESK’ê ya Wanê hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Li eywanê pankarta “Azadiye Rêber Apo û avakirina ciwaka demokratîk daxwaza dayikan e” hate daliqandin.    Konferans bi rêzgirtinê dest pê kir û gelek caran dirûşmê “Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin” hatin berzkirin. Ji dayikan Zekiya Kaya di konferansê de got: “Daxwaza herî mezin a me dayikan azadiya birêz Ocalan e. Em dixwazin girtî jî tavilê bên berdan.”    Piştî axaftinan, konferans ji çapemeniyê re girtî domiya.