Ji Gulistan Koçyîgîtê daxuyaniya têkildarî ‘komîsyonê’

Parve bike:

ENQERE - Gulisan Kiliç Koçyîgîtê îşaret bi koma nivîsînê ya Komîsyona Meclisê kir û got: “Divê rapora tê amadekirin, ne bi feraseta ku weke komîsyon qet nehatibe avakirin, bê nivîsandin.” 

 
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê daxuyanî da. 
 
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perspektîfa wekheviya gelan, azadî, hemwelatiya wekhev, aştî û civaka demokratîk diparêze û got: “Birêz Ocalan, bi vê perspektîfê mudaxile kir û rewşa pevçûn û şer bi dawî kir. Ew xetere ji holê rakir. Bi xeta xwe ya ne şer lê muzakereyê, ne înkarê lê naskirinê esas digire re ev plana mezin vala derxist. Bi taybet jî bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk re, bi hewldan û perspektîfa çareseriyê pêş dixe, bi xwedîderketina xurt a gel re em dikarin bibêjin tu hukmê hedefên siyasî yên komploya 15’ê Sibatê jî nehişt.” 
 
PÊŞEROJEKE DEMOKRATÎK 
 
Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgîtê anî ziman ku divê her kes xwedî li Banga Aştî û Civaka Demokratîk derkeve û wiha pê de çû: “Ev yek, berpirsyartiya her kesên aramî, demokrasî û azadiyê dixwazin e. Dîrok, berpirsyartiya xwedîderketina li aştiyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, pêşerojeke demokratîk û komara demokratîk li me ferz dike. Lewma divê em berpirsyartiya birêz Ocalan bibînin û destê xwe deynin bin kevir.”
 
'GIRÎNG E KU LI SER ZEMÎNA MECLISÊ TÊ KIRIN’ 
 
Têkildarî xebatên Komîsyona Meclisê jî wiha got: “Em di rojên krîtîk de ne. Heta niha komîsyonê 20 civîn li dar xistiye. Di van civînan de gelek mijar hatin nîqaşkirin û pêşniyar hatin kirin. Li 135 kesan hate guhdarîkirin. Akademîsyenan analîzên xurt kir. Bi van analîzan jî pirsgirêka Kurd, rêyên çareseriyê û nexşerê diyar bû. Beriya her tiştekî girîng e ku zemîna aştiyê ji hêla Meclisê ve tê pênasekirin û nîqaş li ser zemîna Meclisê tên kirin.” 
 
‘EM BI QONAXEKE NÛ TACÎDAR BIKIN’
 
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê got ku girîng e hemû beşdarên komîsyonê xwestine pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin û nexşerêyek nîşan dan. Bi domdarî anî ziman ku divê rê ji tu nîqaşên pirsgirêkê dîsa tîne serî neyê dayin û got: “Divê kesek nekeve nava helwesta ku weke komîsyon qet nehatibe avakirin û pêşniyarên çareseriyê nehatibin pêşkeşkirin. Hewceye rapor ji vê helwestê dûr were amadekirin.”     
Nûçeyên Têkildar
Meclis bi rojeva Îranê civiya
Meclis bi rojeva Îranê civiya

Lijneya Giştî ya Meclisê bi rojeva Îranê civiya. Civîn, ji çapemeniyê re girtî tê lidarxistin.

Bahçelî: Talûke nêzîk dibe
Bahçelî: Talûke nêzîk dibe

Bahçelî bal kişand ser şerê li Îranê û got: "Ji her derdorê kesên ku êrişî banga 27'ê Sibatê ya Rêberê Damezrîner ê PKK'ê dikin, hûn encamekê bi dest dixin?"

'Divê qanûnên serdema veguhêz zelal bin, bi hevkariya baroyan bê kirin'
'Divê qanûnên serdema veguhêz zelal bin, bi hevkariya baroyan bê kirin'

Cîgira Serokatiya Baroya Amedê Şîlan Çelîkê diyar kir ku divê qanûnên pêşniyazkirî yên ji bo serdema veguhêz ku di rapora Komîsyona Meclisê de hatine pêşkêşkirin bi zelalî werin destnîşankirin û got ku hevkariya bi baroyan re ji bo pêbawerî û çavdêriya pêvajoyê pêwîst e.

Erdogan: Dê qonaxa nû ya pêvajoyê dest pê bike
Erdogan: Dê qonaxa nû ya pêvajoyê dest pê bike

Serokkomar Tayyîp Erdogan, diyar kir ku rapora Meclisê ne belgeyekî tewsiyeyê ye lê di heman demê de belgeyekî dîrokî ye û got: “Dê qonaxa nû ya pêvajoyê dest pê bike.”

Kurtulmuş çû serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê
Kurtulmuş çû serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê

Nûman Kurtulmuş, têkildarî rapora Komîsyona Meclisê çû serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan.