Abdurrahman Gok, çû Rojhilat û Îranê dît û nivîsî…
		Piştî jina Kurd Jîna Emînî di 16’ê Îlonê de li Tehranê ji hêla polîsên Gaşt e Îrşad ve hate kuştin li Rojhilat û bajarên Îranê gel dakete kolanan. Çalakî û berxwedana gel du meh li pey xwe hişt. Nûçegihanê me Abdurrahman Gok, çû Rojhilat û Îranê û şahidiya berxwedana gel kir. Bi hemû beşên civakê ku li derdora dirûşma “Jin Jiyan Azadî” mil bi mil daxwazên xwe dîqirin re hevpeyvîn kir û ev nivîsîn. 
	
		-  Ji Mahabad’ê heya Tehranê li kolanan çi dibe?
	
		-  Jin û xortên ciwan ku pêşengiya van çalakiyan dikin çi dibêjin?
	
		-  Pêşengên herî bibiryar ên vê şoreşê ku xwendekarên zanîngehan e çi daxwaz dikin? 
	
		-  Kesên birîndar bûne û îşkence dîtine çi gotin? 
	
		-  Malbatên zarokên wan di van xwepêşandanan de ji hêla hêzên rejimê ve hatine kuştin bi zextên çawa re rû bi rû man? 
	
		-  Li malbata Jîna Emini rewşa dawî çiye?
	
		-  Êrişên tund ên rejimê, berxwedana gel ber bi kuderê ve dibe?
	
		-  Çima kes vê berxwedanê naşibîne berxwedanên berê?
	
		-  Gelên kurd, faris, azerî, belûc û ereb wê vê carê bigihîjin armanca xwe?
	
		Bersiva van pirsan di rêzenivîsê de ye.
	
		Ji sibê û pê ve li ser malpera MA’yê tê weşandin…
	