Jinên tev li Newroza Îdirê bûn: Em dixwazin rêberê me azad bibe
Bajarê Îdirê ku bi rewşa xwe ya kozmopolît tê nasîn, duh bi coşeke mezin Newroz pîroz kir. Jinên tev li pîrozbahiyê bûn, piştgirî dan Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û gotin: “Tekane daxwaza me, azadiya Abdullah Ocalan e.”
Rojnamegera îranî Leila Kari Khamaneh: Em ji bo rejîmê nagirîn, li şûna şînê direqisin
Rojnameger Leila Kari Khamaneh ku ji ber zextên rejîma Îranê koç kiriye, diyar kir ku rejîm dijminê jina ye û got: “Hikûmet li bendê ye xelkê Îranê bigirî lê em êdî şînê nagirin, direqisin.”
Kovara Jinê bi manşeta ‘Şer û berxwedan’ derket
Hejmara 159’an a kovara Jinê bi manşeta “Şer û Berxwedan: Bîr, Têkoşîn û Pêşeroj” derket.
Li Şemrexê têkildarî mirinên biguman ên jinan daxuyanî hate dayîn
Hevşaredara Şemrexê Kudret Uçukê, têkildarî mirina biguman a du jinên temenê ciwan de daxuyanî da û got mirinên biguman wekî “întîhar” tên daxuyandin û ev yek di nava civakê de dibe sedema pirsan.
Ayten Dêrsim: Guherîn dê bi îradeya gelan û jinan bibe
Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dêrsimê, diyar kir ku nameya Abdullah Ocalan bi boneya 8’ê Adarê şandî ji wan re diyariyek e û got: “Rêbertiyê rola pêşengtiya aştiyê da jinn. Ji ber ku berpirsyartiya guherandina vê dinyayê li ser milê jina ye.”
ÎHD: Di meşa 8'ê Adarê ya Antalyayê de pêkanînên cudakar hatin kirin
Di rapora 8'ê Adarê de ya Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD a Antalyayê, hat diyarkirin ku bi lêgerîn, pêkanîna GBT'ê û desteserkirina pankartên ku endamên Meclisa Jinan a DEM Partiyê re mafê civîn û xwepêşandanê û her wiha qedexeya cudakariyê hatiye binpêkirin.
Bavê Rojîn Kabaîşê: Hêviya min namîne, lê dê têkoşîna min qet neqede
Şîfreya telefona ROjîn Kabaîşê ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû, nehat vekirin. Bavê wê Nîzamettîn Kabaîş bertek nîşanî vê da û got: "Ez hîs dikim ku hêviya min namîne, lê dê têkoşîna min tu carî neqede."
Songul Fîdan bi dirûşma ‘Jiyan, jiyan, azadî’ ve hate definkirin
Li navçeya Akdenîzê Songul Fîdan a ku ji aliyê Selamî Aktekîn hatibû qetilkirin bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ve li Goristana Guneykentê hate definkirin.
Giliyê polîsên dest danîbûn ser pankarta 8’ê Adarê hate kirin
Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Antalyayê, der heqê polîsên ku dest danîbûn ser pankarta 8’ê Adarê serlêdana sûc kir.
Di dosyeya Rojîn Kabaîşê de tu pêşketin nînin
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, diyar kir ku wan xwestiye rayedarên wargehê di mijara mirina Rojîn Kabaîşê de weke gumanbar bên lêpirsîn lê daxwaza wan hêj nehatiye qebûlkirin û got divê lêpirsîn tavilê biencam bibe.
Peyama jinên serhedî ya 8'ê Adarê: Ev sedsal sedsala azadiya me ye
Jinên Serhedî yên ku tevli şahiya 8'ê Adarê bûn diyar kirin ku daxwaza wan ew ê ku azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin û gotin: "Heke em li berxwe bidin em ê azad bibin û azad bikin."
Pispora Psîkiyatriyê: Zexta bedewiyê mirovan ber bi têkçûna derûnî ve dibe
Seroka Odeya Bijîşkan a Edeneyê, Pispora Psîkiyatriyê Dr. Ozden Polatoz bal kişand ser zexta giran a endustriya bedewiyê ya bi rêya medya û çanda mezaxtinê ya li ser kesan û nexasim li ser ciwanan û got: “Îdeala bedewî û ciwaniyê ne tenê mijarekî takekesî ye, pirsgirêkekî binyadî ye ku aliyên wê yên derûnî, civakî û aborî hene. Çareserî jî bi hişmendiya civakî û berpirsiyariya kolektîf pêkan e."
Li Mêrdînê jin bi meşaleyan ve meşiyan: Jina Kurd hebe azadî dê biserkeve
Li Mêrdînê çarçoveya 8’ê Adarê de jinan meşa şevê pêk anîn û gotin: “Jina Kurd hebe hêvî heye, jina Kurd hebe berxwedan heye, jina Kurd hebe azadî teqez dê biserkeve.”
Li Edene, Mersîn û Antalyayê Meşa Şevê ya Femînîst hate lidarxistin
Jinên ku li bajarên Edene, Mersîn û Antalyayê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê derketin kolanan û Meşa Şevê ya Femînîst li dar xistin, li dijî tundî, şer û xizaniyê dengê xwe bilind kirin û gotin: “Em ê serhildana xwe ya femînîst geş bikin.”