Hevşaredarê Agiriyê Akkuş hate oxirkirin
Hevşaredarê Agiriyê Memet Akkuş ê ku ji ber nexweşiya penceşêrê ku ev demeke dirêj e lê tedawî dibû duh jiyana xwe ji dest dabû, bi beşdariya hezaran hate oxirkirin.
- 14:00
Li Hesekê dibistanan bi protesto dest pê kir: Em 3 dersan qebûl nakin
Li Hesekê sala perwerdeyê destpê kir. Li Qamişlo xwendekaran hin dibistanan, biryara Wezareta Perwerdeyê ya ji bo zimanê Kurdî red kirin.
- 13:50
Tuncer Bakirhan: Em ji bo rêvebirina Tirkiyeyê talib in
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku wan Tevgera Komara Demokratîk îro dane destpêkirin û got: “Em ji dema nû re amade ne û em ji bo rêvebirina Tirkiyeyê talib in.”
- 12:59
DFG û MKG: Divê dengê aştîxwazan ji yê şerxwazan bilindtir be
MKG û DFG'ê têkildarî Roja Çapemeniya Azad daxuyaniyek hevpar da û got: "Niha peywireke din li pêşiya çapemeniya azad e: bûyîna dengê civaka demokratîk. Tenê ne li Kurdistanê li tevahiya cîhanê ji bo jiyaneke azad û wekhev pêdivî bi civaka demokratîk heye. Çapemeniya azad jî di vê demê de bi berpirsiyariya rojnamegeriya aştiyê tevgeriya."
- 11:52
Tulay Hatîmogullari: Ev kongre qonaxek e, em amadekariya veguherîneke nû dikin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di kongreyê de axivî û diyar kir ku kongreya wan di heman demê qonaxek e û ew ji bo veguherîneke nû amadekariyê dijin û wiha got: “Em ji bo avakirineke demokratîk amade ne. Dibe ku îtîraz hebin, provakasyon jî derbikevin û bawerî qels jî bibe. Lê peywîra me jî di vir de destpê dike. Pirsgirêkên sed salan di rojekê de çareser nabin. Divê em vê demê baş bikar bînin."
- 11:24
Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê ya Tebaxê
Li gorî çeteleya meha Tebaxê ya JINNEWS'ê herî kêm 22 jin û 3 zarok hatine qetilkirin, 19 jin û 7 zarokî jî biguman jiyana xwe ji dest dane.
- 10:31
Dayikên ku zarokên xwe winda kirine: Em bawer dikin ku dê aştî bê
Ji dayikên ku di têkoşîna azadiyê de zarokên xwe winda kirine Perîşan Kayayê got: "Kurê min neheqî qebûl nekir", Hatîce Tekînê jî got: "Ez cenazeyê kurê xwe dixwazim."
- 10:21
Li Şemrexê keda 7 jinan veguherî hilberîna hevpar
Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê 7 jin hatin cem hev û bi koperatîfa ku bi navê “Kooperatîfa Jinan a Jiyana Hevpar” ava kirin, dest bi hilberîna hevpar kirin.
- 10:04
Banga perwerdehiya bi zimanê dayikê: Divê em dev ji têkoşînê bernedin
Di çarçoveya pêvajoyê de nûnerê ANKA-DER'ê Mustafa Karaman diyar kir ku divê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bê misogerkirin û got: "Divê em dev ji têkoşînê bernedin."
- 09:06
Du kurên xwe winda kir, dev ji aştiyê berneda
Dayika Aştiyê Makbûle Tabak ku di têkoşîna azadiyê de du kurên xwe winda kiriye, ligel hemû zextan jî di têkoşîna xwe de bi israr e û ji bo pêvajoyê banga parastina aştiyê li hemû kesî kir.
- 09:03
- 09:00
9 kesên li Amedê hatin binçavkirin, serbest hatin berdan
Li Amedê 9 kesên ku di 3'yê Îlonê de hatibûn binçavkirin, bi şerta kontrola edlî hatin berdan.
- 16:27 05
Salih Erîkçî yê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest da li Dîlokê hat bibîranîn
Salih Erîkçî yê di 7'ê Mijdara 1998'an de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest da, li Dîlokê hat bibîranîn.
- 15:48 05
Xwestin girtiyên nexweş bên berdan
Li Îzmîr û Enqereyê de di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş de daxwaza berdana girtiyên nexweş hat kirin.
- 15:43 05
Dayikên Şemiyê li kujerên Ildir pirsîn
Dayikên Şemiyê li kûjerên Fethî Ildir ê ku di sala 1993'yan de hatibû binçavkirin û kuştin pirsîn û gotin: “Em di sala 33yemîn a windakirin û kuştina Fethî Ildir de dîsa dibêjin; di sûcên ku li dijî mirovahiyê pêk hatine de demborî tune ye. Kujerên Fethî Ildir li ku ne?
- 14:50 05
Demîrtaş: Dê Selçuk Mizrakli roja sêşemê bê berdan
Selahattîn Demîrtaş li ser medyaya xwe ya dîjîtal ragihand ku dê Selçuk Mizrakli roja sêşemê bê berdan.
- 14:47 05
Li sê bajaran bangawazî: Kiryaran bidarizînîn
Xizmên windayan li 3 bajaran banga edaletê û darizandina kujeran kirin.
- 13:49 05
Di navbera Rusya-Ûkraynayê de agirbesteke herêmî hat ragihandin
Rêveberê Giştî yê IAEA'yê Rafael Grossi ragihand ku ji bo tamîrkirina xetên elektrîkê yên Santrala Nukleerî ya Zaporizhzhia ya ku di şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê de ziyan dîtiye û metirsiyê çêdike, agirbesteke herêmî hatiye îmzekirin.
- 12:30 05
Bayik: Ji bo pêşvebirina pêvajoyê îradeya li meclisê hat destnîşankirin divê li ber çavan bê girtin
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di rewşa heyî de hin xeteriyên xitimînê hildigire û got: "Ji bo pêşvebirina pêvajoyê ev îradeya li Meclisê hate destnîşankirin divê li ber çavan bê girtin."
- 10:06 05
Qeydên heyama nû yên NÇM'ê di 1'ê Îlonê de dest pê kirin
Ji hunermendên NÇM'ê ya dest bi qeydên heyama nû kir Ferît Elalmiş, got: "Em xebatên çand û hunerê û kargehên xwe, li gor serdema nû ya li ser esasên avakirina aştiyê birêxistin dikin."
- 09:56 05
Birayê girtiyê 34 sal in di girtîgehê de: Divê qanûn ji bo hemû girtiyên siyasî be
Haci Darga xwest birayê wî girtiyê nexweş ê 34 sal in girtî ye bê berdan û got: "Bila ne Serok ne jî kesekî din di girtîgehê de bimînin."
- 09:24 05
- 09:05 05
- 09:00 05
Daxuyaniya têkildarî rapora pisporan a dosyaya Rojîn Kabaîşê
Parêzerê dosyaya xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîşê Şahîn Cangulaç, têkildarî rapora pisporan de daxuyanî da.
- 16:35 04