BEDLÎS – Nuriye Turan a ku hestiyên kurê wê Fedakar Turan ji Goristana Garzanê hatibûn dizîn, diyar kir ku kurê wê piştî jiyana xwe ji dest daye îşkence li cenazeyê wî hatiye kirin û hatiye şewitandin. Nuriye Turanê bang li malbatan kir ku ji bo hestiyên zarokên xwe têbikoşin û got ku wê piştî têkoşîneke 2 salan hestiyên kurê xwe wergirtiye û cara 4’emîn defin kiriye.
Tevî ku di ser dizîna 267 cenazeyên li Goristana Garzanê û veşartina wan a li bin peyarêyên Kilyosa Stenbolê re 8 sal derbas bûn jî, tenê 30 malbatan karîbûn cenazeyên xwe wergirin. Rexmê ku gelek malbatan nimûneya DNA’yê dane, hîn jî derbarê aqûbeta 237 cenazeyan de tu agahî nîn in.
Gelek malbatan bertek nîşanî vê rewşê dan û nimûneya DNA’yê nedan, lê hin malbatan bi têkoşîna xwe karîbûn hestiyên xwe bigirin. Yek ji van malbatan jî malbata Turan e. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Bedlîsê Nuriye Turan (76), dayika Fedakar Turan PKK'î ye ku di sala 1994’an de di pevçûnekî de jiyana xwe ji dest dabû û piştre îşkence li cenazeyê wî hatibû kirin û hatibû şewitandin.
CENAZEEYÊ ŞEWITÎ GIRT Û EWIL LI GUND VEŞART
Fedakar Turan di sala 1975’an de li gundê Gozeldere yê Tetwana Bedlîsê ji dayik bû û di sala 1993’yan de tevli PKK’ê bû. Turan di sala 1994’an de li Hîzanê di pevçûnekî de ligel 2 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da; leşkeran îşkence li cenazeyên wan kir û ew şewitandin. Ev îşkence wê demê di rojnameya Ozgur Ulke de, di hejmara 7’ê Tebaxa 1994’an de bi sernavê "Bila mirovahî şerm bike!" hatibû ragihandin.
Dayika Nuriye Turan a ku hîn jî wê sernavê rojnameyê bi xwe re digerîne, wê demê bi zehmetiyeke mezin cenazeyê kurê xwe girt û di sala 1994’an de li gundê xwe veşart. Piştre hestiyên Turan birin Goristana Garzanê ku 12 gerilayên din lê hatibûn veşartin. Goristana Garzanê ya ku di salên 2010’an de goristaneke piçûk bû, heta sala 2015’an 267 cenaze lê hatin veşartin.
HESTÎ HATIN DIZÎN
Nuriye Turanê di sala 2017’an de hîn bû ku hestiyên kurê wê ji aliyê dewletê ve hatine dizîn. Ji bo hestiyên hatine dizîn vê carê berê xwe da Stenbolê. Nuriye Turanê diyar kir ku dema dîtine hestiyên kurê wê û 266 cenazeyên din ên Garzanê li Kilyosê li bin peyarêyeke ku destavxaneyên giştî lê ne hatine veşartin, careke din xemgîniyeke kûr jiyaye. Nuriye Turanê piştî hewildanên mezin, di 14’ê Kanûna 2019’an de hestiyên kurê xwe wergirt û careke din li gundê Gozelderê defin kir.
BI ROJAN ÎŞKENCE LI CENAZEYAN KIRIN
Nuriye Turan wiha axivî: "Fedakar wê demê xwendekar bû. Piştre tevli PKK’ê bû. Me di televizyonê de dît ku şehîd bûye. 3-4 rojan cenazeyê wî li erdê ma, piştre cerdevan çûn gule li cenazeyan reşandin û ew şewitandin. Paşê em hîn bûn ku Fedakar û 2 hevalên wî bi jehrê hatine katilkirin. Wê demê bavê wî yê ku çûbû cenaze hilde, bi helîkopterê şopandin û nehiştin kes bi wî re here. Heta me ew cenaze wergirt me pir eziyet kişand. Me cenaze wergirt û li gund veşart. Dema Goristana Garzanê hat avakirin, me bir wê derê. Gelek caran êrişî goristanê kirin. Wê demê ji ber ku gerila bersiv didan, nekarîbûn goristanê xera bikin. Lê di êrişên dawî de em hîn bûn ku hestî ji goristanê dizîne, xistine torbeyan û birine Stenbolê."
'DÊ HESTÎ ÇI BI WE BIKIRA?'
Nuriye Turanê diyar kir ku piştî bihîstiye goristan hatiye talankirin, berê xwe daye wê derê û wiha pê de çû: "Ez bi dolmişê heta nêzî goristanê çûm. Şofêr ji min pirsî 'tu bi ku de diçî?'. Min got ez diçim Garzanê. Got 'li wê derê tiştek nemaye'. Min dîsa jî israr kir. Ez li wir peyabûm û çûm goristanê. Garzan xera kiribûn, hestiyên me dizîbûn. Min di cih de berê xwe da Stenbolê. Min ji dozgeriyê hestiyên xwe xwestin. Min ji wan re got 'we jixwe kuştiye, hûn çi ji hestiyên wan dixwazin? Çima hûn hestiyên zarokên me didizin?'. Hestiyên zarokên me birin li qeraxa destavxaneyekî veşartin. Ma ev tê qebûlkirin? Nemrûd û Fîrewûn jî ev tişt nekir. Di tu dîn û pirtûkan de ev nîn e. Van zarokan ji bo nasname û hebûna xwe têkoşiyan. We çi ji hestiyan xwest, dê hestî çi bi we bikira?"
BANGA TÊKOŞÎNÊ JI BO MALBATAN
Nuriye Turan bal kişand ser gotinên dewletê yên "aştî" û "biratiyê" yên piştî pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin û got ku ew ji dewleta ku tu gavên şênber navêje bawer nakin. Nuriye Turanê êrişên dewletê yên li ser goristanan û peymana "Ruhê Eşmeyê" ya ku Tevgera Azadiyê ya Kurd di sala 2015'an de di nav şer de ji bo Tirbeya Suleyman Şah ava kiribû bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wê demê di nav şer de Tirkiyeyê nekarîbû leşkerên xwe bişîne û ew goristan di nav şer de ma. Kurdan, ew gor û cenaze birin Eşmeyê. 2 sal di ser re derbas bûn, leşker hatin ji vir hestî dizîn. Heke dewlet jidil be, bila gavên şênber biaveje. Zarokên me jixwe mirin. Lê qet nebe bila mirovên me ji girtîgehan derkevin. Di serî de rêzdar Ocalan, bila hemû siyasetmedar û zarokên me berdin. Bila careke din heman êş neyên jiyîn. Divê malbatên ku hîn cenazeyên xwe negirtine werin cem hev û bi hev re têbikoşin. Cenazeyên me ji bo me nirxên me ne."
MA / Ceylan Şahînlî
