Kovara Jinê bi manşeta ‘Entegrasyona Demokratîk’ derket
- jin
 - 10:06 12/10
 
Hejmara 137’emîn a kovara Jinê bi manşeta “Bi rêya tevlibûna demokratîk entegrasyon” derket.
					
					Hejmara 137’emîn a kovara Jinê bi manşeta “Bi rêya tevlibûna demokratîk entegrasyon” derket.
					
					Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif, hevrêya Hevrîn Xelefê ku şeş sal berê ji aliyê komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê ve hat îşkencekirin û kuştin, got: "Em ê bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk tola hevrêya xwe Hevrînê hilînin."
					
					Rêvebira Komeleya Jin a Starê Meryema Aslanê têkildarî kampanyaya “Ji bo jiyan û jiyînê birêxistin dibin” ya ku li Wanê hatiye destpêkirin, got: “Em ji bo bibin deng û henaseya jinan têdikoşin.”
					
					Dayikên Aştiyê ku di 9'ê Cotmehê de şahidê pêvajoya derxistina Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê bûn, diyar kirin ku pêvajoya komployê ji bo wan "rojek reş" ye.
Xelatên Rojnamegeriya Jinan ên Gûrbetellî Ersozê ku îsal cara yekem ji hêla (MKG) ve hatin lidarxistin. Di merasîmê rojnamegerên ku xelat girtin diyarkirin ku ew şopdarên şehîdên Çapemeniya Azad bin.
Meşvanên azadiyê ku 1'ê mehê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kiribûn, vegeriyan Wanê. Meşvan, ji aliyê jinan ve bi kûlîlk û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin.
					
					MKG û DFG’ê bi daxuyaniyên cuda Gurbetellî Ersoz bi bîr anîn û gotin: "Gurbetellî Ersoz ne tenê navek e; wijdan a dîroka çapemeniyê, deng û pênûsa têkoşîna jinê ye."
Yuksel Genç ku di nava koma TJA’yê ya ji Amedê heta Enqereyê meşiya de cih girt, li Meclisê axivî û got: “Ev meş, 26 sal in didome.”
					
					Endamên TJA’yê yên ku ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” meş li darxistin dê li Meclisê bi partiyan re hevdîtinan bikin.
					
					Jinên ku ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” meş li darxistin, bi dirûşma “Bijî Serok Apo” têketin Meclisê.
					
					Jinên ji Amedê meşiyan Enqereyê banga “bibin aliyekî aştiyê” li hikûmetê kirin û xwestin gavên siyasî û hiqûqî bên avêtin.
					
					Meşa jinan a "ber bi Rojê ve" dê 7 rojan bidome, lê di esasê xwe de wê qet bi dawî nebe.
					
					Jinên ku bi dirûşmeya "Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin" ji Amedê ber bi Enqereyê ve meşiyan, li ber Girtîgeha Sîncan a Enqereyê daxuyanî dan û gotin ku divê "mafê hêviyê" bê naskirin û banga pêşxistina pêvajoyê kirin.
Endama KJK’ê Çîgdem Dogû, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî û wiha bal kişand ser girîngiya komunan: “Cihê ku ev komunbûn veguheriye îradeya jin û civakê ew cih e ku ew xencer ji pişta jinê hatiye derxistin.”
					
					Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Îlonê ya JINNEWS’ê; 19 jin û zarokek hatin qetilkirin û 21 jin û zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.