AMED - Li Kolana Hunerê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê dê “Rojên Çand û Hunerê” bên lidarxistin. 
	Şaredariya Bajarê Nû ya Amedê dê bi navê Rojên Çand û Hunerê, di 12-13 û 14’ê Îlonê de li Kolana Hunerê ya li navçeya Sûrê ya Amedê xebatên çandî ku ji xwendina helbestan, şano, dengbêjî û konseran pêk tê, li dar bixe.
	HEVŞAREDARAN BANG KIR
	Hevşaredarên Bajarê Nû Mehmet Ergun û Safiye Akdag, banga tevlibûna mihrîcanê kirin. Ergun, got: “Em dixwazin Kolana Hunerê veguherînin kolana xizmeta çand û hunerê ji gel re dike. Lewma em banga tevlibûna mihrîcanê li gelê xwe dikin.” 
	Hevşaredar Safiye Akdag jî got: “Ziman, çand û huner hebûna gelekî ye. Bi vê zanebûnê em ê mihrîcana ku dê 3 rojan bidome li dar bixin. Em tevahiya gelê xwe vedixwînin mihrîcanê.” 
	BERNAMEYA MIHRÎCANÊ
	12’Ê ÎLONÊ
	* Pêşangeha resman (12.00-17.00)
	* Li Ruya Cafeyê dê semînera tundiya li dijî jinê bê lidarxistin (15.00-17.00)
	* Erbane, dengbêj, folklor (17.00-20.00)
	* Axaftinên destpêkê û konsera Koma Hevrayê (20.00)
	13’Ê ÎLONÊ 
	* Pêşangeha portreyên jinên mohra xwe li dîrokê xistine (12.00-17.00)
	* Li Dada Cafeyê dê bernameya helbestan bê lidarxistin (15.00-17.00)
	* Atolyeya find, boyaxkirina çenteyan, erbane (17.00-19.30)
	* Konsera dengbêjan û şano - Hinek Henek (19.30)
	14’Ê ÎLONÊ
	* Pêşangeha wêneyan (12.00-17.00)
	* Li Ahbap Cafeyê dê semînera bengîtiyê (15.00-17.00)
	* Konsera dengbêjan, erbane û defîle (17.00-20.00)
	* Konsera Hamît Karadenîz (20.00)
