AMED - Mihrîcana Surfest II ku eleqeyeke zêde ya jin û zarokan bo hebû, bi konsereke bi coş bi dawî bû. 
	Mihrîcana Sûrfest II ku ji hêla Komeleya Jin, Çand, Huner û Wêjeyê (KASED) ve hat organîzekirin, Bernameya Piştgiriyê ya Çand û Hunerê (CultureCIVIC) piştevaniya wê kir û bi hevkariya Şaredariya Sûrê ya Amedê hat lidarxistin, bi konserekê bi dawî bû. 
	Li gundê Çarikli yê Sûrê çalakî hatin lidarxistin û gelek welatî tev li bûn. Di tevahiya rojê de atolye hatin lidarxistin, lîstik hatin lîstin û çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Di mihrîcanê de ji bo jinan tîşortên taybet hatin amadekirin û atolyeya xêzkirina çenteyan hat lidarxistin. Çalakiyan bala jin û zarokan kişand. 
	Mihrîcan, bi konsereke bicoş bi dawî bû. 
