Di her kevirekî wê de keda komunal heye: ZIWAN-KURD

RIHA - ZIWAN-KURD ku li Sêweregê bi piştevaniyeke komunal hate avakirin, armanc dike ku li dijî polîtîkayên bişaftinê têbikoşe. 

 
Li navçeya Sêwereg a Rihayê, Komeleya Lêkololîn û Pêşvebirina Çand-Huner û Zimanê Kurdî ya Sêweregê (ZIWAN-KURD) hat avakirin. Zêdetirî 2 meh bû restorasyona wê didomiya û bi kedeke kolektîf tê avakirin. Li kolana Şeyh Lutfî ya taxa Hamidiye ya navçeyê, xaniyekî kavilbûyî yê ku bi berhevkirina pereyên komunal ve hat kirin, 2 meh in tê restorekirin. Avahiya ku dê ji bo komeleyê bê bikaranîn, bi pêşengiya 7 kesan ve hat destpêkirin û heta niha gelek welatî bi şev û roj di xebatên wê yên tadîlatê de cih girtin. Ji 7salî heta 70 salî gelek welatî bi keda xwe tev li avakirina komeleyê dibin. Komele dê piştî xebata hefteyekê amade bibe û deriyê wê bê vekirin.
 
Endamên damezirîner û rêvebirên wê Alî Çikan û Ayhan Al, qala xebat, girîngiya ziman, çand û hunerê kirin.
 
‘KOMELEYA HEMÛ GELÊN KURDISTANÊ YE’ 
 
Alî Çikan, diyar kir ku komele li dijî polîtîkayên bişaftinê hatiye damezirandin û got: “Li dijî ziman, çand û hunera Kurdî polîtîkayeke hovane ya bişaftinê heye. Niha Pêvajoya Aştî û Civaka Demokrakratîk didome. Axaftina bi Kurdî ya dayikek li komîsyonê hat astengkirin. Ev astengî li ser me gelekî bandor kir. Berê fikra me ya der heqê komeleyê hebû lê piştî van astengiyên li dijî ziman, çand û hunerê fikra damezirandina komeleyê veguherî pratîkê. Em 7 heval hatin gel hevudin û me dest bi damezirandinê kiriye. Em ê hem bi Kurmancî hem jî bi Kirmanckî ve ziman, çand û hunera xwe bidin jiyîn. 7 kesan ev komele ava kir lê piştî vê saetê divê hemû welatiyên me yên li Sêweregê xwedî lê derbikevin. Ev komele ya hemû gelên Kurdistanê ne. Ger alîkariya gel nebûya dê me yê nikaribûya vê komeleyê ava bikin. Em ê bi hev re vê komeleyê mezin bikin. Li Tirkiyeyê li dijî Kurdî polîtîkayên bişaftinê didomin. Li Sêweregê Kirmanckî bi tunebûnê ve rû bi rû ye. Em ê destûrê nedin vê yekê.”
 
‘PIŞTEVANIYA KOMÎNAL JI NÛ VE BI BÎRA ME XIST’
 
Ayhan Al, diyar kir ku komele ji avahiyeke xiraba hatiye çêkirin û xebata komunal a 2 mehan wiha rave kir: “Piştî me ev avahiya xirabe ya wêran bi keda komunal ve kirî, me dest bi paqijiya wê kir. Dema me dest bi vî karî kir jî qurişek pereyê me tune bû. Me hêza xwe ji gelê xwe wergirt. Me bi keda gel ve dest pê kir. Gelê me yê welatparêz di her kêliyê de em tenê nehişt. Piştî me xebatên xwe li ser medya dijîtal parve kir kesên ji derveyî Sêwerêgê ji bo alîkariya me hatin vir. Me gelek kesên ku hatibûn alîkariyê nas nedikir. Hemû pêdivî bi keda komunal ve bi cih hat. Piştî me pereyê komunal ev der kirî tu pere li xebatên din neçû. Piştî hefteyekî xebata me bi dawî dibe. Em bi şev û roj xebitîn. Ev du meh in xebatên avahiyê didomin. Vê piştevaniyê jiyana komunal û piştevaniya komunal ji nû ve bi bîra me xist.”
 
‘BÊ ZIMAN MIROV NIKARE BIJÎ’
 
Al, destnîşan kir ku li dijî ziman, çand û hunera Kurdî ev sed sal in qedexe didomin û Kurd her tim li dijî van qedexeyan têkoşiyane û li Sêweregê damezirandina ZIWAN-KURD wek bertekek li dijî van qedexeyan ava kirine. Al, wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em ê li her deverî van astengî û qedexeyan ji gelê xwe re qal bikin. Bêyî ku em li avahiya komeleyê rûnin, em ê derî bi derî bigerin û ji gelê xwe re qala giringiya ziman û çandê bikini. Em ê gund bi gun bigerin û zarokan fêrî zimanê wan ê dayikê bikin. Bêyî ziman mirov nikare bijî.”
 
MA / Emrullah Acar