Li Koreya Başûr ji ber germa zêde 13 kes mirin

  • cîhan
  • 13:38 30 Tîrmeh 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Koreya Başûr, ji ber germa zêde hejmara kesên mirin gihîşt 13'an. 
 
Li Koreya Başûr ji ber germa zêde hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 13'an. Li gor nûçeya Yonhapê; di daxuyaniya Ajansa Kontrolkirin û Pêşîgirtina Nexweşiyan a Koreya Başûr (KDCA) de, ji meha Gulanê ve bi giştî 2 hezar û 768 kes ji ber germa zêde serî li beşên lezgîn dane. 
 
Hat diyarkirin ku ji van kesan 13 kesan jiyana xwe ji dest daye. 
 
Tê hişyarkirin ku dê di rojên pêş de germa li welêt zêdetir bibe.