Rewşa tenduristiyê ya girtiya siyasî Sumeye Reşîdî giran dibe

  • cîhan
  • 13:43 19 Îlon 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya girtiya siyasî ya Kurd û aktîvîsta Kampanyaya Milyonek Îmze Sumeye Reşîdî giran bûye û rakirine nexweşxaneyê. 

 
Girtiya siyasî ya Kurd û aktîvîsta Kampanyaya Milyonek Îmze Sumeye Reşîdî di 24’ê Nîsanê de li Taxa Cevadiyê ya Tehranê hate binçavkirin û şandin Girtîgeha Veramînê ya li Qerçekê. Ji ber xirabûna rewşa tenduristiyê ya Sumeye Reşîdî û nobetên wê yên domdar, rakirin Nexweşxaneya Meftehê. Malbata wê ji jiyana wê bi fikar e.
 
Sumeye Reşîdî di 26’ê Nîsanê de ji Navenda Binçavkirinê ya 15’ê Hezîranê sewqî Girtîgeha Evînê hat kirin. Piştî êrişa Îsraîlê ya di 23’ê Hezîranê de li dijî Girtîgeha Evînê, îcar jî şandin Girtîgeha Qerçekê. Hat zanîn ku di dema binçavkirinê de tundî li Sumeye Reşîdî hatiye kirin û bi mehan e ji ber serêşî û pirsgirêkên fîzîkî rewşa wê nebaş e. Lê tevî vê jî bijîşkên girtîgehê nexweşiyên wê paşguh kirine. 
 
Bijîşkan, asta şiûra Sumeye Reşîdî wekî 5 nirxandiye û hişyarî dane ku ger ev ast ber bi 3’yan ve dakeve, xetera mirinê gelekî cidî ye. Malbatê destnîşan kir ku rayedar hewl didin vê rewşê weke “hewldana xwekuştinê” nîşan bidin.
 
SUMEYE REŞÎDÎ KÎ YE?
 
Sumeye Reşîdî, di sala 2009’an de jî hatibû binçavkirin. Aktîvîsta Kampanyaya Milyonek Îmzeyan û yek ji xwendekarên “stêrkirî” bû ku nehiştin ew di warê xebatên jinan de lîsansa bilind bixwîne.