‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bibîranîn

  • rojane
  • 14:05 18 Gulan 2024
  • |
img

ŞIRNEX - Kesên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dayîn li gelek bajaran bi çalakiyan hatin bibîranîn.

Li Şirnexê ji bo bîranîna Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anik û Mahmût Zengîn ên di 17'ê Gulana 1982'yan de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê xwe şewitandin û kesên di meha Gulanê di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn merasîma bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn, li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat lidarxistin û Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) rêxistinên DEM Partiyê yên navend û navçeyan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tev li bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. 

 
Di bîranînê de Hevserokê DBP’ê yê Qilebanê Abdullah Yaman axivî. Yaman, diyar kir ku têkoşîna ku di wan salan de hatiye dayin pêşeroja wan ronî kiriye û wan bihêz dike. Yaman, wiha domand: “Her tim xwe deyndarê gelê xwe hîs kirine. Tevî vê jî di oxira jiyaneke azad û rûmet de ketin ser vê riyê û riya têkoşînê diyar kirin. Me hêz û îradeya xwe ya ev 50’î sal in mezin dibe ji van hevreyên qehreman wergirtiye.”
 
Piştî axaftinan, sînevîzyona ku jiyan û tekoşîna lehengên Meha Gulanê vedibêje hate temaşekirin. Bîranîn bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû. 
 
AMED
 
Komeleya Yekitî, Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin (MEBYA-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya 78’an, Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê yên bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Mafên Penaberan û Civakî (GOÇ-DER) û Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî ji bo “Şehîdên Meha Adarê” li hotêleke navçeya Sûrê bîranîn li dar xist. 
 
Gelek welatî tev li merasîma bîranînê bûn. Li eywanê pankarta “Nirxên me di pira di navbera tarîtî û ronahiyê de ne” hate daliqandin. 
 
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Piştre jî kurtefîlmeke têkildarî kesên jiyana xwe ji dest dayîn hate pêşandan. 
 
Hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç diyar kir ku meha gulanê meha lehengiyê e û bal kişand ser têkoşîna gelê kurd. Kiliç, da zanîn ku ji Hakî Karer heta Çaran û Mazlum Dogan têkoşîn domiyaye û wiha got: “Em xwedî li nirx û têkoşîna xwe derkevin.” 
 
MÊRDÎN 
 
Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn li Mêrdînê jî hatin bibîranîn. Merasîma bîranînê li ser gora Kurtay a li navçeya Qoserê hat lidarxistin. Înîsiyatîfa 78’an, Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan, siyasetmedar û Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin tev li bûn. 
 
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî parlamenter Guneş axivî û got ku agirê Çaran li Girtîgeha Amedê vêxistin li tevahiya girtîgehan vêketiye. Guneş, wiha domand: “Yên ku digotin qey dê bi komkujî û kuştina gelê kurd tune bikin, dîtin ku ev têkoşîn li tevahiya cîhanê belav bû. Agirê Çaran vêxistî îro li hêj jî rêya me ronî dike. Em di şexsê Ferhat Kurtay de Çaran bi bîr tînin. Em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin.” 
 
ÊLIH
 
Kesên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dayîn li Êlihê jî ji hêla DEM Partî, DBP, TJA û Meclisa Dayikên Aştiyê ve hatin bibîranîn. Merasîma bîranînê li Sendîkaya Petrol-Îşê hat lidarxistin. Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu di bîranînê de got ku di her serdema dîrokê de bûye erdnîgariya serhildan û berxwedanê. 
 
Hevserokê DBP’a Êlihê Resûl Çetîn jî Kurtay, Anyik, Zengîn û Oner ên di sala 1982’yan de li Girtîgeha Amedê li dijî îşkenceyê xwe şewitandin bi bîr anî û got: “Gelê kurd tu caran serî li ber sepanên dermirovî netewand.” 
 
Herî dawî jî kesên tev li bîranînê bûn axivîn. 

Sernavên din

17/10/2024
10:54 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li dozger û girtîgehê dan
10:52 Koçberiyê ji Lubnanê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve didome
10:39 Abdullah Ocalan ji jinan re got: Yekane rizgarî azadî ye!
09:53 Tehliyeya girtiyê nexweş Îvrendî hat taloqkirin: Bi rêxistinê re têkiliya xwe qut nekiriye!
09:50 Berxwedana li dijî şer a li Silopiyayê di roja 3’yemîn de didome
09:45 Li Pasûrê konsera gel
09:41 Rojnamevan Drews: Hilbijartina herêmê dê bandorê li hevsengiyên herêmê bike
09:20 Tehliyeya girtî bi hinceta ‘ji bo bê nav civakê amade nîne’ hate taloqkirin
09:16 Parêzerê Abdullah Ocalan: Gotinên li ser 'hevdîtinê' tişteke manîpulatîf e
09:00 ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2024’AN
08:43 Ji bo 11 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin
08:43 Onder bi Nasiroglû re hevdîtin kir: Bingeha pêşmutabeqetê hate amadekirin
16/10/2024
21:01 Ji Baroya Wanê der barê Rojîn Kabaîş de daxuyanî
18:28 Yerlîkaya: 187 kesan bandor ji erdhejê girtiye
17:59 Rojnamevanên li Silopiyayê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:54 Starta Fûara Pirtûkên Kurdî hate dayîn
16:33 Komeleya Ekolojiyê ya Wanê hate vekirin
16:21 Lîstika ‘Sê Ezezok’ zarokên Şemrexê kêfxweş kir
16:15 Jin ji bo Kabaîşê bêdeng meşiyan: Em ê kujerên wê bibînin
16:14 Ozgur Ozel dê serdana Demîrtaş bike
16:08 Hevdîtina rojnameger Ezîzî ya bi malbat û parêzer re tê astengkirin
16:07 Li Xarpêtê ji ber erdhejê 94 kes birîndar bûn
15:44 Doza Dînk ji bo parastina Yilmazer cara dawî hate taloqkirin
15:37 Karkerên Fernasê di nava barîkatan de çalakiya xwe didomînin
15:04 Xwendekarên Yuzuncu Yilê ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan
15:03 Bavê Rojîn Kabaîşê: Ne întîhar e cînayet e
15:01 Hevdîtina Erdogan û Barzanî dest pê kir
14:54 Dr. Yavîç ê ku daxilî otopsiya Kabaîş bû: Divê pêvajo bi zelalî were birêvebirin
14:37 TFF: Stadyûma Amedsporê ji bo lîstikê û tenduristiya lîstikvanan guncav nîne
14:03 Mûstafa Karasu: Silavdayîna Bahçelî jî parçeyeke siyaseta şerê taybet e
14:03 Dermanên girtiyê nexweş nedanê
14:02 Endamê RTUK’ê Îpekyuz: Betalkirina lîsansa Açik Radyoyê neheqî ye
13:22 Nobeta Dayikên Aştiyê di roja duyemîn de ye
13:19 Îdianame 8 meh piştre hate amadekirin lê dadgehê qebûl nekir
13:02 Li Amedê hevşaredar piştî erdhejê daketin qadê
12:56 Ji Wezîrê Karên Navxweyî daxuyaniya erdhejê
12:53 BES-AR: Sînorê birçîtiyê di mehekê de ji sedî 3,99 zêde bû
12:41 Rêxistinên çapemeniyê: Dest ji hedefnîşandana rojnamevanan berdin
12:39 Daxuyaniya piştî erdhejê: Erdhejoka erdhejên 2023'yan e
12:03 Karkerên Fernasê hatin berdan
11:38 Êrişî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê kirin
11:29 Kosen ê parsûyên wî hatin şikandin: Ez berxwedana dayikan silav dikim
11:03 Li Meletiyê bi pileya 5.9 erdhej çêbû: Gelek bajar hejiyan
10:57 Tê payîn binçavkiriyên li Silopiya sewqî edliyeyê bên kirin
10:50 Dayikên Aştiyê: Dê têkoşîna me bidome
10:39 Li Amed û Meletiyê gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Dadgeha Îstînafê îtîraza doza êrişa ewilî ya li dijî malbata Dedeogûllari red kir
09:59 Karker dê di 20’ê cotmehê de li Kartalê bin: Çareserî di têkoşîna yekbûyî de ye
09:34 Ji Yenî Yaşamê berteka li dijî sansurê
09:34 Cenazeyê Rojîn Kabaîş hate definkirin
09:33 Dîwarên betonî û kûleyên leşkerî bi navê jiyanê tiştek nehiştine
09:01 ‘Divê jin bi hev re têbikoşin'
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2024'AN
08:47 Encumenê AKP’ê yê ku jinên kuştî tawanbar kiribû îstîfa kir
08:40 Nobeta Dayikên Aştiyê didome: Leşkeran betaniye avêtin çopê
08:18 Rapora pêş otopsiya Rojînê nedan Baroya Wanê
08:02 3 jê rojnamevan 22 kes di binçavan de ne: Parsûyên Hevserokê DEM’ê şikandin
15/10/2024
18:22 Cenazeya Rojîn Kabaîşê anîn ATK’ê
16:33 Fûara Pirtûkên Kurdî ya li Êlihê sibê dest pê dike
16:18 Cenazeyê Rojîn Kabaîşê hate dîtin
16:17 Li Şemrexê ‘Pêşbaziya Dimsê’ hat lidarxistin
16:14 Dayikên Aştiyê û 3 rojnameger hatin binçavkirin
16:12 Xebatkarê paqijiyê ku zarok tacîz kiribû hate girtin
16:03 Koma faşîst êrişî xwendekarên jin kirin
15:48 Li Merîwanê îşkence li kolberan kirin
15:19 Li gorî par bûdçeyê îsal ji sedî 110 zêdetir li kêmiyê da
15:13 Dozger xwest ku cezayê giran li faîlê Fatma Ogûr bê birîn
14:31 Li Silopiyayê çalakiya ‘Ji şer re na, a niha aştî’
14:25 Di doza 5 leşkeran de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin
14:23 Şahiya Pirtûkan a Kiraathaneyê dest pê dike
13:11 Doza rojnamevanan: Şertê kontrola edlî hat rakirin, lêpirsînek nû hat destpêkirin
13:09 Dadgehê derbarê kesên Nisêbîn şêlandibûn de biryara beraetê da
12:44 Bakirhan ji Bahçelî re got: Deriyê Îmraliyê vekin, em li Ocalan guhdar bikin
12:38 Li cihê rojnameger lê hatine qetilkirin lêkolîn nehatiye kirin
11:57 Çalakiya greva birçîbûnê ya karkerên Fernasê di roja 2’yemîn de ye
11:12 Hevserokê MED-DER’ê: Gotin û kirinên Erdogan ên têkildarî ziman hev nagirin
10:55 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
10:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:29 Di doza cînayetên kiryarên nediyar de biryarên beraetê hatin pejirandin
10:07 Di binçavan de tundî û tacîz hat kirin: Nikarin îradeya me bişikînin
09:15 Li Gundikê Melê navê ‘Narînê’ li parkekê hate kirin
09:14 HDK 13 salî ye: Pêdivî bi peymaneke nû heye
09:12 Li 36 bajaran 269 kes hatin binçavkirin
09:02 'Divê fikrên Ocalan bên parvekirin û pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike’
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2024'AN
08:40 Ji bo Serhedê hişyariya barîna zêde hate kirin
14/10/2024
22:11 Sembola berxwedana Kobanê Apê Nemir jiyana xwe ji dest da
16:47 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Aştî, bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
16:30 KESK’ê li Wanê dest bi xebatên mitînga xwe kir
16:21 Daxuyaniya têkildarî mîtînga 'Azadiyê': Muxatab birêz Ocalan e
15:57 Ji bo bîrên petrolê yên li Hezroyê biryara ‘îstîmlaqkirinê’ hate dayin
15:36 Zarokek 8 salî hate tacîzkirin: Gumanbar hate berdan
15:17 Rojnameger Andan û 14 binçavkiriyên din hatin berdan
15:05 Cara duyemîn biryara komkirina rojnameya Yenî Yaşamê hate dayîn
14:54 Kadrî Bagdû hate bibîranîn: Dewlet dizane faîl kî ne
14:52 Rojnamevan Salaz li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Wezîrê Dadê: Îdianameya cînayeta Narîn Guranê li ber amadebûnê ye
14:03 Ji DBP’ê daxuyaniya mitîngê: Gelan berpirsyarî dan muxatabên çareseriyê
13:29 Karkerek din ê ku di teqîna fabrîqayê de birîndar bûbû mir
13:25 Polîsan êrişî karkerên Fernasê kirin