Çalakiya Dayikên Şemiyê di hefteya 1000’emîn de ye: Em ê dest jê bernedin

  • rojane
  • 11:47 25 Gulan 2024
  • |

STENBOL - Bi sedan kesên di hefteya 1000’emîn a Dayikên Şemiyê de hatin bahev, ji bo kesên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin edalet xwestin. Di çalakiyê de wiha hate gotin: “Em ji bîr nakin em ê qet ji bîr nekin. Em hezar hefte ne, qîr dikin, em ê qet dest jê bernedin.”

Dayikên/Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û bi daxwaza faîl bên darizandin çalakiya xwe ya hefteya 1000’emîn bi tevlibûna partiyên siyasî û hêzên demokrasiyê li Qada Galatasarayê hatin bahev. Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan tev li çalakiyê bûn. 
 
Di çalakiyê de pêşmalkên bi kurdî û tirkî li ser “Dayikên Şemiyê” dinivîsîn, hatin lixwekirin û pankarta reş li erdê hate vekirin. Li ser pankartê nivîsa “1000 Hefte” hate nivîsîn û wêne û qûrnefîl danîn ser pankartê. 
 
Bi sedan kesên tev li çalakiyê bûn di destê wan de wêneyên windakiriyan û qûrnefîlan hatin Qada Galatasarayê û li qadê çalakiya rûniştinê ya bêdeng dan destpêkirin. 
 
ÊŞA KU HEZAR HEFTE NE NATEBITE
 
Endama Komîsyona Li Dijî Windakiriyên di Bin Çavan de ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Sebla Arcan xwend. Arcan, destnîşan kir ku 1000 hefte ne tên bahev û diyar kir ku daxwaza kesên ku dewletê piştî binçavkirin windakirin dikin. Arcan, destnîşan kir ku ne cenazeyê kesên hatine windakirin ne jî ew bi xwe qet nehatine dîtin û wiha got: “Ji wan tenê wêneyê ku em hildigirin maye. Ew jî weke we bûn û kesên ku em herî zêde jê hez dikin bûn. Hezar hefte ne bi êşeke ku qet natebite û hêviyeke qet xelas nabe li benda hezkiriyên xwe yên dewletê ew birin û çû disekinin. Hezar hefte ne dipirsin. Windakiriyên me li ku ne, faîl çima necezakirinê tên parastin. Em ê ji bîr nekin û qet ji bîr nakin. Hezar hefte ne em qîr dikin, em ê qet dest dest jê bernedin.”
 
‘HETA KU EM HEZKIRIYÊN XWE NEBÎNIN, EM Ê DEST JÊ BERNEDIN’  
 
Arcan, bi lêv kir ku ji sala 27’ê gulana 1995’an ve li Qada Galatasarayê kom dibin û wiha domand: “Em hin caran hatin astengkirin. Bi darê zorê, tundiyê hatin binçavkirin û darizandin. Lê me qet dest jê berneda ji ber ku ew roniya çavên me ne. Em nikarin qûrnefîlan danin, ser gorên wan. Lê em qûrnefîlan danin vir. Em di hefteya 1000’emîn de bi yek daxwazê derdikevin: Em windakiriyên xwe dixwazin! Em dixwazin qûrnefîlên xwe nedanin vir, danin ser goran. Em di hefteya xwe ya hezaremîn de careke din qîr dikin, heta ku em hezkiriyên xwe nebînin, em ê dest jê bernedin.” Piştî daxuyaniyan malbatên windakiriyan axaftinên kurt kirin û daxwazên xwe anîn ziman.
 
Dayika Hasan Ocak ê hatiye windakirin, Emîn Ocak ji bo piştevaniya herkesê spasiyên xwe pêşkeş kirin û edalet xwest.
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN’  
 
Dayika xebatkarê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê di bin çavan de hate windakirin, Zubeyde Tepe jî diyar kir ku gelek xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê hatin qetilkirin û wiha got: “Em ê dest ji Galatasarayê bernedin. Heta ku Tansû Çîller, Mehmet Agar û Korkmaz Tanhan neyên darizandin em ê vê têkoşînê bidomînin. Em kujerên zarokên xwe dixwazin. Edalet li vir nîne. Dibêjin ‘Tirkiye dewleta hiqûqê ye’. Heke edalet hebe bila faîlan darizînin. Ez edaletê dixwazim.”
 
Hevjîna Fehmî Tosûnê ê hatiye windakirin, Hanim Tosûn jî wiha got: “Helbet dê rojekê hesabê bidin. Em ê dest ji lêgerîna edaletê bernedin. Heta ku kujer derkevin pêşberî darazê em ê li vir bin.” 
 
‘EZ JI BO GOREKÊ LI VIR IM’  
 
Xwişka Hayrettîn Eren ê di bin çavan de hatiye windakirin, Îkbal Eren jî ev tişt gotin: “Dayika min her tim gorek xwestibû. Ez ji cihê ku dayika min hiştiye, ji bo goreke kekê xwe ya bi kulîlkan hatiye xemilandin li vir im. Hebûna me ya îro li vir, encama dest jê bernedana me ye. Em ê ji bîr nekin, nedin ji bîr kirin.”
 
‘EM BIMIRIN NEVIYÊN ME DÊ BÊN VIR’  
 
Keça Îbrahîm Demîr ê di bin çavan de hatiye windakirin, Denîz Demîr jî destnîşan kir ku 34 sal in li edaletê digerin û dê heta bêhna xwe ya dawî li pey edaletê bin.  
 
Hevjîna Kasim Aksoy, Erdogan Aksoyê jî wiha got: “Çavên hevjînê min girtin û ew birin girtîgehê û ew windakirin. Em edaletê û windakiriyên xwe dixwazin. Heke em bimirin jî dê neviyê me bên vê derê.” 
 
‘EV QAD QADA EDALETÊ YE’  
 
Hevjîna karsaz Savaş Bûldan ê hate qetilkirin parlamentera DEM Partiyê Pervîn Bûldan jî anî ziman ku hezar hefte ne li benda edaletê ne. Bûldan, bi lêv kir ku goreke ku qûrnefîlekê deynin ser nîne û got: “Goreke ku em li ser duayan bikin nîne. Ji ber wê yekê heta ku windakiriyên me bên dîtin û faîl bên cezakirin em ê li vir bin. Ji ber ku ev qad, qada me ya edaletê ye.” 
 
‘DEWLET GOREKÊ DEYNDARÊ MIN E’  
 
Birayê Cemîl Kirbayir ê hate windakirin, Mîkaîl Kirbayir ê hate windakirin jî diyar kir ku ji bo li vê qadê kom bibin bi gelek bêhiqûqiyan re rû bi rû mane û got: “Dewlet gorekê deyndarê min e.”
 
Neviya Îbrahîm Çelîk, Şevîn Çelîk jî wiha got: “Ez ji bo bapîrê xwe edaletê dixwazim.” 
 
Dû re peyamên piştevaniyê yên ji derveyî welat ji bo Dayikên Şemiyê hatine şandin hatin xwendin. Piştî peyaman çalakî bi dawî bû.  
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

30/10/2024
12:42 Cenazeyê girtiyê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû dan malbata wî
11:37 DEM Partiyê û CHP’ê bertek nîşanî binçavkirina Ahmet Ozer dan
11:33 Medenî Ferho: Aqilê marjînal nikare pirsa kurd çareser bike
10:48 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
10:33 Weqfa Mezopotamyayê kursa folklor û edebîyata gelêrî li dar dixe
09:57 Ji bo girtina 19 kesan îdiaya ‘îstîhbarî’ kirine hincet
09:49 Cûdî, Gabar û Besta ji şîrketan re tê pêşkeşkirin
09:24 Bi vegotina Abdullah Ocalan pergala 'îşkenceyê' ya Îmraliyê
09:20 Jin dê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin
09:18 Gulseren Yolerî: ‘Mafê hêviyê’ bi guhertina qanûnî pêkan e
09:16 Rojnamevan Mehmûd: Bi êrişan jiyana hevpar hedef tê girtin
09:15 Şêniyên Wanê: Şer were sekinandin dê krîza aborî jî çareser bibe
09:02 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2024'AN
08:52 Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin
29/10/2024
16:53 Girtiyê gotibû ‘Dê min bikujin’ bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
15:53 Werîşe Mûradî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kir
15:53 Dayikên Aştiyê serdana Emîne Şenyaşarê kirin
15:28 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
15:15 Kesê dê bibe serokê Hîzbullahê hate diyarkirin
15:08 259 koçber vegeriyan Mûsilê
13:24 Ji DEM Partiyê banga ‘komara demokratîk’
13:14 Leşkeran bi ser zozanê de girtin: Koçer û şivan hatin binçavkirin
13:13 Çapemeniya Azad mamoste Kaya bi bîr anî
12:29 Baroya Stenbolê bertek nîşanî girtina parêzer Sarsilmaz da
12:27 350 mîtroyan dûrî nexweşxaneyê ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da
11:45 Jina sporvan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:44 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû giran bû
11:25 Êrişkarên nijadperest ji xwediyên dawetê lêborînê xwestin
11:18 Koma Hevrayê bertek nîşanî girtina solîstê xwe da
11:14 Rohilat Efrîn: Divê Tirkiye ji ber sûcên şer were darizandin
10:51 HDK ji Lijneya Giştî re amade ye: Avakirina jinûve û rêxistinbûyîneke xurt
10:42 Temîzer vegot: Serî li ber zilm û neheqiyê netewand
10:22 Mamosteyê Çapemeniya Azad: Bi tecrûbe û pratîka xwe rê nîşan da
10:21 Abdullah Ocalan: Tekane rê komara demokratîk e
10:05 247 pêşniyazên qanûnî yên DEM Partiyê û 673 pêşniyazpirsên lêkolînê yên DEM Partiyê hatin redkirin
09:45 'Plana Çokşikandinê' di sala 9'an de ye: Plan bi ser neket, meseleya kurd çareseriyê ferz dike
09:30 Li Şirnexê gelek herêm hatin qedexekirin
09:29 Dayika emrê xwe bi têkoşîna aştiyê derbas kir: Kumrî Oner
09:27 Ji bo zarokan kargehên 'hînkirina azad'
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2024’AN
28/10/2024
19:34 Li Îranê di mehekê de 150 kes hatin bidarvekirin
19:31 Li Hezexê 9 kes serbest hatin berdan
16:12 Îdianameya Çeteya Yenîdoganê hate qebûlkirin
15:55 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi bombekirinê aştiya navxweyî pêk nayê
15:40 Li Mûşê qezaya trênê: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
15:34 10 baroyan bertek nîşanî êrişan dan: Êriş dibin sedema neçareseriyê
15:12 Berxwedana edaletê ya ji bo Roboskê di meha 154’an de ye
15:08 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kiribû hate girtin
14:21 DEM Partî: Me komkujiya madenê ya li Ermenekê ji bîr nekir
14:20 Li Amedê bertek nîşanî êrişan dan: Sûcê şer tê kirin
14:08 Jinan nerazîbûn nîşanî kuştina Evîn Demîrtaş dan
13:22 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
13:05 Hunermendê di çalakiya ‘Jin, jiyan, azadî’ de hatibû girtin tehliye bû
12:05 Şîna Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin
11:54 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:37 Jinek li Qoserê bi awayekî guman mir
11:10 Piştgirî dan parêzerê di danişînê de hatibû binçavkirin: Parastin dê serî netewîne
10:48 HDK dê lijneya giştî li dar bixe: Bi hev re ber bi azadiyê ve
10:21 Xemla payîzê û dermanê bapêşê: Şîlan
10:19 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re: Îdia û rastî
10:12 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:09 Nijadperestan êrişî daweta kurdan kir: Em li vir muzîka kurdî û kurdan naxwazin
09:31 Ji Şaredariya Êlihê kreşa pirzimanî
09:25 Ji OGK'ê kargehên xweparastinê: Jiyaneke din pêkan e
09:02 Sûc tune be jî dikare bê afirandin: Hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê
09:00 Parêzer Coşacak: Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/10/2024
21:23 Êrişî Garê hat kirin
19:55 Hevserokên giştî yên nû yên ESP’ê diyar bûn
16:48 Xelkê Dêrik û Amûdê li dijî êrişan daketin qadan
16:20 Komeleya Ekolojiyê ji bo zarokan çalakî li dar xist
16:19 ‘Bila qada hewayî ya Rojava ji balafirên dewleta tirk re bê girtin’
15:28 Silha malbatên Şenyaşar û Yildiz hate kirin
14:06 Hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin
13:59 DEM Partiyê li Rihayê silha du malbata kir
13:51 Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e
13:28 Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist: 35 kes birîndar bûn
12:48 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin
11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
10:54 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
10:52 Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
09:58 Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e
09:50 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye
09:30 ‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike'
09:04 ‘Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe'
09:03 16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike
09:02 Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
08:54 Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
08:50 Li Rihayê ciwanek a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
26/10/2024
20:32 Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’