Îlhan ê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Tişta ku mirovî li ser pêyan digire rêhevaltiya rasteqîne

  • rojane
  • 09:02 1 Hezîran 2024
  • |
ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Şehmûz Îlhan ê ku di 18 saliya xwe de cezayê muebetê lê hat birîn û 30 sal şûnde tehlîye bû got: "Lingê min gelê min bû û milê min jî hevalên min bûn. Di girtîgehê de tişta ku mirovî li ser pêyan digire rêhevaltiya rasteqîn e." 
 
Li Kurdistanê di salên 1990'î de di encama polîtîkayên dewletê yê şer de bi hezaran ciwan, siyasetmedar û jinên kurd hatin girtin û gelek ji wan jî ji aliyê hêzên tarî ve hatin windakirin. Kesên ku dihatin binçavkirin jî di bin îşkenceya giran de derbas dibûn û cezayê giran ê muebbedê li wan dihat birin. Yek ji van jî girtiyê nexweş Şehmûz Îlhan e. 
 
Îlhan, di sala 1994'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê di temenê xwe yê 18 salî de hat binçavkirin. Di binçavan de rastî îşkenceyê giran hat. Îlhan di temenê xwe yê 18 salî de ji Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya "Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebedê lê hat birin. Îlhan ê ku di heman demê de girtiyê nexweş bû, di 30 salên girtîgehê de nexweşiyên weke pençeşera mîde, tansiyo û dil lê peyda bûn. Îlhan di 30 salan de girtîgeha Tîpa E ya Amedê, girtîgeha tîpa E ya Sêrtê, gîrtîgeha Balikesîr tîpa T ya Bandirmayê, Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê û herî dawî jî di Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê dihat ragirtin di temenê xwe yê 47'an de hate tehlîyekirin. Şehmuz Îlhan ê ku piştî 30 salan  derketiye derve hestên xwe û şert û mercên girtîgehan û berxwedana ku di girtîgehan de tê dayin vegot. 
 
DI 18'Ê SALIYA XWE DE 30 SAL CEZAYÊ MUEBBEDÊ LÊ BIRÎN
 
Îlhan, diyar kir ku di temenekî biçûk de cezayê muebetê lê hate birîn û got ku ev biryar nişaneya wî tiştî bû ku çiqasî ji kurdan ditirsin û wiha axivî: "Ez di temenê xwe yê 18 salî de hatim girtin. Ez bi serfirazî hatim girtin. Mirov ji ber doza gelê xwe yê mafdar û welatê xwe hatibe girtin ev cihê şaneziyêye. Ez ti caran poşman jî nebûm. Ez bi gelê xwe û partiya xwe jî serbilindim. Her çiqasî mirov di bedel dayinê de zehmetî bikêşîne jî mirov pê keyfxweş jî dibe. Ez di zarokatiya xwe de hatim girtin. Miroveke 18 salî be naskirina partiyê û fêmkirina partiyê jî ne pir dibe. Ji ber wê dema ku ez di wî temenî de hatime girtin zanistiya min ne pir zêde bû. Lêbelê em ne poşman in û em serbilindin. Mirov zarokatiya xwe de bê girtin bêguman mirov zehmetiyê dikêşîne. Li gorî qanûnên dewletê, diviyabû ev qas ceza nedana kesekî di vî temenî de.Lê pergala dewletê em wisa ceza dikirin û dixwestin bi vî awayî me bitirsînin. Di 18 saliya min de 30 sal cezayê giran ê mûebbetê ji min re birin. Bi wî cezayî jî em serfiraz bûn."
 
'TIŞTA KU EM LI SER PÊYAN DIGIRTIN HEVALTIYA RASTEQÎN BÛ'
 
Îlhan di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku cezayê ku di temenekî biçûk de lê hatiye dayîn bêhêviyeke cidî di wî de afirandiye û got ku  bi hevalên li girtîgehê re wî bêhêvîtiyê veguherandiye hêviyê û wiha domand: "Girtîgeha ku ewilî ez tê de mam girtîgeha Amedê tîpa E yê bû. Ez nêzikî 7 salan li wir hatim ragirtin. Li wir îşkence pir hebû, zext û êriş jî pir hebûn. Lê tişta ku em li ser piyan digirtin îradeya me bû. Ez di temeneke biçûk de hatibûm girtin û ewqas ceza ji min re hatibû birin û min jî ji xwe re tiştek kir hedef ku ez bikaribim xwe li ser piyan bigirim. Ev tişt jî bawerî û îrade bû. Vê îradeyê îşkence û zext têk dibirin. Û ew yekane hêz bû ku em li ser piyan bisekînin. Ev îrade jî bi piştgiriya  rêhevaltiya rast çêbû. Tişta ku em li ser piyan digirtin hevaltiya rast bû. Heke ku hevalê mirovî li pişt mirov nebe mirov nikare xwe li ser piyan bigire. Tişta duyemîn a ku mirov dike hêz jî gelê me bû. Mirov dibêje,' gelek li pişt min e û hêza min ev gele' Lingê min gelê min bû û  milê min jî hevalên min bûn. Yê ku îradeya min xurt kirî gelê min û hevalên min bû."
 
'TU GEL QASÎ KURDAN XWEDÎ HÊZ Û ÎRADEYÊ NÎNE'
 
Şehmûz Îlhan anî ziman ku di her girtîgehê de pêkanînên pergalê bi heman şêwazî dihatin birêvebirin û got: "Di wê serdemê de me gelek zext û êriş li ser me hebûn û 10 heval li cem min şehîd ketin. Em bi şehadeta hevalan xemgîn bûn lê di heman demê de em xurtir û bi hêztir kirin. Piştî girtîgeha Amedê jî ez anîm girtîgeha Sêrtê. Li wir jî ez 13 salan mam. Ji xwe em çûbûn kîjan girtîgehê pêkanîn heman bûn û jiyana me bi heman rêbazî derbas dibû. Çiqas nexweşî hebin jî wan nexweşiya bi xwe re başitî jî anîn. Van nexweşiyan îradeya me û baweriya me xurt kir. Heke ku hêzek li pişt mirov nebe mirov nikare di şert û mercên girtîgehê de xwe li ser piyan bigire. Dema em li gelên din ên cîhanê dinêrin, tu kes ji wan bi qasî gelê Kurd xwedî hêz û îradeya nîne.Mirov nikare bibêje girtîgeh xweşe, lêbelê qasî nebaşiyên wê xweşiyên wê jî hene weke rêhevaltiyê. Li tevî hemû nexweşî û nebaşiyan jî tenê dayina wê berxwedanê jî dibe sedem ku mirov serfiraz be."
 
'TIŞTA KU BAWERIYA AZADIYÊ DIDE MIROVÎ RÊHEVALTIYE'
 
Îlhan bi lêv kir ku rêhevaltiya ku di girtîgehê de hatiye avakirin baweriya wî ya azadiyê xurt kiriye û wiha pê de çû: "Piştî Sêrtê ez çûm girtîgeha Bandirmayê jî mam.Li wir jî ez nêzikî 2 salan mam. Dema ku mirov ji girtîgehekî derbasî girtîgeheke din dibe mirov di hestan dije. Yek mirov ji ber ku ji hevalê xwe veqete xemgîn dibe. Tişta din jî nêçariye. Ez di girtîgeha Şirnexê de jî mam. Herî dawî ez di girtîgeha Wanê de mam û 6 sal û nîvan jî li wir mam. Dema ku mirov diçe girtîgehekî mirov di naskirina hevalên xwe de û rûniştandina hin tiştan de zehmetiyê dikêşîne. Lê ew berxwedana rihê  hevaltiyê mirovî fêrî her tiştekî dike.Ew hevalên ku ez pê re mam jî min hevaltiyeke gelek rast û dûrist jiyan kir. Ango em ne ji derve dûr bûn. Lingekê me di girtîgehê de bû û yek jî ji derve bû. Vê hêz û moral dida me. Min bawer nedikir ku ez ê 30 salan girtîgehê de bimînim û xelas bikim û derbikevim. Fikreke min ê derketina derve nebû. Min bawer nedikir ku ez 30 salan girtîgehê de bimînim. Yan jî heta 30 salan ez ê saxbim yan jî bimrim ev hêst di mirov de çêdibin. Lê bi rêhevaltiya ku mirov di girtîgehê de çêdike hêvî şin dibe. Tişta ku baweriya derketina ji girtîgehê dide mirov, baweriya azadiyê dide mirov ew rêhevaltî ye. Ew rêhavaltî nebe mirov nikare di girtîgehê de bimîne û li ser piyan bimeşe."
 
'WEKE KU GOŞTÊ MIN JI LAŞÊ MIN VEBÛYE HÎS DIKIM'
 
Îlhan hestên xwe yên piştî ji girtîgehê derket wiha vegot: "Pêşiya ku ez derneketim min digot,' ez ê biçim derve dê çawa çêbibe? Ev hîssiyatên ku di van 30 salan bi min re çêbûn dê bi xwe re çî zehmetî yan jî xweşî bîne?' Mirov van difikire.Mirov pir kelecan dibe. Di hûndirê mirov de kelecana ji derve heye. Dema ku mirov derdikeve û wê pêşwaziya gel dibine jî mirov bextewar dibe. Milekî de azadî heye lê aliyekî de jî mirov xemgîn dibe. Ewqas sal mirov bi hevalê xwe re dimîne û mirov ji wan qut dibe.Weke ku goştê min ji laşê min vebûye hîs dikim. Hê niha jî ez hevalên xwe mereq dikim. Aliyê derûnÎ ve mirov her li cem wan e. Çiqasî ez niha ji derve jî bim aliyekî ev firehî bi xwe re tengasiyê tîne. Têkiliyên mirovan, axiftinên mirovan û nêzikatiya wan a li hemberî hev ji min re biyanî tê."
 
'HEKE KU XWEDÎ DERKETIN HEBE DÊ ÇALAKÎ BI SERBIKEVE'
 
Îlhan bal kişand çalakiya ku di girtîgehan de hatiye destpêkirin û daxwaz kir ku herkes xwedî li berxwedana girtiyan derbikeve û got: "Divê ku hevalên ku niha di girtîgehan de li berxwe didin tenê neyên hiştin. Ji ber ku di aliyê derûnî de mirov qels be mirov nikare xwe li ser piyan jî bigire. Hevalên ku di girtîgehê de jî pîranî ji vî tiştî nerazî bûn. Ji aliyê xwedî derketina wan ve qelsbûyin hebû. Digotin,' em li berxwe didin lê xwedî derketin qelse' berxwedanek heye lê bihîstina wî dengê berxwedanê lawaze. Çiqas xwedî li hevalên zindanan derbikevin ew berxwedan jî û çalakî jî ewqasî mezintir dibe. Divê ku herkes li ser wê berxwedana wan derbikevin. Heke ku xwedî derketin hebe çalakî jî dê biserbikeve."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

07/06/2024
09:53 Parlamentera CHP’î: Divê em li dijî feraseta qeyûma têbikoşin
09:17 Li Êlihê bi şev qeyûm hate protestokirin
09:12 IHR: Biryara darvekirina Ozdemîr bi zexta civakî dikare bê sekinandin
09:09 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:06 Partiyên siyasî bertek nîşanî qeyûm dan: Pirsgirêk a her kesî ye, dema têkoşîna hevpar e
09:03 ‘Em ji bo Amedeke paqij tev li kampanyayê bibin’
09:02 Sêrtiyan bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
09:01 Nameyên wan neşandin Îmraliyê: Hincet 'dilsoziya ji bo Abdullah Ocalan'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2024'AN
06/06/2024
22:48 Li Kadikoyê desteserkirina vînê hat protestokirin
19:50 Çalakiyên nobedê didomin: Em ê rê nedin xespê
18:23 Hevserokên giştî çûn serdana malbata Akiş
18:08 Der barê Hevşaredarê Tetwanê de lêpirsîn
17:45 Şandeya KESK'ê li Colemêrgê ye: Rêzê li vîna gel bigirin
16:07 Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 124’an de ye
15:36 Ji TMMOB’ê berteka qeyûm: Li dijî vîna gel darbeya îdarî ye
15:01 Piştî 32 salan hatin berdan: Em ê rojên xweş bi hev re ava bikin
14:59 Ji bo protestokirina qeyûm bang kir
14:54 Hevserokê HDP’a Bûcayê hate berdan
14:41 Ozel û Erdogan dê di 11’ê hezîranê de hevdîtinê bikin
14:30 Hempîşeyên wî xwestin rojnamevan Karakoç were berdan
14:29 Wezaretê daxwaza lêpirsîna derheqê Baroya Amedê de red kir
14:19 33 rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ji bo Doza Elçî daxuyanî dan
14:06 Şewata li Mêrdînê hate kontrolkirin
13:58 DEM Partiyiyan pankarta ‘Bicehnime qeyûm’ bi Pira Bogazîçiyê ve daliqandin
13:45 Li dijî qeyûm meş hat lidarxistin: Bijî berxwedana Colemêrgê
13:20 Li Wanê 9 kes hatin binçavkirin
13:19 Mexdûrên erdhejê yên li dijî qada rezerve derketin hatin derbkirin
13:08 Îdianameya têkildarî şewata Kuluba Şevê: 22 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin
13:05 Parlamenterên DEM Partiyê li pêşiya Wezareta Karên Hundir in
12:41 Di 2 rojan de 17 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
12:08 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
11:46 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 ‘Ji bo polîs ji sûcê îşkenceyê bên darizandin em ê têbikoşin’
11:30 Hilbijartinên şaredariyan ên Rêveberiya Xweser hatin taloqkirin
11:22 Qeyûmê berê mexdûrên erdhejê xapand: 160 sal ceza jê re tê xwestin
11:01 Doza Sîncar hate taloqkirin
10:54 Hevserokên giştî bi rêxistinên civaka sivîl re civiyan: Banga hilbijartina pêşwext
10:32 Berdana girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hate taloqkirin
10:24 Sêrtiyan li dijî qeyûman banga têkoşîna hevpar kirin
09:49 Bahçecî: Dixwazin bi şerê taybet re jinan bêvîn bihêlin
09:34 Xelkê Îzmîrê bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Nayê qebûlkirin
09:24 Îtîrazî cezayê darvekirinê yê Hatem Ozdemîr hat kirin
09:22 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:21 Dîlmek: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe destûra bingehîn a nû nabe
09:02 Hew maye ku çanda tevnê ji navê rabe
09:01 Li 33 jinên girtî cezayê hucreyê hat birîn
09:00 ROJEVA 6’Ê HEZÎRANA 2024’AN
05/06/2024
22:21 Ji bo kesên li Qada Stasyonê hatin qetilkirin meşa bimeşale
21:17 Leyla Zana: Ji niha û şûnde nebêjin ‘kurd çi dixwazin?’
20:14 Hatîmogûllari: Hûn ê nikaribin qeyûman mayinde bikin
19:11 Çalakiya li ber şaredariyan di roja duyemîn de ye
18:58 Ozel serdana Emîne Şenyaşarê kir
18:53 Banga qebûlkirina daxwazên di greva birçîbûnê de
17:17 Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin
17:11 Akiş û siyasetmedarên din bi dehan sal hatin cezakirin
16:36 Hevseroka HDP’a Amedê ya berê Alokmen hat tehliyekirin
16:28 TAYAD’iyên tecrîda li girtîgehan şermezar kirin hatin binçavkirin
16:13 Bakirhan û Zana gihîştin Colemêrgê
15:54 Du girtî ji Girtîgeha Sîncanê hatin berdan
15:07 Di hilbijartina Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê de nerazîbûna li dijî qeyûm
14:51 Bi sedan leşker û polîs li Edliyeya Colemêrgê ne!
14:30 Dikandarên Colemêrgê derabe girtin
14:21 Li Wan û Konyayê nerazîbûn: Hevşaredar Akiş îradeya bi milyonan gelê kurd e
14:12 Li Colemêrgê piştî biryara ceza protestoyan dest pê kir: Qesrê li dijî gel şer îlan kir!
14:05 Li Amedê ji şaredariyan kampanyaya paqijiyê
13:49 19 sal û 6 meh cezayê hepsê li Siddik Akiş hat birîn
13:32 Di doza îşkenceya li Licê de li her polîsekî 8 sal ceza hat birîn
13:17 Serkeftina Curnê Reş diyarî berxwedana Colemêrgê kirin
13:11 Nivîskar û ramangerên îslamî ji bo Huda Kaya kampanya îmzeyan dan destpêkirin
12:17 Li ser daxwaza welatiyan ji şaredariyê otobusa bêpere
11:52 Vaye îfadeyên 'Oyun Bozan' ku kirin hinceta tayînkirina qeyûm
11:15 Partiyên siyasî li dijî qeyûm li cem berxwedana colemêrgiyan e
11:08 Hevşaredarê Colemêrgê Akiş: Ez serbilind im, ez ê her têbikoşim
10:54 Di edliyeya dorpêçkirî de danişîna Akiş dest pê kir
10:53 Bakirhan û Zana diçin Colemêrgê
10:40 9 sal in Komkujiya 5’ê Hezîranê nehatiye ronîkirin
10:04 Girtî li dijî girtîgeha ku parêzer çar sal in nikarin bikevinê di çalakiyê de ne
09:51 Li Mêrdînê 10 ciwan hatin berdan
09:51 Hilbijartina Hîlwanê: Şitlê 45 sal berê dîsa ji nû ve şîn bû
09:29 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiyê di roja 192'yan de didome
09:27 Piroglû: Divê têkoşîna civakî bê bilindkirin
Çakmak: Divê CHP bêdeng nemîne
09:25 Ji Amedê berteka qeyûm: Em ê dakevin kuçeyan û xwedî li mafê xwe derkevin
09:13 Ozturk Turkdogan: Asayîbûn divê ji Îmraliyê dest pê bike
09:02 Li dijî asîmilasyonê zarokên xwe dişînin Ma Musicê
09:01 Restorasyon heye lê tedbîr tune ye: Birca Belek hildiweşe
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:43 Ciwanên Geverê li dijî qeyûm xwepêşandan li dar xistin
04/06/2024
20:02 Şandeya CHP'ê li Colemêrgê ye: Tayinkirina qeyûm antîdemokratîk e
19:26 Li şaredariyên Kurdistanê gel di nobedê de ne
17:26 Protestoyên li dijî xespa vîna gel didomin
17:09 Bayindir: Dê saya berxwedana gelê kurd têk biçin
Hatîmogûllari: Navê vê faşîzm e, darbe ye
16:55 Li Meclisê dê li dijî qeyûm çalakî bê lidarxistin
16:16 Ozel: Qeyûm bêrêziya li dijî vîna gelê Colemêrgê ye
16:00 AYM’ê rayeya Erdogan a tayînkirina rektoran a bi rêya KHK’ê betal kir
15:51 Li Licikê cenazeyê karkerekî din hate dîtin
15:04 Çolterên Elbakê hate bombebarankirin
15:02 Berteka li dijî tayînkirina qeyûm: Biryareke derhiqûqî ye
14:57 Ji Waniyan berteka qeyûm: Zilm e, xesp e
14:39 Li Colemêrgê berxwedana li dijî qeyûm di roja 2’yan de didome