Kêliya êrişê vegot: Xwestin midûrê kargehê lînç bikin

  • rojane
  • 10:37 24 Hezîran 2024
  • |
img
AMED - Şirîkê şaxa Burger King a rastî êrişê hatibû Omer Felat Kaya diyar kir ku êriş bi awayekî organîzeyî tên kirin û êrişkaran xwestin midûrê kargehê lînç bikin. 
 
Di 22’yê hezîranê de komekê li Amedê êrişî Starbucks a li derdora Bûlwara Mahabadê ya navçeya Peyasê û şaxa Burger King a li navçeya Sûrê kir. Di dema êrişê de polîsan tu mudaxile nekir. Êrişkaran hinek kesên di kargehê de derb kirin. Şahidên bûyerê dan zanîn ku welatiyên derdorê ji polîsan re pirsa “Hûn çima mudaxile nakin?” kirine û polîsan jî ev bersiv dane: “Heke em bertek nîşan bidin dê bikişînin cihên cuda.” Daye.  
 
ÊRIŞ VEGOT
 
Şirîkê şaxa Burger Kinga rastî êrişê hatibû Omer Felat Kaya bûyera qewimî vegot. Kaya, da zanîn ku êriş bi awayekî organîzeyî hatiye kirin û gelek caran gef li wan hatine xwarin. Kaya, destnîşan kir ku komeke ji 60-70 kesan pêk dihat êriş pêk anî ye û wiha domand: “Li ser telefona xebatkaran ez hatim kargehê. Dema hatim kargehê, min dît ku komeke ji 60-70 kesan pêk dihat û bi organîzeyî, li mizgeftê kom bûne û piştre ketine restoranta me, dane pey mişteriyan, mase û kursî belav kirin, pivdankên boyaxê avêtin dîwar û pacan û dirûşm berz dikirin. Gefa ‘Dê ev bi îro bisînor nemîne. Dê sibe ev der neyê vekirin. Ev ne ya dawî ye.’ Di kêliya ewil a hatina wan de polîs tune bûn.” 
 
XWESTIN MIDÛRÎ LÎNÇ BIKIN
 
Kaya, destnîşan kir ku midûrê şaxê bi zor û zehmet ji lînçkirinê xelas bûye û wiha domand: “Wî jî bi saya xebatkaran xwe xelas kir. Polîs û notirvanan bi xwe provakasyona wê komê dît. Heta dema mirûdê restoranta me xwe gihandî kargehê û xwestî mudaxile bike, wê komê xwest lînç bike. Midûrê restorantê jê re got; ‘Ma em ne misilman in? Em li vir pariyê nanê xwe dixwin. Heqê we nîne hûn wiha dikin.’ Dema wisa gotî êrişî midûr kirin. Xebatkarên me jî midûr dibin qata jor û di depoyê de vedişêrin. Bi vî awayî xelas dikin.” 
 
'EW JÎ DIZANIN KU CEZA LÊ NAYÊ BIRÎN’
 
Bi domdarî Kaya qala gefên li wan tên xwarin kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Beriya niha komeke ji 5 kesan pêk dihat hate vê derê û gotin; ‘Divê hûn vê restorantê bigirin.’ Em bi wan re axivîn û me jê re got ku agahiyên wan xelet û kêm in, tu eleqeya restoranta wan bi şerê Îsraîl-Filistinê re nîne, xebatkarên vir ji xelkê herêmê ne û tiştên tên firotin ne yên Îsraîlê ne. Di roja ewil a cejnê de dîsa hatine lê ez ne li vir bûm. Ji hevjîna min re gotine dê ala Filistînê daliqînin. Em li polîsan geriyan û me îxbar kir. Me got ku divê komek li vê derê be. Kom tune bû lê hevalên memûr çendek saetan carekê dihatin. Ji ber êrişên li dijî gelek deveran, komên mayînde hene. Vê koma provakator jî agahî girtiye bê ka li pêşiya kîjan restorantê kom tune ye. Baş dizanin bê ka dê êrişî ku bikin. Ew jî dizanin bê ka çi sûc e û çi dê di dema lêpirsînê de bi dawî bibe. Provakasyona dikin zirarê nade wan lê zirarekê mezin dide esnafan. Xelk ji ber tirsê nikare bê rûne.”
 
'POLÎSAN MUDAXILE NEKIRIN’
 
Kaya, daxuyand ku koma behsa xeberê bi zanebûn hatiye arastekirin û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê têkildarî mijarê serlêdana sûc bikin. Pirsgirêka esasî ev e lê em wisa bawerin ku ev kom ji hêla cihekî ve bi zanebûn tên arastekirin. Li gorî agahiyên xebatkaran dane, fermanên xwe ji cihekî girtine û bi temamî li gorî wê tevgeriyane. Min û midûrê vardiyayê serlêdana sûc kir. Me ji polîsan pirsî bê ka çima mudaxile nekirin û ew kom binçav nekirin. A rast tu bersivek nedan me.” 
 

Sernavên din

06/12/2024
19:21 Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê: Em ji bo parastina gel derbasî navenda bajêr bûn
14:24 Meclisa Çand û Hunerê ya Konseya Bajar a Amedê hat avakirin
14:01 KURDÎGEH dê kongreyê li dar bixe
13:12 ÎSÎG: Di Mijdarê de 164 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:11 Mehmet Turgay piştî 32 salan hate berdan: Berxwedan jiyan e
13:11 Mazlum Ebdî: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne
11:38 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya Mijdarê eşkere kir
11:28 Di doza Narîn Guranê de dozgerî mutalaa da
11:17 Li Geverê operasyoneke din a leşkerî hate destpêkirin
10:14 Ji ber fikrên xwe tehliyeya wî hate taloqkirin
09:59 Amed di nava mijê de ma
09:52 ‘Lêgerîna tazî’ û tundiya dihat înkarkirin vegotin
09:51 Dayikên Aştiyê: Şer çareserî nîn e
09:21 Margaret Owen: Divê hemû dinya ji bo Rojava bikeve nava tevgerê
09:03 Rojnamegerê ji Minbicê Yehya Elo: Çete yek gavek jî pêş ve neçûne
09:02 Salih Muslîm: Em amadekariya şerê gel ê şoreşgerî dikin
09:01 Li Nisêbînê Komeleya Çand û Hunerê ya Rengînê vedibe
09:00 ROJEVA 6’Ê KANÛNA 2024’AN
05/12/2024
21:49 Êrişî Minbicê hat kirin: 2 xwişk û bira hatin qetilkirin
21:42 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 34 partiyan daxuyanî
19:50 Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê Sûcê şer tê kirin
18:47 Hêzên rejîma Sûriyeyê vekişiyan, HTŞ ket Hamayê
16:39 Li Minbicê bîlançoya êrişan
16:32 Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê: Berxwedana gelê me dê bidome
15:38 Gelek koçberên Şehbayê hatin dorpêçkirin û gelek jê hatin revandin
14:59 Dayikên Aştiyê li dijî şer banga têkoşînê kirin
14:26 DEM Partî li Meclisê nelirêtiyên qeyûman teşhîr dikin
14:18 Li Wanê berteka li dijî êrişan: Sînorên we yên çêkirî nikarin me ji hev qut bikin
14:12 Ayşegul Dogan: Heke hûn xwedî polîtîkaya şer nebin wê demê guftûgoyê bidin destpêkirin
14:03 Bertek nîşanî zextên ser fuara pirtûkan dan: Em sepanên faşîzan red dikin
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:31 Nehiştin Aşkan tev li şîna dayika xwe bibe
13:06 AYM: Nabe ku tenê li gorî îfadeyên şahidên nepen biryar were dayin
12:40 Ji bo rojnameger Oruç biryara beraetê hat dayin
12:03 DEM Partiyê têkildarî Zeydan daxuyanî da: Dev ji lîstikên siyasî berdin
11:37 Di 10 rojan de 147 kes hatin binçavkirin
11:32 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana DÎSK’ê
11:08 Waniyan bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind dan: Em vê neheqiyê qebûl nakin
10:53 Der barê hevşaredarên hedef hatibûn nîşandan de biryara neşopandinê
10:42 Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê: Em ê rê nedin ku şaredariyê xesp bikin
10:24 Prz. Ozlem Gumuştaş: Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were
09:53 Biryara ÎGK’ê: Dê mehekê ji cezayê dadgehê dayî zêdetir di girtîgehê de bimîne
09:38 Li girtî Geylanî ‘rawesta amadeyî’ ferz dikin
09:27 EHP û SYKP: Divê em li dijî êrişên li ser Rojavayê bitêkoşin
09:24 Li Îranê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
09:20 Hunermend: Li dijî qeyûman divê li her derî têkoşîn bê xurtkirin
09:03 Amedî baweriyê bi nêzîkatiya desthilatê ya li 'çareseriya pirsgirêka kurd' nayînin
09:02 Dayikên Aştiyê: Wê çete li ber felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' têk biçin
09:00 ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2024’AN
08:56 Daxuyaniya HSD’ê ya têkildarî Helebê
08:37 Meteorolojiyê ji ber barîna berfê bakurê Kurdistanê hişyar kir
04/12/2024
23:15 Nahît Eren: Mînakên por û mûyan ên li ser Narînê bi DNA'ya mîtokondriyal ên dayikê û bira re li hev dikin
20:39 Ji ber NY'yê bang kirin: Sûcên li dijî mirovahiyê rawestînin
19:44 Bi SÎHA'yan êrişî Dêrikê hat kirin: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
19:40 Jinan guh neda astengiyan, xeleka jiyanê çêkirin û meşiyan
19:34 Ji bo Rojava banga piştevaniyê: Yên xwe disipêrin çeteyan wê têk biçin
17:13 Weşangerên kurd bertek nîşanî zexta polîsan dan
17:12 Li Miksê nobeda li dijî qeyûm didome
17:06 Amedspor di qupayê de derket tura 5’emîn
17:00 Dê biryara Dadgeha Bilind a derheqê Zeydan de li Wanê bê protestokirin
16:58 Doza Ayşegul A. ku bi tiryak û fihûşê bûbû rojev hate taloqkirin
16:35 Polîs li fûarê derketin nêçîra pirtûkan: Weşanxaneyê bertek nîşan da
16:33 DEM Partî çû serdana TURK-ÎŞ’ê
16:32 Li dijî êrişan ser sînorê Kobanê zincîra ji mirovan û meş hatin lidarxistin
16:31 Beştaş: Hûn nikarin Pirsûs û Rihayê ji hev veqetînin
Hatîmogûllari: DAIŞ, HTŞ û SMO ji hêla heman çavkaniyê ve tê xweyîkirin
14:45 Êriş li ser sînor hatin protestokirin: Em rê nadin dagirkeriyê
14:28 Li Meclisê protestoya tecrîd, şer û qeyûm
13:56 Di êrişa dewelta tirk de kesek hate qetilkirin
13:55 ÎHD’ê bertek nîşanî sepana cotkelemçeyê da
13:47 Ji KCDP’ê rapora meha mijdarê: 32 jin hatin qetilkirin
13:40 Pitikekî li Şehbayê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
12:41 DEM Partî li pêşiya avahiya Wezareta Karê Hundir bû: Hûn dê aştiyê çawa pêk bînin?
11:55 Di pêşangehê de dest danîn ser pirtûkeke din
11:25 Dadgeha Bilind biryara li ser Abdullah Zeydan xera kir
11:24 Ji Weşanxaneya Aramê banga hevgirtinê
09:48 Zeydan: Em lîstika wan xera bikin
09:26 Gundên Minbicê hatin topbarankirin
09:12 Baîerê ku ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Pêdiviya gelê kurd û gelê tirk bi Abdullah Ocalan heye
09:11 Di dema AKP'ê de pergala perwerdehiyê: Gendelî û bêliyaqatî
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2024'AN
03/12/2024
20:03 Gundên Minbic û Kobanê hatin bombebarankirin
16:07 Xebatkara Weşanxaneya Aramê Sevînç Aldar hate berdan
16:01 Li Dêrsimê 5 kes hatin berdan
15:51 Qeyûm li Meclisê hatin protestokirin
15:46 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî serlêdana ji bo Îmraliyê daxuyanî da
15:46 Şîna Uluç bi girseyî hate ziyaretkirin
15:40 ÎHD’ê ji bo berdana Nîmet Tanrikulu bang kir
15:36 Dayikên Aştiyê: Em ê Rojava bi ruhê Kobanê biparêzin
14:21 Şaredariya Dêrsimê Civîna Meclisê li dar xist
14:00 Derheqê rojnameger Geşbûn Ayşe Kara de biryara girtinê hate dayin
13:55 TEV-DEM: Plana qirkirinê dikin
13:52 Di dema qedexeyên Sûr’ê de 3 caran hatibû definkirin: Ji AYM’yê biryara binpêkirinê
13:21 Ongullu piştî 30 salan hate berdan
13:12 ÎHD’ê ji bo girtiyên astengdar banga berdanê kir
12:52 Tulay Hatîmogûllari: Zimanê gefê biterikînin, deriyên îmraliyê vekin>
12:48 Li Semsûrê 3 ciwan ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî hatin binçavkirin
12:40 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hate berdan
12:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:16 Ji bo pirtûka Nelson Mandela biryara komkirinê hate dayin