Rojnamevan Rojava: Li Îranê tu bandora hilbijartinan tune ye

  • rojane
  • 09:54 9 Tîrmeh 2024
  • |
img
WAN - Rojnamevan Azad Rojava diyar kir ku serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pezeşkiyan dê li Îranê nebe xwedî bandor û got: "Rayedarên hatine hilbijartin bi temamî di bin bandora Xameneyî de ne."
 
Piştî mirina Serokkomar Îbrahîm Reîsî ku di 19'ê Gulanê de li Îranê di ketina helîkopterê de mir,  gel di 28'ê Hezîranê de ji bo hilbijartina serokkomarê nû çû ser sindoqan. Ji ber ku namzed ji sedî 50 derbas nekirin, hilbijartin ma tûra duyemîn. Namzedê reformxwaz Mesûd Pezeşkiyan di 5'ê Tîrmehê de bi rêjeya ji sedî 53.7'ê dengan bû 9'emîn Serokkomarê Îranê. Tê meraqkirin ku Pezeşkiyan ê di pêvajoya rageşiya bi Îsraîlê, krîza aborî û berxwedana "jin, jiyan, azadî"yê de hat hilbijartin, wê polîtşkayeke çawa bişopîne. 
 
Rojnameger Azad Rojava ku geşedanên li welêt ji nêz ve dişopîne, encamên hilbijartinê nirxandin. 
 
‘HILBIJARTIN JÎ REFORM JÎ DEREW E'
 
Rojava diyar kir ku hilbijartin di pêvajoyeke hestiyar de çêbûye û got ku krîza siyasî, aborî û civakî ya li welêt roj bi roj mezin dibe û vê yekê bandor li hilbijartinan jî kiriye. Rojava got: “Beriya her hilbijartinê hêviya çareseriyê heye. Lê êdî gel pê dizane ku hemû desthilatdarî di destê Alî Xameneyî de ye. Ger hûn li Îranê ji kesekî bipirsin dê vê bersivê bide. Yanî serokkomarê ku di hilbijartinê de bi ser dikeve, rayeya wî ya siyasetê û avakirina wî ya siyasetê nîne. Tenê li gor demê, carinan dixwazin reformxwazekî yan jî kesekî wekî Hesen Rûhanî bînin û xelkê bibin ser sindoqan û peyamekê bidin derve. Bi vê armancê dixwazin peyama ku gel her çi dibe bila bibe piştgiriya rejîmê dike bidin. Ji ber vê sedemê jî hilbijartin û reform derew in."
 
'KARBIDESTIYA SEROKKOMAR TUNE YE'
 
Rojava da xuyakirin ku yek ji pirsgirêkên sereke yên Îranê pirsgirêka jinê ye û got: “Di warê jinan, aborî û nukleerê de ji sedî yekê karbidestiyê jî ne di destê serokkomar de ye. Planeke serokkomar hebe jî heta ku rejîm nexwaze nikare tiştekî bike. Ger rejîm destûrê bide, dikare tiştekî bike. Wekî din bi tena serê xwe nikare tiştekî bike, ne xwediyê karbidestiyeke wisa ye." 
 
Rojava bi bîr xist ku bi milyonan hilbijêr sindoqên dengdanê boykot kirine û got ku daneyên rejîmê yên têkildarî beşdarbûna hilbijartinan ji raya giştî re eşkere kirine ne rast in. 
 
Rojava anî ziman ku ku ji bo gelê kurd û belûç wê tu guhertin çênabin û got ku li bajarên ku kurd lê dijîn jî ji bo kesên li Îranê dijîn jî tu guhertin çênabin. Rojava got: “Kurd her tim li vê erdnîgariyê rastî komkujî, binçavkirin û îşkenceyê hatine. Zextên siyasî, çandî û zimanî berdewam dikin. Tê gotin ku Mesud Pezeşkiyan û Tirkiye, wê li Urmiyeyê polîtîkaya 'pank-tirkîzmê' pêk bînin. Em ê di dema pêş de vê yekê bibînin."
 
Rojava bi bîr xist ku di pêvajoya hilbijartinê de yek ji propagandeyên girîng ên Pezeşkiyan jî nukleer bûye û got ku di vê demê de giranî li ser tevgerkirina bi dînamîkên bajaran bûye û wiha pêde çû: “Wekî ku tê zanîn di serdema yekemîn a Rûhanî de Peymana Nukleerî ya Bercamê hat îmzekirin. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump piştî ku hat hilbijartin dest ji vê peymanê berda. Rûhanî salek beriya bidawîhatina peymanê xwest cardin peyamnê çêbike ûket nava lêgerînê, lê hikûmeta Îranê rê neda vê yekê. Dibe ku niyeta Pezeşkiyan jî di vî warî de hebe û têkeve nava lêgerîneke wiha. Lê wekî min got, heta ku rejîm destûr nede Pezeşkiyan nikare gavekê jî bavêje. Her wiha hêzeke leşkerî ya bi navê Pasdarên Şoreşa Îranê heye. Dema dibîne ku siyaset pêş dikeve mudaxele dike. Rêberê Îslamî yê Îranê Alî Xameneyî beriya hilbijartinê daxuyaniyek da û got, 'Kî were hilbijartin, divê armanca sereke pêşdebirina nexşeya rê ya Komara Îslamî ya Stratejîk a Îranê be.' Kesên hilbijartî bi temamî di bin bandora Xameneyî de ne. Ji ber vê, ger guhertin tê xwestin, divê serhildan çêbibe.”
 
MA / Mehmet Guleş

Sernavên din

30/12/2024
10:57 Melayên tev li nobetê bûn: Têkoşîna ji bo mazluman ferz e
10:24 Giliyê Osman Taşdemîr li baroyê kir: Rastî tacîz û gefên wî hatim
09:59 Tevî cerdevanan got ‘me kuştiye’ jî dosyaya Yaginli hate girtin
09:05 Bi milyonan di tevahiya salê de li her derê bang kirin: Ji Abdullah Ocalan re azadî
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2024'AN
29/12/2024
17:26 'Ocalan ji sala 1998’an heta niha ji bo çareseriyê amade ye’
16:40 OHD û MED TUHAD-FED: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin
15:50 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Divê muxatab peyama Îmraliyê esas bigirin
15:24 'Divê îradeya çareserî û aştiyê ya Abdullah Ocalan esas were girtin’
15:19 DFG û MKG dê ji rojnamegerên girtî re name û pirtûkan bişînin
14:48 Nobeta li ser sînorê Kobanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:26 Pervîn Buldan: Ocalan xwest her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê
14:12 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Abdullah Ocalan balê dikişîne ser berpirsyartiyeke dîrokî
14:08 DBP: Divê xwedî li perspektîfa çareseriyê ya Ocalan were derketin
13:48 Hejmara kesên di qezaya balafirê ya Koreya Başûr de mirin derket 174’an
13:35 'Cezayê dane Nevzat Bahtiyar wijdana gel rehet nekir’
12:50 Kolberekî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
12:35 Girtiyê nexweş Burhan Adsiz rakirin nexweşxaneyê
12:11 Li Wan û Colemêrgê rêyên 214 gund û mezrayan hatin girtin
11:49 Hunermendan ji bo Rojava bang kirin: Em bibin dengê azadiyê
11:31 Abdullah Ocalan: Ji bo Tirkiye û herêmê dem dema aştî, demokrasî û biratiyê ye
10:47 ‘Em ê heqdestê hejariyê qebûl nekin’
10:45 'Bêdengiya li hemberî êrîşan hevpariya sûc e'
10:21 Welatiyên Bazîdê: Çareserî, azadiya Abdullah Ocalan e
10:10 10 sal piştre li heman cihî bang kirin: Dê Kobanê nekeve
09:43 Li Koreya Başûr qezaya balafirê: Herî kêm 122 kes mirin
09:42 Hejmara 96’an a Kovara Jinê derke
09:24 Ji bo Kurdî fikra hevpar: Divê em bêhtir bên cem hev
09:14 Kampanyaya ‘Azadiyê’ dê di 2025’an de jî bênavber bidome
09:04 Li Sûriyeyê firsend û hevsengiyên nû
09:02 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya Tirkiyeyê ya herî lezgîn aştiya bi kurdan re ye
09:00 ROJEVA 29’Ê KANÛNA 2024’AN
08:19 Di doza Narîn Guranê de biryar hat dayin: Cezayê muebbeta girankirî dan 3 kesan
28/12/2024
16:08 Nobeda li sînorê Kobanê: Parastina Rojavayê peywira me hemûyan e
16:04 Bîranîna Roboskiyê: Dê têkoşîna hesabpirsînê bidome
15:32 Xwestin girtiyên nexweş Erol, Erturk û Arslan bên berdan
14:33 Tevî hewaya sar jî nobeda li sînorê Kobanê didome
14:14 Li Wanê leşkeran welatiyek qetil kir
13:57 Îranê îsal 883 kes bi dar vekirine
13:47 Xizmên windayan ji bo Roboskiyê doza edaletê kirin
13:32 44 sal in aqûbeta Mahmut Kaya ne diyar e
13:09 Malbatên Roboskiyî serdana goristanê kirin
12:04 Heyeta DEM Partiyê li Îmraliyê ye
10:52 Parêzerê di nobeda li ser sînor de: Divê Tirkiye dest ji fobiya kurd berde
10:32 Welatiyê ku ji ber berfê li çiyê asê ma jiyana xwe ji dest da
10:10 Gelê Amedê: Em deyndarê kesên ku rastiyê dinivîsîn in
09:52 'Mûçeya kêmtirîn mafê jiyanê binpê dike'
09:34 Li Êlihê eleqeyeke zêde ji bo şanoya kurdî
09:09 'Kesên nikarin ji ser qoltixên xwe rabin zarokên gel li qadên şer didin kuştin'
09:04 Di sala 2024’an de bûn pêşengên berxwedanê
09:03 Li dijî êrişan saleke berxwedana azadiyê bû
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2024'AN
27/12/2024
21:46 Rojnamevana Îtalî li Îranê hate girtin
19:18 Destûra hevdîtinê ya bi Abdullah Ocalan re hat dayîn
18:55 Navnîşana înternetê ya Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
16:05 Berteka hevpar a li dijî qetilkirina rojnamegeran
15:54 1043 welatiyan bang kir: Ji bo aştî û demokrasiyê gavê lezgîn biavêjin
15:51 Di doza Nezîr Tekçî de cara duyemîn daxwaza beraetê hate kirin
15:46 Ji sînorê Kobanê bang kirin: Heya êriş bi dawî nebin wê nobeda me bidome
15:09 Nobeda li sînorê Qamişloyê di roja 15'emîn de ye
14:52 Li derdora Tişrînê pevçûnên dijwar
14:12 Bahtiyar, Guran sûcdar kir: Min ne kuşt, wî cenaze da min
14:11 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
14:00 IFJ: Li Xezeyê 147 rojnameger û xebatkarên medyayê hatin kuştin
12:58 Ji bo nivîsa der heqê qeyûman de biryara neşopandinê
12:33 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 DFG’ê di sala 2024’an de piştgiriya hiqûqî da 152 rojnamegeran
11:34 DEM Partiyê Zeynî Îpek ji partiyê îxrac kir
10:40 HSD: Di pevçûnên dawî de 22 çete hatin kuştin
10:25 Rolên li HTŞ'ê hatine barkirin
09:51 Weşanxaneya Aryenê 4 pirtûkên nû çap kir
09:37 Îfadeyên binakok parast, Nevzat Bahtiyar sûcdar kir
09:31 Zextên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Dumluyê zêde bûn
09:27 Bedela daxwazkirina edaleta ji bo Roboskê: 17 doz, gelek salên girtîgehê
09:08 Bertek nîşanî qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê dan
09:08 Emîra Er a rojavayî ya li sînorê Nisêbîn-Qamişloyê: Roj roja yekitiyê ye
09:07 Dayikên di 2014'an de li ser sînor: Em bi ruhê 2014’an xwedî li Kobanê derkevin
09:06 Biryarên DMME'yê nehatin bicihanîn, muxalif hatin cezakirin
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2024'AN
26/12/2024
21:59 Ferhat Şamî li Bendava Tişrînê ye: Em li vir in
15:50 Di doza Narîn Guranê de mutalaa hat dayin
15:41 ÎHD’ê ji bo rewşa girtiyên nexweş hişyarî da
15:35 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 14’an de ye: Em dilê Rojava ne
15:29 Bavê Rojîn Kabaîşê: Çima tu kes napirse, ew qetil kirin
15:20 Xebatkarê Yenî Yaşamê Akoren hate berdan
15:19 Biryara girtina GOÇÎZDER’ê hate protestokirin
14:52 Mehmet Ocalan li ser sînorê Kobanê axivî: Em ê xwedî li jiyana li Rojava derkevin
14:50 Amediyan henekên xwe bi mûçeyê kêmtirîn kirin: Pir zêde kirine!
14:38 AYM’ê serlêdana girtiyê li Îmraliyê ya ji bo ‘mafê telefonê’ red kir
14:19 Dadgehê ji ap Guran re got: Heke te bigota niha ev nîqaş nedihat kirin
13:24 Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê mîrateya Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bidomînin
13:11 Ji bo doza bi xetereya demborînê re rû bi rû ye banga tevlibûnê kir
12:51 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:16 Rêveberiya Xweser têkildarî aloziya li Sûriyeyê daxuyanî da
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ceza hate dayin
11:12 Girtî Kaya binpêkirinên li girtîgehê vegot: Piştî hevdîtinê nizanim dê çi bi serê min bê
10:59 Serokê PEN a Navneteweyî: Dixwazin çapemenî bibe dengê serdestan
10:52 Jin li edliyeyê ne: Em ê dozên Narîn û Rojînê bişopînin
10:39 Hunermendan bang kir: Em xwedî li Rojava derkevin
10:22 ‘Em dev ji nivîsandina rastiyê bernadin’