Xeta xiyanetê ya bi Kurdistanê dide windakirin: PDK

  • rojane
  • 09:08 23 Tîrmeh 2024
  • |
img
SIRNEX - PDK ku xiyaneta xwe ya ewil di sala 1946'an de li dijî Komara Kurd a Mahabadê pêk anî îro jî bi hevkariya êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê vê xiyaneta xwe ya li dijî kurdan didomîne. 
 
Dewleta tirk di 17'ê Nîsana 2022'yan de bi hevkariya PDK'ê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên girêdayî Herêma Kurdistanê ne êriş dan destpêkirin. Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmê bi salan e berdewam dikin, di meha tirmehê de belavî qadeke berfireh bûn. Dewleta tirk ku bi piştgiriya PDK’ê li herêmê baregehên xwe ava kirine, bi sedan wesayîtên zirxî sewqî bejahiya navçeya Amêdiye ya Duhokê kirin. Li herêma ku di bin êrişên dewleta tirk de ye gelek welatî di bombebaranan de hatin qetilkirin û gelek jî neçar man ji ber zextên PDK'ê û dewleta tirk koçber bibin. Li gorî daneyên Tîmên Aştiyê yên Xirîstiyanan (Community Peacemaker Teams-CPT) heta niha 6 noxteyên kontrolê hatine avakirin. Herêm di nava 27 rojan de 285 caran hatiye bombebarankirin û ji ber vê yekê herî kêm 182 malbat koçber bûne. 
 
 
Li Kurdistan û gelek deverên cîhanê bertekên li dijî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re berdewam dikin. PDK bi hevkariya xwe ya dewleta tirk re careke din bi xiyanetên xwe yên di dîrokê de hat rojeve. 
 
Ji bo yekitiya netewî gelek caran bangawazî li PDK'ê hatin kirin. Lê PDK'ê ku ev bangawazî bê bersiv hiştin li dijî tevgera kurd bi gelek dewlet, partî û hêzên navneteweyî re hevkarî kir. Malbata Barzaniyan ku di sala 1946'an de xiyaneta xwe ya ewil li dijî Komara Kurd a Mahabadê kir, di demên cuda yên dîrokê de jî ev xiyanet berdewam kir.
 
ÎXANETA YEKEM JI QAZÎ MIHEMED RE
 
Komara Kurd a Mahabadê di sala 1946'an de li rojhilatê Kurdistanê ava bû. Piştî avabûna Komara Kurd a Mahabadê dewleta Îranê dest bi êrişan kir. Li dijî êrişên Îranê Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî biryara parastina bi hev re girtin. Lê dema ku êrîşan dest pê kir Mele Mistefa Barzanî tevlî parastinê nebû û Qazî Mihemed bi tenê hişt. Qazî Mihemedê ku bi tenê mabû, ji bo ku zêdetir zirar negihêjê gel neçar ma teslîm bibe. Piştî ku Qazî Mihemmed li Qada Çarçira hat darve kirin Komara Kurd a Mahabadê jî hilweşiya. 
 
BÛYERA DOXTOR ŞIVAN
 
PDK ya li dijî destkeftiyên kurdan her tim dibe asteng, di dîrokê de darbeya herî mezin li têkoşîna gelê kurd xist. Doxtor Şivan (Saît Kirmizitoprak) ê di tevgera kurd de xwediyê cihekî girîng e, di 11'ê tîrmeha 1965'an de ku salvegera darvekirina Şêx Seîd e Partiya Demokrat a Kurdistan - Tirkiye (PDK-T) ava kir. Saît Elçî yê di vê serdemê de berpirsyarê PDK-T'yê bû, dema ji bo bi Mele Mistefa Barzanî re hevdîtinê bike çû Başûr hate qetilkirin. Pişt re derket holê ku Elçî bi arastekirina MÎT'ê ji aliyê hêzên taybet ên PDK'ê ve hatiye qetilkirin. Doktor Şivan û hevalên wî yên ji mirina Elçî berpirsyar hatin girtin, bi fermana Mele Mistefa Barzanî bi xwe hatin darvekirin. 
 
HEVKARIYA BI TIRKIYÊ RE 
 
PDK di van 41 salên dawî de gelek caran bû hevkarê êrîşên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê û her tim li dijî gelê kurd di xeta îxanetê de cih girt. Cara yekem di sala 1983’yan de êrîşa leşkerî ya Tirkiyê li ser Başurê Kurdistanê pêk hat. Di navbera Enqere û Bexdayê de "Peymana Ewlehiya Sînor û Hevkariyê" hat îmzekirin. Bi vê peymanê Bexdayê rê ji dewleta tirk re vekir. Di çarçoveya vê peymanê de, dewleta tirk rêya derbasbûna 10 kîlometreyan di nava axa Herêma Başurê Kurdistanê de wergirt. Piştî vê yekê gelek caran bi daxwaza PDK'ê dewleta tirk derbasî Başur bû û li wir baregeh ava kirin.
 
AXA KURDISTANÊ PÊŞKEŞÎ DEWLETA TIRK KIR
 
Dewleta tirk di sala 1995'an de bi erêkirina PDK'ê li başurê Kurdistanê dest bi avakirina baregehên xwe kir, ji wê rojê ve 71 baregehên Tirkiyeyê li herêmê hene. Ji wan baregehên ku herî tên zanîn jî baregehên Bamernê û Başîka bûn. Li giredayî van baregehan dewleta tirk li herêmên Seraniş, Kanîmasî, Bêgova, Amediya û Batûfa, Şêladizê, Kirîbî, Sinekî, Sirî, Kubkê, Kumrî, Koxê Spî, Serê Zêr, Geliyê Zaxo û Amêdiyê baregeh ava kir. Di heman demê de dewleta tirk li Hewlêr, Duhok, Zaxo û Amêdiyê jî saziyên girêdayî MÎT’ê vekirin. Li baregehên ku wesayîtên zirxî, top û helîkopter û nexweşxaneyên sehra lê hene derdora 20 hezar leşker hene. Balkeşe ku baregehên ku dewleta tirk li herêmê bi piştgiriya PDK'ê ava kirine, di navbera herêmên Heftenîn û Zapê de ne.  
 
Di sala 1995’an de li Herêma Kurdistanê di navbera PDK’ê û PKK’ê de pevçûn derket. Li ser vê yekê PDK’ê careke din ji dewleta tirk daxwaza piştgiriya leşkerî kir. Tirkiyeya ku li ser daxwaza PDK'ê ji bo piştgiriyê hat herêmê, careke din derneket. Ji ber vê yekê dewleta tirk li herêmê li gel PDK'ê li dijî PKK'ê baregeha xwe ya yekemîn a leşkerî ava kir. 
 
HEVKARIYA BI SEDAM RE
 
Sedam Huseyînê ku li Helepçeyê bi çekên kîmyewî li dijî kurdan komkujiyeke mezin pêk anî di 31'ê Tebaxa 1996'an de li ser banga PDK'ê bi çekên giran û 30 hezar leşkeran ket Hewlêrê. Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî nameyek ji Sedam Huseyîn re şand û di nameyê de Sedam vexwend ku li dijî partiya kurd YNK'ê Hewlêrê dagir bike. Di nameya Barzanî ya ku ji qatilê 182 hezar kurdan Sedam re hatibû şandin de wiha dihat gotin: “Birêz Serokê min, bi serkeftin û aqilmendiya we divê hûn ji bo mudaxileya Iraqê ya li dijî Îranê çareseriyekê bibînin. Em daxwazê ji cenabê we dikin ku dawî li xiyaneta hêzên derve û hevkar Celal Talebanî ku fermanan dide artêşa Iraqê û metirsiyê çêdike, bînin û artêşa Iraqê bikeve Hewlêrê.”
 
Sedam bi daxwaza PDK'ê di 31'ê tebaxa 1996'an de bi çekên giran û 30 hezar leşkeran kete Hewlêrê û di şer û pevçûnên ku di navbera hêzên rejîma Baas û YNK'ê de derketin 450 pêşmergeyên YNKê jiyana xwe ji dest dan û bi sedan ji wan jî birîndar bûn. 
 
XIYANETA PDK'Ê YA LI DIJÎ TÊKOŞÎNA KURD
 
PDK'ê di êrîşa dewleta tirk a di 5’ê tebaxa 1991’an de li dijî PKK’ê da destpêkirin de rasterast cih girt û ket nava şer. Di heman demê de di sala 1992’yan de di êrişa Xakurkê ya ku ji aliyê Serfermandarê Giştî yê wê demê Dogan Gureş ve hatibû destpêkirin de cih girt. PDK'ê bi awayekî aşkere piştgirî da êrîşên 21'ê Adara 1995'an, Gulana 1995'an, Nîsana 1996'an, Çileya 1997'an, Gulana 1997'an, Tîrmeha 1997'an û xiyanet kir. Her wiha her çiqas dewleta tirk di êrîşên 1983, 1984, 1986, 1996 û 2000’î de bi sedan sivîl qetil kirin jî PDK’ê ji aliyê leşkerî û siyasî ve tu bertek nîşan neda. Hevkariya PDK'ê ya bi dewleta tirk re di salên 90'î de jî dewam kir. Piştî ku PDK bi dewleta tirk re ket nava hevkariyê, bi taybetî di salên 90'î de êrîşên bejayî û hewayî yên li ser herêmê zêde bûn. Piştî operasyona bejayî ya ku dewleta tirk di 6'ê Gulana 1992'yan de li herêma Behdînan pêk anî, şandeke Başurê Kurdistanê di 8'ê hezîrana 1992'yan de serdana Enqerê kir. Piştî hevdîtinên ku di vê serdanê de hatin kirin, bi navê “Hêza Çakûç” êrîş li herêmê hat kirin û PDK jî dem bi dem beşdarî van êrîşan bû.
 
GARANTORA BAREGEHA BAŞÎKAYÊ PDK!
 
Di dema êrişên DAIŞ'ê yên li dijî Herêma Kurdistana Federe de di sala 2015'an de bi daxwaza PDK'ê dewleta tirk 12 kîlometreyan dûrî Mûsilê baregeha Başîkayê ava kir û piştî têkçûna DAIŞ'ê jî ew der vala nekir. Hikumeta Navendî ya Iraqê daxwaz kir ku dewleta tirk baregeha Başîkayê vala bike lê dewleta tirk ev yek qebûl nekir. Dewleta weke hincet îdia kir ku baregeh li ser daxwaza waliyê Mûsilê yê kevin bi peymaneke hevpar a di navbera dewleta tirk û Herêma Kurdistanê de hatiye kirin, hatiye avakirin. Baregeha leşkerî ya Başîkayê ku bi hinceta "Têkoşîna bi DAIŞ'ê re" hate avakirin li herêmê di êrişên li dijî HPG'ê de bi awayekî aktîf hate bikaranîn. Hikumeta navendî ya Iraqê, her çiqas êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmê weke "Binpêkirina serweriyê" bi nav bike jî PDK ji êrişan re pêşkeşiyê dike. 
 
ÊRÎŞÊN PIŞTÎ SALA 2017'AN…
 
Dewleta tirk, piştî sala 2017’an êrîşên xwe li ser esasê bicihbûna herêmê domandin. PDK’ê jî di van êrişan de hevkariya dewleta tirk kir. Hêzên Zêrewanî û Gulan ên girêdayî PDK'ê û malbata Barzanî, bi awayekî çalak beşdarî êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê ku di 23'yê nîsana 2021'an hatibû destpêkirin bûn. Dîsa li herêmên wekî Zînî Wertê ku PDK 40 sal bû neketibû wê deverê li ser daxwaza dewleta tirk ketê û bi avakirina qereqolan û noxteyên kontrolê "xeta xiyanetê" careke din raxist ber çavan. Di encama îstîxbarata ku PDK'ê dan dewleta tirk li herêmê gelek endamên HPG'ê û YJA STAR’ê jiyana xwe ji dest dan û gelek ji wan jî ketin kemîna PDK'ê. 
 
BANGAWAZIYÊN YEKITIYÊ BÊ BERSIV HIŞT
 
Dewleta tirk vê carê bi piştgiriya PDK’ê di 17’ê Nîsana 2022’yan de li dijî Zap, Avaşîn û Metîna yên girêdayî başurê Kurdistanê di bin navê “Pençe Kilit” de êrîş dan destpêkirin. Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmê nerawestiyan. Bi taybetî di destpêka vê mehê de ber bi bejahiya Amêdiyê ya Dihokê sewqiyata lêşkerî hat kirin û herêm hat bombebaran kirin. Tirkiye li ser armanca Misak-ı Milli dixwazê herême bi tevahî dagir bike. PDK jî hevkariya vê dagirkeriyê dike û careke din di xeta xiyanetê de cihê xwe digire. Li Kurdistan û gelek deverên cîhanê bertekên li dijî xeta xiyanetê ya PDK'ê dewam dikin. Gelek caran bangawaziya yekitiyê ji PDK'ê re hat kirin lê PDK'ê her carê ew bangawazî bê bersiv hişt û hevkariya xwe ya li dijî kurdan didomîne. 
 
HEVKARIYA BI TIRKMENAN RE 
 
Di dema ku bertekên li dijî hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re berdewam dikin de PDK'ê vê carê li dijî kurdan bi partiya Tirkmenan re li hev kir. Parlamenterê Eniya Tirkmen ya Iraqê (ITC) Erşat Salihî di daxuyaniya xwe ya 18'ê tîrmehê de ragihandibû ku wan bi PDK'ê re li ser diyarkirina meclîsa bajêr û walî li hev kirine. Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Sadî Ehmed Pîre li ser ve yekê ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku ew lihevkirineke bi vî rengî ya li ser Kerkûkê qebûl nakin. Hate diyarkirin ku bingeha lihevkirina PDK’ê ya bi Eniya Tirkmenî re hevkariya wê ya bi Tirkiyeyê re ye.
 
MA / Mahmût Altintaş 
 

Sernavên din

17/01/2025
09:40 Babatê ku 30 sal dîl hat girtin amadekariya vekirina pêşangehê dike
09:39 Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve
09:32 MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide
09:31 Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne
09:08 Serokê DTSO'yê Kaya: Em ê li Enqereyê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin
09:06 Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:25 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
08:24 Ciwanan qeyûm protesto kirin
06:23 Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî li Hewlêrê hevdîtin kir
16/01/2025
16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin
12:55 Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe
12:52 Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
12:36 Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike
11:29 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin
11:14 HDK’ê kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin
10:56 Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
09:19 Bihayê motorînê hat zêdekirin
09:14 Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
09:00 Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
09:00 Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
09:00 Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
13/01/2025
21:17 Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
21:12 Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
20:11 Li Amedê sersal hat pîrozkirin
19:55 Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike
19:33 Li gelek bajaran protestokirina qeyûman: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
18:31 Der barê Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar de biryara berdanê
15:29 QSD'ê: Di nava 24 saetên dawî de 23 çete hatin kuştin
15:02 Li Akdenîzê gel guh neda bendan
14:25 Leyla Guven: Em amade ne tevkariyê li pêvajoyê bikin
14:12 DEM Parti: Qeyûm înkarkirina vîna gel e
11:57 Karê ewil ê qeyûm: Wêneyê Erdogan daleqand
11:50 Şaredariya Beşîktaşê hat dorpêçkirin
10:58 Li gundên Geverê operasyona leşkerî