Ji binçavkirin û girtinan re berteka ‘govenda bikurdî’

  • rojane
  • 20:21 28 Tîrmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Riha, Amed û Antalyayê girtina kesên ji ber gerandina govendê ya li ber stranên kurdî bi gerandina govendê hate protestokirin. Hevserokê DEM Partiyê Bekîr Karakeçîlî wiha got: “Gerandina govendê ne sûc e lê her hewldana li dijî vê yekê sûc û nijadperestî ye.”

 
Di rojên dawî de bi hinceta gerandina govendê gelek kes hatin binçavkirin û girtin. Li Amed, Riha û Antalyayê ev rewş hate şermezarkirin.  
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Karakopruyê, ji girtin û binçavkirinên di van rojên dawî de bi hinceta gerandina govendê ya li ber stranên kurdî hatin kirin bi gerandina govendê bertek nîşan da. Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, Hevserokên DEM Partiyê yên Rihayê Bekîr Karakeçîlî û Sema Aîşeoglû û gelek kes beşdarî çalakiya protestoyê ya li qadeke vala ya li kêleka avahiya partiyê bûn. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekîr Karakeçîlî yê piştî gerandina govendê ya li ber stranên kurdî daxuyanî da, bal kişand ku rewşa dijminatiyê ya li dijî govend û cil û bergên herêmî yên kurdî tê xwestin bê normalîzekirin û wiha got: “Kesên ku li kolanan, dawetan, li Meclisê, li medyaya dîjîtal û li her qada civakî ji faşîzma organîzeyî ya tê kirin re li çepikan didin, civakê ber bi xetereyê ve dibin.”
 
‘EM Ê SERÊ XWE NETEWÎNIN’  
 
Karakeçîlî di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em ji vir rayedarên hikumetê hişyar dikin; dest ji sûcê nijadperestî û nefretê yê vekirî yê li dijî kurdan berdin. Cilên jiyanî yên kurdan ên rojan e ne sûc in, gerandina govendê ne sûc e, îşareta serkeftinê ne sûc e lê hemû hewldanên li dijî vê sûc e, nijadperestî ye. Em ê serî li dijî aqlê siyasî yê weke faşîzma 12’ê Îlonê û Esat Oktay mînakê digirin serî natewînin. Em ê bi awayekî herî xurt li nirxên xwe, demokrasiyê û azadiyê xwedî derkevin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Zext nikarin me têk bibin” bi dawî bû. 
 
LI 7 NAVÇEYAN DAXUYANÎ Û BERTEK  
 
Heman daxuyanî û çalakiya şermezarkirinê li navçeyên Pirsûs, Xelfetî, Curnê Reş, Serêkaniyê, Wêranşar, Hewag û Bêrecûkê jî hate pêkanîn. Endamên DEM Partiyê û welatî jî hatin ber avahiya partiyê û govend gerandin. 
 
AMED 
 
Endamên DEM Partiyê û welatiyên ku li Parka Newrozê ya li navçeya Rezan a Amedê hatin bahev, govend gerandin û çalakiya protestoyî li dar xistin. Hevşaredarên Rezanê Sîraç Çelîk û Leyla Ayaz, rêveberên DEM Partiyê yên navend û navçeyê. Balkêş bû ku kesên astengdar jî beşdarî govendê bûn. Dayikên li parkê bi tilîliyên xwe piştgiriya kesên govend digerand kirin, bi govendên weke cîda, gizo û giranî girtin hatin protestokirin. 
 
Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevşaredarên Xana Axpar Semra Akyuz û Mehmet Şerîf Arzû jî tev li çalakiya protestoyî ya li ber Rêxistina DEM Partiyê ya Xana Axpar hate kirin bûn. Çalakî bi govendên li ber stranên kurdî hatin gerandin bi dawî bû. 
 
Endamên DEM Partiyê li navçeya Peyasê jî li ber Ceylan AVM’ê li ber stranên kurdî govend gerandin. Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Guldîken, rêveberên DEM Partiyê yên navend û navçeyê û gelek kes welatî beşdarî çalakiyê bûn. 
 
‘ÇANDA ME RÛMETA ME YE’  
 
Rêvebera DEM Partiyê ya Peyasê Nesîbe Haran a piştî gerandina govendê axivî, wiha got: “Ew çi bikin jî nikarin çanda me ji holê rakin. Em ê her tim govendên xwe bigerînin.” Piştî daxuyaniya hate kirin dirûşmeya “Çanda me rûmeta me ye” hate berzkirin. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû. 
Li navçeya Farqînê jî li Parka Kent Meydaniyê li ber dahol û zirneyê govend hate gerandin û girtin û binçavkirin hatin şermezarkirin. 
 
Di çarçoveya biryara hatiye wergirtin de li navçeyên Amedê yên din jî çalakî hatin lidarxistin.  
 
ANTALYA
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Antalyayê li ber avahiya partiyê çalakiya protestoyî li dar xist. Di çalakiya ku êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Kurdistana Federe hatin şermezarkirin de pişt re li ber stranên kurdî govend hate gerandin. 
 
Rêveberê DEM Partiyê yê Antalyayê Şevket Temel ê di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Tirkiye li aliyekî bi xizanî û bihabûna jiyanê re rûbirû ye li aliyê din jî bi rûyê qirêj ê şer re rû bi rû ye. Krîza aborî û siyasî ku di encama polîtîkayên şer de kûr bûye, hemû civak bi şert û mercên dijwar re rû bi rû hiştiye. Em bang li hemû gelan , bi taybetî hemû şoreşger , sosyalîst , demokrat , rewşenbîr û hunermendên li Tirkiyeyê dikin ku li dijî van polîtîkayên şer bi gelê kurd re di nava piştevaniyê de bin.”
Pişt re li ber stranên kurdî govend hate gerandin û girtin û binçavkirin hatin şermezar kirin. 
 
 
 
 
 

Sernavên din

28/01/2025
12:52 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li ser gora xwe hatin bibîranîn
12:45 Hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê parve kir: Divê Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe
11:58 Stranên nîjadperest vekirin û girtiyê nexweş derb kirin
11:47 'Heke dewlet jidil be bila girtiyên nexweş berde’
11:17 Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş: Êrişeke li ser îradeya gelê Kurd e
11:14 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Cezayê hefsê dan Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş
11:05 Mazlum Ebdî: Me daxwazên xwe ji Şamê re gotin, li benda bersivê ne
10:26 Besê Hozat: Ji bo Rêber Apo bikare bang bike divê tecrîd bê rakirin
10:00 Abdullah Ocalan: Tekane vebijêrk paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk e
09:27 'Li hundir aştî, li derve jî şer nabe'
09:26 Ji ber mesrefan sewalkarî li ber qedandinê ye
09:03 Hewl didin ji projeyên ku Botanê tune dikin yeke din jî pêk bînin
09:02 'Pêkanînên antîdemokratîk wê bi ser nekevin'
09:00 Ji Dikana Piştgiriyê ya Hêviyê alîkarî ji bo 2 hezar malbatan
09:00 ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2025’AN
27/01/2025
16:24 Dewleta tirk li Ranyayê wesayîtek bombebaran kir:4 sivîl hatin qetilkirin
15:38 Li Depê çalakiya ‘Ji bo Rojava re statu ji gelan re azadî’ hat lidarxistin
14:57 Bernameya Enqereyê ya Platforma Parastina Bajar a Amedê diyar bû
14:30 Zextên li ser rojnamegeran dê li Amedê bên protestokirin
14:29 HSD'ê bîlançoya pevçûnên 24 saetên dawî eşkere kir
13:31 Dewleta tirk êrişî gundên Dihokê kir: 2 welatî hatin qetilkirin
13:01 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê Meclis tavilê înîsiyatîfê li xwe bigire
12:43 Doza Sereke ya JÎTEM’ê bi hinceta demborînê hat betalkirin
12:29 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva peyamên Abdullah Ocalan civiya
11:35 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê dê li Enqereyê hevdîtinan bike
11:06 Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê her roj 6 kes tên îdamkirin
10:39 Rojnameger Eylem Babayîgît: Dê nekarin bi me paşvegavê bidin avêtin
10:19 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Çepnî: Biryar pir ji berê ve hatibûn dayin
10:18 Navenda ku qeyûm hilweşandibû dê dîsa bê vekirin
09:56 Siyasetmedaran xwesti îktîdar ‘jidil’ û ‘şefaf’ be
09:32 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê sosyalîst ji bo çareseriyê hewl bidin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Mîmarê çareseriyê amade ye, lê dewlet?’ derket
09:03 Li Tişrînê tenduristvan hedef hatin girtin: Sûcê şer e
09:02 Berxwedêrên Tişrînê: Em rûmeta xwe diparêzin
09:00 ROJEVA 27’Ê ÇILEYA 2025’AN
26/01/2025
16:53 Ji bo pirtûka ‘Parastinên Bêsînor’ çalakiya roja îmzeyê hat lidarxistin
16:21 Xelkê Kobanê salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kir
15:49 'Dijminên welat ew kes in ên ji bo rantê qeyûman tayîn dikin’
15:35 Li Zaxoyê malek hate bombebarankirin
15:04 KNK: Mîna 10 sal berê em careke din Rojava biparêzin
14:56 DAIŞ’ê êrişî Hesekê kir
14:48 Tirkiyeyê wesayîta pêşmergayan bombebaran kir
14:24 Balafirên şer Sirînê bombebaran dikin
14:02 ‘Yên êrişî Kobanê dikin dê aqûbeta DAIŞ’ê bijîn’
13:50 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 19’an de didome
13:39 Sarya Efrîn a YPJ'î: Xeyalên Tirkiyeyê li berxwedanê qelibîn
13:21 Bayindir ji AKP’ê re got: Çareserî, naskirina statûya Rojava ye
13:12 Ji Amedê bang kirin: Tişta li Xezeyê sûc çawa ji bo Tişrînê rewa dibe?
12:27 Rêveberiya Xweser: Ruhê Kobanê li Tişrînê didome
12:17 Hatina Trump dê bandoreke çawa li Rojhilata Navîn bike?
11:19 Ji 419 rêxistin û partiyan deklarasyon: Ji Rojava re statû, ji bo gelan azadî
11:14 DEM Partî: Serkeftina Kobanê pîroz be
11:04 Li Amedê serdegirtina malê
10:40 Eyşe Efendî: Li Bendava Tişrînê berxwedana Kobanê tê dubarekirin
10:10 Li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê greva birçîbûnê hat destpêkirin
09:54 Li girtiyê nexweş ê 78 salî di dema tedawiyê de kelemçeyê ferz dikin
09:40 Girtiyê nexweş tevî rewşa xwe ya xetere jî nayê berdan
09:27 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:20 Encamnameya panela ‘Pêşeroja Rojava’ hat eşkerekirin
09:09 Meteorolojiyê xelkê Herêma Serhedê hişyar kir
09:00 ROJEVA 26’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:22 Hejmara kesên ji ber şewata Hotêla Grand Kartalê hatine girtin bû 15
08:14 Di êrişa ser Tişrînê de 21 kes birîndar bûn
25/01/2025
16:43 Li dijî xespkirina vînê nobed: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê aştî nayê
15:47 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
15:45 Îtalya û Fransayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin
15:13 Hakan Fîdan sibê wê biçe Bexdayê
15:11 Hamasê 4 dîlgirtiyên din ên Îsraîlî radest kir
14:43 Taniş û Denîz hatin bîranîn: Kujer Levent Ersoz e
14:21 Li Îranê kolberek bi giranî birîndar bû
13:53 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Taniş û Denîz pirsîn
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan hat tahliyekirin
11:11 Der barê bavê Jîna Emîniyê de biryara binçavkirinê
11:07 Parêzerê berê yê Abdullah Ocalan: Divê ev firsend ji dest neçe
10:04 5 ambulans hedef hatin girtin, 3 tenduristkar hatin qetilkirin
09:56 Ji Şaredariya Îdirê xebatên ji bo jinan
09:12 Bi lêgerîna li hundirê dev dermankirina wî tê astengkirin
09:02 Şandeya ÇHD'ê ku çû Kartalkayayê: Me xwe negihand dozgeran
09:01 Ekolojîst Sezgîn: Maden dibin sedema pirsgirêkên tenduristiyê
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2025'AN
24/01/2025
20:05 Rojnameger Eylem Babayîgît hat girtin
19:57 Hûrguliyên hevdîtina Îmraliyê
15:34 Parêzeran ji ber biryara beraetê ya di Doza Tahir Elçî de serî li AYM’ê dan
15:23 Nobeta li Tişrînê di roja 17’an de didome
15:06 Rojnameger Eylem Babayîgît sewqî edliyeyê hate kirin
15:04 Rêveberiya Xweser a Şengalê bertek nîşanî Qanûna Efûya Giştî da
14:55 38 ESP’î bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
14:14 Li Akdenîzê çalakiya nobetê: Heta qeyûm diçe dê têkoşîn bidome
13:51 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Dev ji van polîtîkayan berdin
12:53 Hevşaredar Sariyildiz sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
12:52 HSD: 9 çete hatin kuştin
12:39 Malbata Durdu ê bi guleya leşkeran hatibû qetilkirin serî li baroyê da
11:40 41 kesên binçavkirî birin edliyeyê
11:29 Sekreterê ÎKK’a Boluyê ya TMMOB’ê: Wezaret nikare xwe ji berpirsyartiyê xelas bike
11:04 Abdullah Ocalan: Erebeyê nexin pêşiya hespê, ewilî ‘Tirkiyeya Demokratîk’
11:03 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Çepnî: Destkeftiyên Kurdan destkeftiyên çîna karker in
10:22 Eren Keskîn: Ji bo çareseriyê divê dewlet gavên şênber biavêje
09:59 Rojnameger Eylem Babayîgît 3 roj in binçavkirî ye