Ekmen: Kurdî parçe nake lê wê ev mêjî welêt parçe bike

img
STENBOL- Alîkarê Serokê Giştî yê DEVA'yê Mehmet Emîn Ekmen bertek nîşanî girtina kesên ku ji ber stranên kurdî û govendgerandinê hatin girtin û jêbirina nivîsên hişyariyê yên bi kurdî da û got: "Kurdî parçe nake, lê ev feraset wê welêt parçe bike."
 
Piştî kampanyaya lîncê ya ku ji aliyê hesabên nijadperest ve bi rêya medyaya sanal hat destpêkirin, gelek kesên li ber bi stranên kurdî govend gerandin an hatin binçavkirin an jî hatin girtin. Piştî wê, nivîsên hişyariyê yên bi navê “Pêşî Peya" û "Hêdî" ku Şaredariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser rêyan nivîsîbûn hatin jêbirin. Bi fermana Wezareta Karên Navxweyî li Wan, Amed, Mêrdîn û Elîhê ser van nivîsên hişyariyê yên kurdî hat xêzkirin. 
 
'NE RAST E'
 
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya DEVA'yê Mehmet Emîn Ekmen, binçavkirin û girtinên hatine kirin û jêbirina nivîsên hişyariyê yên bi kurdî nirxand. Ekmen anî ziman ku girtina govendgeran û jêbirina nivîsên kurdî ne rast e û bi bîr xist ku binçavkirin û girtina kesên li ber stranên kurdî govend gerandine piştî parvekirinên li ser hin hesabên medyaya sanal dest pê kiriye.
 
Ekmen anî ziman ku bi rêya hin hesabên medyaya sanal li hemberî kurdan pêleke êrişan pêk hatiye û wiha got: "Mixabin tu siyaset û têgihîştina burokratîk a ku hêza wan a aqilî li dijî vê pêlê bixebite tune ye. Tevî ku ev koma dubendiyê bi hejmar kêm be jî, dikare bandorê li ser burokrasî û siyasetê bike. Ev rewşek giran e. Piştî van girtinan, li şaredariyên DEM Partiyê yên li herêmê, nivîsên hişyariyê yên bi kurdî yên ku bi jiyana mirovan re têkildar bûn, hatin jêbirin. Pêşî li Wanê pêk hat û wekî helwesteke ferdî xuya kir. Lê me dît ku di bin kontrol û çavdêriya polîsan de mudaxele tên kirin. Bi her awayî ev refleksa li hemberî zimanê kurdî êşbar e û cihê mixabiniyê ye." 
 
AQILÊ DEWLETÊ LI HEMBERÎ LÎNCÊ BÊ PARASTIN DIMÎNE
 
Ekmen anî ziman ku wî li ser hesabê xwe yê medyaya sanal jî bertek nîşan daye û wiha got: "Kurdî parçe nake, lê ev feraset wê welat parçe bike. Dîroka nivîsên li ser erdê hatine nivîsandin, li Amedê xwe disipêre sala 2015'an. Tu qeyûmnî hizir nekiriye ku wan ji holê rake. Ev rewş bi xwe jî, nîşana bandora MHP'ê ya di siyaset û burokrasiyê de ye. Di siyaset û burokrasiyê de ev bûyerên bi navê Tifaqa Gel diqewimin, AKP ji hemû îdiayên wê yên damezrîner dûr dixe û wê mehkûmî reflekseke burokratîk a ewleparêz dike. Siyasetmedarên AKP'ê ji bilî çend dengên qels nikarin bi tundî li dijî vê yekê rabin."
 
Ekmen anî ziman ku geşedanên navborî di nava gelê kurd de bûye sedema şikestinekê û got ku heya li hemberî vê netehemlkuruna kurdî bertek neyên nîşandan dê rewş xirabtir bibe û û got: "Peywira dikeve ser milê siyasetê û rêxistinên civaka sivîl û çapemeniyê, bêyî van tiştan wekî tiştekî asayî bibînin bertek nîşan bidin." 
 
MA / Esra Solîn Dal

Sernavên din

05/02/2025
09:00 Ji meteorolojiyê hişyariya barînan
09:00 ROJEVA 5’Ê SIBATA 2025’AN
04/02/2025
16:19 Derdora Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
15:58 Rojnameger Ahmet Guneş hate berdan
15:56 Ji bo tevlibûna mitînga Amedê derî bi derî geriyan
15:47 Salek e li Girtîgeha Tokatê bi biryara lijneyê tahliye tên astengkirin
15:27 Bakirhan bersiva pirsa Îmraliyê da: Hêj tiştekî zelal tune ye
14:44 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes xwedî gotin û pratîk be
13:59 'Qeyûm şaredarî veguherand qereqolê’
13:41 Kongra Star: Em ê tola Hîva Erebo hilînin û şoreşa jinê bi ser bixin
13:18 Şaredariya Cizîrê bi beşdariya gel civîn li dar xist
13:18 Rapora meha Çileyê ya KCDP’ê: 33 jin hatin qetilkirin
13:17 Siyasetmedarê Fransiz: Rojeva modêla pêşerojê ye
12:41 Bakirhan: Ocalan ji bo çareseriya mayinde amadekariya banga dîrokî dike
12:09 Li Dêrsimê nexweşiya tebekê: Bi dehan sewal mirin
11:39 Yildirimci: Şer û neçareserî civakê xîzan dike
11:27 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:25 Biryara ji bo parastina Kaniyên Munzurê dîsa guherî
11:09 Amed xwe ji bo mitînga ‘Aştî û azadiyê’ amade dike
10:59 Du mehên rêveberiya HTŞ’ê: Nasname û dîroka jinê di hedefê de ye
10:37 Li herêma erdhejê tiryak, fihûş û tundî zêde bû
09:30 Doza Narîn Guranê birin îstînafê
09:20 Pisûlaya cenazeyê 28 sal in nehatiye dayin
09:15 Fermandarê qereqolê: Me nehişt Zeydan biçe herêma qedexe
09:08 Ji Platforma DGD'ê banga ji bo kampanyaya 'ji bo aştiyê milyonek îmze'
09:07 Dosye ya cînayetê ye, biryar eşyayê qaçax ê gumrukê
09:06 ‘Krîz dê bi bidawîbûna şer ji holê rabe'
09:01 Tevî emrê xwe yê mezin jî çanda tevnê dide jiyîn: Bila ev çand nemire
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2025’AN
03/02/2025
16:48 Li Kobanê ji bo ‘Azadiya Ocalan’ bang
16:26 Biryara Dadgeha Bilind a der barê Pinar Gultekîn de hat protestokirin
15:58 Ji bo berxwedana li Tişrînê ji sê bajaran bi rê ketin
15:44 Temellî: Sermuzakerevan Ocalan e û em piştgiriyê didin her gava diavêje
15:21 Dewleta tirk stasyonê avê ya li Kobanê bombebaran kir
14:20 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gava herî girîng azadiya Ocalan e
13:18 DFG’ê rapora meha Çileyê eşkere kir: Li 42 rojnamegeran lêpirsîn hate destpêkirin
13:08 Li Hezexê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:08 Li dijî mala Babat ê DEM Partiyî êriş hate kirin
12:50 Aydar: Heta Ocalan bi awayekî azad xebatên xwe nemeşîne çareserî pêk nayê
12:31 Meclisa Şaredariya Sêrtê civiya: Em biryara tayînkirina qeyûm nas nakin
11:30 Dayikên Aştiyê: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
11:13 Li Amedê ji bo mitînga ‘azadiyê’ bang hate kirin
11:09 ENAG: Enflasyon ji sedî 81 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 42 ye
11:02 Nîqaşên ser çareseriyê: Îktîdar baweriyê nade
10:53 Alî Bozan: Ji bo şandina qeyûm em ê li benda hilbijartinê nemînin
10:40 Şandeya li Enqereyê hevdîtin kir: Divê pêvajo civakî bibe
10:00 Ji bo qeyûman dibêjin ‘demkî ne’ lê mayinde dikin
09:32 Xelkê Sêrtê bibiryare ku qeyûm bişîne
09:16 Platforma Gelan a Ewropayê wê li Viyanayê bicive
09:00 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Gavên şênber lazim in’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ SIBATA 2025’AN
02/02/2025
16:22 ‘Yên çareseriyê dixwazin bila êrişan bidin sekinandin’
15:53 Berdan Ozturk: Hêviya me Abdullah Ocalan e
15:05 Ji bo Werîşê Mûradî û Pexşan Ezîzî ji NY’ê re name hate şandin
14:29 FÎSA: Di 2024’an de 77 zarok ji ber sedemên dikariyan pêşî lê were girtin mirin
14:28 ‘Abdullah Ocalan 26 sal in çareseriyê pêşniyar dike’
13:56 Tulay Hatîmogûllari: Birêz Ocalan gav avêt, dora dewlet û îktîdarê ye
13:43 Rêxistina Navçeya Navendî ya DEM Partiyê ya Şirnexê kongreya awarte lidar xist
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila dewlet gavan biavêje
12:22 HSD: Herî kêm 4 çete hatin kuştin
11:42 Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa li dijî Aşmê de 10 sivîl birîndar bûn
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû