Xwestin Kuday û Aykaç bên berdan

  • rojane
  • 15:14 31 Tebax 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîstên mafên mirovan xwestin girtiyên nexweşiyên wan giran Abdulkadîr Kuday û Ayhan Aykaç tavilê bên berdan. 

 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di hefteya 649’an de çalakiya xwe ya “Rûniştina F’yê” li dar xist. Çalakî li pêşiya avahiya komeleyê hat lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday ku li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê ragirtin. 
 
Metna daxuyaniyê ji hêla endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran ve hate xwendin. 
 
Onaran, da zanîn ku Kuday nexweşê Amyotrofik lateral sklerozê (ALS) ye û nexweşiya wî rê li ber mirinê vedike. Onaran, pirsgirêkên tenduristiyê yên Kuday rêz kir û ev tişt anî ziman: “Nexweşê ALS’ê ye. Piştî emeliyata fitqa piştê felcê li lingên wî da, guhên wî nabihîsin, çingînî di guhên wî de heye, baş nabîne, dest û lingên wî baş xwe nadin ber, êdî hîs nake, bi zor û zehmetî dadiqurtîne, di navteng, pişt, stû û zikê wî de êşên giran hene, diverişe, apneya xewê, singê wî diêşe û dişewite, gelek zeîf bûye, mîdeyê wî zêde diêşe û di pergala hezmê de pirsgirêkan dijî.” 
 
‘DAKET BIN 40 KÎLOYAN’
 
Onaran, got ku kîloya Kuday daketiye bin 40’an, Kuday êdî nikare biaxive, neçarê nav nivînan bûye û bi alîkariya hevalê xwe yê qawîşê dijî. Onaran, got ku tevî gelek raporên ATK’ê yên “Nikare di girtîgehê de bimîne” jî Kuday nayê berdan û serlêdanên wan bêencam mane. 
 
Çalakî, bi dirûşman bi dawî bû. 
 
ENQERE
 
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî di hefteya 521’emîn de li pêşiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hatin gel hev. Endamên înîsiyatîfê di çalakiyê de pankarta “Tedawî mafe nayê astengkirin, girtiyên nexweş berdin” hilgirtin. 
 
GIRTIYÊ NEXWEŞÊ DIL
 
Di çalakiya vê hefteyê de çalakvanan bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Ayhan Aykaç ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci diyar kir ku Aykaç nexweşê dil e û ji ber vê nexweşiya xwe anjiyo bûye. 
 
BI TENA SERÊ XWE DI HUCREYÊ DE TÊ RAGIRTIN 
 
Di berdewamê de Yazmaci da zanîn ku nexweşiya Aykaç didome û dermanên tên dayin tu bandorê lê nakin. Yazmaci, wiha pê de çû: “Rewşa wî roj bi roj girantir dibe. Li gel dermanan, her wiha hewayê paqij û liv û tevger jê re hate pêşniyarkirin. Lê ev pêşniyar li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind mimkin nîne. 23 saetan di hucreyeke hewşa wê tune ye de tê ragirtin û 24 saetan temasa wî bi hewayê paqij re nabe. Xwest di nava heman kampusê de biçe girtîgeha hewşa wê heyî lê ev daxwaz hate redkirin.” 
 
DIVÊ EMELIYAT BIBE
 
Yazmaci, axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber fitqa stû divê Aykaç bê emeliyatkirin. Lê ji ber ku bi qasî emeliyatê pêvajoya piştre jî girîng e û ji ber komplîkasyonên emeliyatê,  xetereyê wê hene. Nexweşiyên Aykaç ên weke Servîkal Dîstonî, reflu ya kronîk, întihaba qirikê û mîdeyê hene. Divê şert û mercên wî yên lê dijî bên başkirin, tedawiyên wî bên kirin û ji ber nexweşiyên wî yên giran rapor were dayin û heta baş dibe jî înfaza wî were taloqkirin.” 
 

Sernavên din

09/03/2025
14:33 ‘Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî’ hate avakirin
13:10 Di mitînga 8’ê Adarê ya Wanê de posterê Abdullah Ocalan hat hilgirtin
12:13 Li Wanê mitînga 8’ê Adarê: Em ê Rêbertiya xwe azad bikin
11:30 Fîlozofê navdar Edgar Morîn piştgirî da banga Abdullah Ocalan
11:00 Kesên piştî Meşa Şevê ya Femînîst hatin binçavkirin hatin berdan
10:35 HSD’ê bîlançoya şer a 24 saetên dawî aşkera kir
10:00 Navendên ku Newroz bê pîrozkirin diyar bûn
09:49 Kovara Jinê bi berga ‘Em serî radikin ber bi azadiyê ve dimeşin’ derket
09:47 Li dijî projeya çêkirina bendavê dê pêvjaoya hiqûqî bê destpêkirin
09:45 Li Amedê jinek hat kuştin
09:34 Jinên ku peyama Abdullah Ocalan wergirtin: Haya me ji berpirsyariya me heye
09:25 Jinên Botanî: Divê Abdullah Ocalan demildest azad bibe
09:15 Xwîşka Gulan a PKK'yî: Em bi Ocalan bawer in, wê azadî pêk were
09:01 Dayikên Aştiyê: Ji bo çareseriyê divê ji ewil Ocalan û girtî bên berdan
09:00 Li Eko Jinê wê hemû biryar bi hev re bên dayîn
09:00 ROJEVA 9’Ê ADARA 2025’AN
08/03/2025
17:15 'Em ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind dikin'
16:43 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
16:33 Jin bi daxwaza azadiyê herikîn qadan
16:20 Li Êlihê jinan doza azadiya Abdullah Ocalan kir
16:11 Li Amedê coşa 8’ê Adarê: Em ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin
15:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê
15:51 Li Dersimê 8’ê Adarê: Jin wê civaka demokratik ava bikin
14:16 Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan
14:09 Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Alî Işik bên darizandin
13:31 Peyama Ocalan a ji bo 8'ê Adarê: Bang ji bo jinan ronesans e
12:48 Çîçek: Banga dîrokî pêngaveke azadiyê ye
12:29 8'ê Adarê: Jin li qadan e
11:19 Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê
09:36 Wê jin di 9'ê Adarê de li Wanê aştî û azadiyê biqîrin
09:16 Alimên olî: Divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:07 Rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku desthilat gav bavêje
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2025'AN
07/03/2025
16:28 Bernameya hevdîtinan a DEM Partiyê diyar bû
16:10 Li Curnê Reş jinan şahiyeke bicoş li dar xistin
15:16 Dewleta tirk Sirînê topbaran dike
15:15 Burçîn Satici hate berdan
15:09 EFFP'ê piştgirî da banga Ocalan: Firsendeke dîrokî ye
14:58 Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
14:41 Li Akdenîzê ji bo avakirina civakeke demokratîk bang li jinan hate kirin
14:27 Îdianameya der heqê Ahmet Ozer de hate qebûlkirin
14:03 Kesên ji lêpirsîna Hînkerê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:02 Girtiyê ku nexweşê derûniyê ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin!
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinê nifteya civaka demokratîk e
13:36 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin
13:01 DEM Partiyê kesên di Komkujiya Qoçgiriyê de hatin qetilkirin bi bîr anî
12:20 Ji 4 bajaran ber bi Tişrînê ve bi rê ketin
12:09 ‘Em piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk’
11:57 Li Sûriyeyê şer: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
11:56 Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike
11:21 Rêveberiya Xweser banga diyalogê kir
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:56 Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe
09:16 Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin
09:02 Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e
09:01 Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2025’AN
05/03/2025
17:04 Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
16:17 Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
16:17 Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
15:30 Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
14:50 Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
14:49 DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê