Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

  • rojane
  • 10:57 13 Îlon 2024
  • |
img
STENBOL - Malbat û wasiyê Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 42 meh in tu agahî jê nayên girtin. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Her wiha birayê Omer Hayrî Konar, Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinên serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan. 
 
7 CEZAYÊN ‘DISIPLÎNÊ’ HATIN BIRÎN 
 
Mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan ê bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Di navbera salên 2021-2024’yan de her yek jê ji bo 3 mehan herî kêm 7 cezayên disiplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatin birîn û mafê wan ê hevdîtinê hate astengkirin. Sedema van cezayên dîsiplînê û nimreyên dosyayê tevî hemû serlêdan û îtîrazan bi parêzeran re nayê parvekirin. 
 
Di encama serlêdanên ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê kirin de ji aliyê dadgehê ve hate diyarkirin ku di 18'ê tebaxa 2021'an de 3 meh, di 3'yê sibata 2022'yan de 3 meh, di 31'ê gulana 2022'yan de 3 meh, di 9'ê îlona 2022'yan de 3 meh cezayên dîsiplînê hatine dayîn. 
 
BIRYARA QEDEXEYÊ YA DAWÎ
 
Parêzeran di 10’ê tîrmeha 2023’yan de serlêdan kir û dadgeriyê di 19’ê tîrmehê de bersiv da parêzeran. Dadgerî, bêyî ku dîroka wê destnîşan bike got ku cezayê disiplînê yê ji bo 3 mehan hatiye birîn. Parêzeran herî dawî jî di 10’ê cotmeha 2023’yan de serî li dadgeriyê da. Ji bo hevdîtina bi malbatan re serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê hate dayîn û dadgehê di 13’ê cotmehê de bersiv da serlêdanê. Dadgehê got ku cezayekî nû yê disiplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatiye birîn. 
 
Dadgeriyê, sedema parvenekirina hejmara dosyaya cezayê disiplînê jî weke “dê li ser çapemeniyê were parvekirin” nîşan da.
 
QEDEXEYA HEVDÎTINA BI MALBATAN RE YA 3 MEHAN 
 
Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, serlêdana parêzeran û malbatan a ji bo hevdîtinê ya di sala 2024’an de bersivand. Dadgeriyê diyar kir ku di 28'ê Adarê de Serokatiya Lijneya Disiplînê "cezayê disiplînê" li Abdullah Ocalan biriye. Hat hînkirin ku biryara di 12'ê nîsanê de teqez bûye. 
 
Parêzeran ragihand ku pêvajo bêyî wan hatiye meşandin û di 26'ê Nîsanê de serlêdan kirine ku biryar tevî dosye û delîlan radestî wan bê kirin. Lê belê serlêdana wan hat redkirin. Her wiha îtiraza parêzeran a ji bo biryara "cezayê disiplînê" jî hat redkirin.
 
Piştî temambûna vê demê, parêzeran bi daxwaza hevdîtina malbatê dîsa serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Dadgeriyê got ku serokatiya Lijneya Disiplînê di 4’ê tîrmehê de li Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din “Cezayê disiplînê” biriye û bi vê sedemê hevdîtina bi malbatê re ji bo 3 mehan hatiye qedexekirin. Parêzeran têkildarî dosyayê agahî xwestin lê nehatin dayin û parêzeran jî li dijî biryarê îtîraz kirin. 
 
 
 
 

Sernavên din

21/03/2025
12:13 Cihê Newroza Eskîşehîrê guherî
12:05 Newroza Azadiyê dest pê kir: Bi deh hezaran kes li benda têketina qadê ne
11:51 Her çar aliyên Amedê bûye Newroz!
11:46 Hejmara kesên ji lêpirsîna ÎBB’ê hatin binçavkirin derket 88’an
11:38 Li Amedê Newroza azadiyê
11:22 Kemal Kurkut li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
11:20 Posterên Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne
11:07 Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Parlamentoya Danîmarkayê re civiya
10:51 Ji 2 xwişkên rejîma Îranê revandine tu agahî nayên girtin
10:50 Bi hinceta ‘kreşê’ li Îmamoglû lêpirsîna hate vekirin
10:40 Wêneyê banga dîrokî li qada Newroza Amedê hat daliqandin
10:34 Herikîna ber bi qada Newroza Azadiyê ve dest pê kir
10:16 Bi kelecana Newrozê zû bi rê ketin
09:19 Rojnameger Saymaz sewqî edliyeyê hate kirin
09:15 Li Stenbolê xeta metroyê ji rêveberiya şaredariyê hat standin
09:11 Ji bo Newroza Stenbolê armanc milyonek kes in
09:01 Li Konyayê kelecana Newrozê: Em peyama demokratîkbûyîna welêt bidin
09:00 Banga ji bo Newroza Edeneyê
09:00 Baskin Oran: Ji bo çareseriyê pêdivî bi demokrasiyê heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ADARA 2025’AN
08:43 Hevşaredar Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin tehliye bû
20/03/2025
23:14 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newrozê pîroz kir
22:50 Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
22:10 Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
16:55 DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
16:39 Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
16:15 Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
16:01 Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
15:57 Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
15:42 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî
15:37 Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
15:14 Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
15:12 Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
14:47 Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
14:39 Qers bi agirê Newrozê germ bû
14:35 Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
14:09 Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek
09:00 ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
19/03/2025
23:56 Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye
16:12 Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn
15:29 Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye
15:29 Serokên Baroyan dê li Stenbolê civîna awarte li dar bixin
15:11 'Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin’
14:50 Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt
14:46 Bayindir: Em dixwazin Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin
14:38 Îmamoglû peyam şand: Dê gelê me bersivê bide
14:38 Navnîşana Newroza li Stenbolê Yenîkapi ye
14:37 Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir
14:36 Di Newroza Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan
14:34 Meral Daniş Beştaş: Dixwazin Tirk û Kurd li kêleka hev nebin
14:13 Li Nisêbînê coşa Newrozê: Divê hikûmet gav biavêje
14:08 Tulay Hatîmogûllari: Banga Ocalan banga rizgariya 85 milyona ye
14:01 Pervîn Bûldan: Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye
14:01 CHP’ê banga çalakiyan kir
14:00 Bakirhan: Ev operasyon di heman demê de li dijî me hatiye kirin
13:48 Li Amedê amadekariyên Newrozê didomin
13:33 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Daxwaza azadiya fîzîkî Ocalan hat kirin
13:24 Gardiyanan milê girtî şikand!
13:05 Cezayê polîsê Şahîn Oner qetil kiribû hate kêmkirin
12:32 Li Wanê Newroza biheybet: Em bi banga Ocalan re ne
12:30 Li Şengalê aloziya ku bi êrîşa Artêşa Iraqê re destpê kir dewam dike
12:24 Ji bo rojnameger Eylem Babayîgît biryara berdanê û cezayê
11:28 HDK: Operasyona binçavkirinê derbeya li dijî vîna gel e
11:25 3 şaredarên Stenbolê binçavkirî ne
11:23 Li 10 navendan Newroza ‘azadiyê’ tê pîrozkirin
11:13 MYK’a DEM Partiyê li Amedê dicive
11:10 Piştî binçavkirina Îmamoglû dovîz û zêr biha bû
11:07 Ozel bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû da
10:58 'Em ê di Newroza Amedê de bersivê bidin banga Ocalan'
10:49 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em ê îradeya gel biparêzin
10:45 Li Wanê gel diherike qada Newrozê
10:45 Serbestberdana Rozerîn Kalkan dîsa 11 meh hat taloqkirin
10:31 Êlih dê Newroza xwe bi daxwaza azadiya Ocalan pîroz bike
10:26 Ji DEM Partiyê ji bo Îmamoglû daxuyanî: Tolhildana têkçûnê ye
10:25 Ji bo Newroza Mêrsînê bang
10:23 Dozgeriyê binçavkirina Îmamoglû girêdayî KCK’ê kir