Amedspor dê ji ber xelasnekirina tadîlata sehaya xwe gilî bike

  • rojane
  • 13:27 19 Îlon 2024
  • |
img
AMED - Amedsporê da zanîn ku ew ê giliyê Midûriyeta Spor û Ciwanan a Bajêr ku soza xwe ya ji bo nûkirina qadê bi cih neaniye bikin. 
 
Antrenorê Amedsporê Ersûn Yanal, Wekîlê Serok Baran Dûrmaz, Sekreterê Giştî Faysal Tosûn û Kordînatorê Çapemeniyê Bekîr Guneş li Otel Plazayê di taştê de bi çapemeniyê re hatin bahev. Endamên rêveberiya Amedsporê, rewşa tîmê û pirsgirêkên di maçan de pê re rûbirû dimînin vegot. 
 
Wekîlê Serokê Amedsporê Baran Dûrmaz ê di civînê de axivî, îşaret bi soza Midûriyeta Spor û Ciwanan a Bajêr a li ser nûkirina qada ku maça Bolûsporê dikare li sehaya Amedsporê bê lîstin kir. Dûrmaz, anî ziman ku di vê mijarê de wan bi Walî re li hev kirine lê Midûriyeta Spor û Ciwanan a Bajêr soza xwe bi cih neaniye û wiha got: “Me biryar da ku em ê li Amedê maça Bolûsporê bilîzin. Hin bajarên din jî hebûn. Di nava vebijêrkan de bajarên weke Kayserî, Alanya û Samsûnê jî hebûn lê me qebûl nekir. Têkildarî Midûriyeta Sporê windabûneke me ya madî çêbû. Em ê têkildarî vê zirarê doza tazmînatê li Midûriyeta Spor û Ciwanan a Bajêr vekin. Ji ber îhmalê jî em ê serî li dozgeriyê bidin û giliyê wê bikin.”
 
‘ARMANCA ME EW E KU DERKEVIN LÎGA JORTIR’ 
 
Dûrmaz, bi lêv kir ku hefteya borî derbasî tesîsên xwe bi xwe bûne û da zanîn ku kêmasiyên biçûk ên heyî dê di demekî kurt de çareser bikin. Dûrmaz, diyar kir ku têkildarî sporê xebatên wan ên nû hene û da zanîn ku dê li Amedê Amed Storeyeke din vekin û piştî 3 mehên din jî şaxeke nû vekin. Dûrmaz ê têkildarî pêvajoya transfere jî axivî, ev tişt gotin: “Têkildarî pêvajoya transfere me gelek zehmetî kişandin. Em nû tev li vê lîgê bûn. Hin sedemên me yên derengmayîna ji pêvajoya transferê hebûn. Em vê yekê fikirîn û gav avêtin. Armanca me ew e ku derkevin lîgeke jortir. Em weke rêveberî di nava yekitiyê de ne. Em difikirin ku em ê bi gel re Amedsporê derxînin lîga jortir. Ez herkesê vedixwînim ku li dora Amedsporê bibin yek.”
 
Dûrmaz ê qala maça ku dê roja şemiyê bi Bolûsporê re bilîzin kir, ji alîgiran re ev bang kir: “Ez rica dikim ku li ser koltuxên xwe bi xwe rûnin. Pişt re tevlihevî derdikeve. Alîgirên me di vê mijarê de baldar bin em ê gelek keyfxweş bin.”
 
‘PÊDIVÎ PÊ HEYE KU EM BI HEV RE BIN’ 
 
Antrenorê Amedsporê Ersûn Yanal ê têkildarî pêvajoya transfere nirxandin kir, diyar kir ku dê di maça Bolûsporê de serbikevin û bigihin armanca xwe. Yanal, anî ziman ku ji bo tîma wan serkeftî be pêdivî bi alîgiran heye û got: “Îro Amedspor yek ji 3-4 tîmên ku li Tirkiyeyê herî zêde tên temaşekirin e. Dema alîgir bi me re bin em ê encamên baştir bistînin. Futbol lîstikeke ku yekitiyê ava bike ye. Em ê serkeftina Amedê biaxivin. Divê asta ji vir û şunda bibe Lîga Super. Ji bo vê pêdivî bi yekitiya me heye.”
 
‘EM NAXWAZIN JI ALÎGIRÊN XWE DÛR BIKEVIN’  
 
Sekreterê Giştî yê Amedsporê Faysal Tosûn ê herî dawî mafê axaftinê wergirt jî têkildarî rewşa sehayê axivî. Tosûn, anî ziman ku Midûriyeta Spor û Ciwanan a Bajêr ji bo çêkirina sehayê îhale daye fîrmayeke ku ew nas nakin û wiha got: “Me gelek caran got miduriyetê ku fîrma karê xwe nake. Ji ber seha gelek xerabe bû em neçar man maçeke xwe li Rihayê bilîzin. Me xwest maça xwe ya duyemîn jî li Rihayê bikin lê wê derê pirsgirêk derxist. Li sehayê pirsgirêkeke ku em nikarin bilîzin nîne. Em difikirin ku ji niha û şunde dikarin hemû maçên xwe li vir bilîzin. Em naxwazin ji alîgirên xwe dûr bikevin.”
 
Rêveberiya Amedsporê piştî axaftinan pirsên hatin kirin bersivandin.  
 
 

Sernavên din

28/03/2025
09:17 Li Deşta Mûşê şahiya berfînan
09:03 ‘Li Sûriyeyê heya jin ne di nav de bin tu pergal nayê avakirin'
09:02 'Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê'
09:00 Êdî gel nikare şekirên cejnê jî bikire
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2025’AN
08:56 Li Enqereyê 3 kes hatin girtin
08:46 Berxwedana li ODTU’yê di tevahiya şevê de domiya
27/03/2025
16:43 MEBYA-DER'ê li Cizîrê merasîma bîranînê li dar xist
16:28 Nûçegihanê BBC’yê ji Tirkiyeyê hate dersînorkirin
16:27 Konferansa Kurd a PE’yê: Abdullah Ocalan hêj jî li muxataban digere
16:16 Zextên ser rojnamegeran hatin protestokirin
15:13 Rojnameger Egîd Roj hat bibîranîn
14:30 Akademîsyen Levent Dolek hate girtin
14:23 Faîlê Nesîbe Elgunê hate girtin
14:23 Çalakiyên li Belucistanê didomin
14:22 Bakirhan: Çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûriyet e
14:22 Bernameya Cejna Remezanê ya DEM Partiyê diyar bû
13:55 Li fakûlteya Alî Îsmaîl Korkmaz boykot dest pê kir
13:20 10 kesên li Îzmîrê hatin girtin li girtîgehê hatin derbkirin
13:19 Nehiştin rojnameger têkevin Zanîngeha Anadoluyê
12:20 Berdevkê Hamasê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê 2 serlêdanên cuda kirin
11:43 Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
11:42 Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin
10:53 BAC: Ji rojnamegerê Beluc agahî nayên girtin
10:18 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:17 50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin
10:03 Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan
09:48 Nicolas Walder: Divê Tirkiye jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje
09:47 Welatiyên Kirşehîrê yên tev li Newrozê bûn: Em bi hêvî ne
09:20 7 rojnameger hatin berdan
09:09 Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin: Hêviya me geş e
09:00 ROJEVA 27’Ê ADARA 2025’AN
08:30 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
08:28 Di çalakiya ODTU’yê de gelek kes hatin binçavkirin
08:23 Li Uludagê şewat derket
26/03/2025
16:32 Hesabê X'ê yê 12 rêxistinên jinan hat astengkirin
16:11 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi Partiya Gelecekê re hevdîtin kir
16:05 Ji ciwanan ji bo 'Meşa Amarayê' bang
14:12 Ji ÎHD’ê nameya têkildarî 'qeyûm' ji Wezareta Karên Navxweyî re
12:27 Ji 337 nivîskar û akademîsyen banga 'tifaqa demokrasiyê'
10:46 Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
10:18 Li Îzmîr û Antalyayê 20 kes hatin girtin
09:58 Di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 8 kes hatin kuştin
09:03 'Pêkanîna aştiyê niha berpirsiyariya hikûmeta tirk e'
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN
25/03/2025
16:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:17 Jin li dijî fihûşê meşiyan: Em ê hesabê bipirsin
15:48 7 rojnameger hatin girtin
15:38 Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr
15:37 Li Dêrsîmê çalakiya karkerên ku qeyûm ji kar derxistine
15:29 Sevtap Akdag a DEM Partiyî nehate berdan
15:28 Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo ‘pêvajoyê’ çû serdana Goran
15:22 Boykota li zanîngehan didome
15:12 OHD: Divê biryara Baroyê were betalkirin û şaredar li karê xwe vegerin
15:02 Ji Tulay Hatîmogullari ji bo Îmrali bangewazî
14:36 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe aşkera bû
13:35 Li Enqereyê gelek xwendekar hatin binçavkirin
12:52 Der heqê Egîtîm Senê de lêpirsîn hate destpêkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari: Ya ku divê qonaxa duyemîn derbas bike dewlet û îktîdar e
12:04 Ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyoglûyê hat kirin
11:57 Dozger biryara xwe guherand: Rojnameger bi daxwaza girtinê sewq kir
10:48 Cerdevan darên li herêmên şer tên birîn difiroşin
10:30 Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê hate binçavkirin
10:27 Xwendekarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:20 Di protestoya birîna daran de mudaxaleya leşkeran
10:14 Ji ber krîza aborî xelk meha Remezanê zehmet derbas dike
09:58 154 roj in têkildarî 'mafê hêviyê' tu gav neahatine avêtin
09:27 Protestoyên li Enqereyê duh bi şev jî domiyan
09:25 Stewrê xemla biharê li xwe kir
09:11 Hevserokê Meclisa Gel ê Mexmûrê: Divê ev firsenda sedsalî ji dest neçe
09:00 'Divê aqilê dewletê polîtîkaya xwe li ser bingeheke aştiyane bimeşîne'
09:00 Banga beşdariya li danişîna çeteya fuhûşê ya li Şirnexê
09:00 ROJEVA 25’Ê ADARA 2025’AN
24/03/2025
16:50 ÎHD’ê xwest der heqê Mansur Yavaş de doz were vekirin
16:38 Çalakiyên li Belucistanê didomin
16:35 Li Xezeyê di hefteyekê de 730 kes hatin qetilkirin
16:15 Li Cizîrê jinek hate qetilkirin
16:12 Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleyeke nû da destpêkirin
16:10 Ji Îmamoglû peyam: Rewşa me baş e
16:02 DFG'ê bîlançoya binpêkirinên di 5 rojên dawî de aşkera kir
15:39 Li Îran û Rojhilat 15 jin hatin qetilkirin
15:33 Berdevka DEM Partiyê: Divê Ocalan bikare bi her kesî re hevdîtinê bike
14:40 Di doza ‘Vegerandina li Jiyanê’ de ji bo 194 leşkeran ceza hat xwestin
14:34 Der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Gundê Sakiroyê hate bombebarankirin
14:13 10 parêzer di bin çavan de ne
14:02 Di 5 rojan de hezar û 133 kes hatin binçavkirin
12:59 DEM Partî û DBP dê biçin serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
12:55 DYA û Rûsya ji bo agirbestê civiyan
12:36 Di du rojan de hezar û 45 êriş hatin kirin
12:35 DFG û MKG: Divê rojnamegeran demildest bên berdan
12:27 Ji Amedê ber bi Amarayê ve dê meş were lidarxistin
12:12 MYK’a DEM Partiyê civiya
12:10 Di doza Komkujiya Madenê ya Amasrayê de cezayên mîna xelatê hatin dayin
11:52 ‘Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe’
10:52 Qeyûmê Wanê ‘Pirtûkxaneya Jinan’ veguherand keştiya protokolê
10:45 Yagiz ê HDP’î radestî Tirkiyeyê hate kirin
10:17 Walîtiyê giliyê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê kir
10:09 Ji jinên Beluc ên hatine binçavkirin agahî nayên girtin