Ji Sakik banga ji bo 'Mitînga Azadiyê': Divê bi sedhezaran kes bi hev re dengê aştiyê bilind bikin

  • rojane
  • 09:33 27 Îlon 2024
  • |
img
             
AGIRÎ - Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik diyar kir çaresernekirina meseleya kurd Tirkiye veguherandiye welatekî ku mirov lê nikare bijî. Sakik, ji bo mitînga ku dê di 13'ê cotmehê de li Amedê bê lidarxistin jî bang kir û xwest her kes dengê aştiyê bilind bike. 
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê 43 meh in tu agahî nayên girtin. Abdullah Ocalan herî dawî di 25'ê adara 2021'ê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê hevdîtin kiribû, ew jî di nîvî de hatibû qutkirin. Ji wê rojê heya niha ne parêzer ne jî malbat nikarin hevdîtinê bikin.
 
Bertekên li dijî tecrîda ku ji sala 1999'an û vir ve didome zêde bûn. Kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" ku di 10'ê Cotmeha 2023'yan de bi pêşengiya rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenên ji 74 welatan hat destpêkirin, derbasî qonaxeke nû bû. Di vê çarçoveyê de Platforma Saziyên Demokratîk di 12’ê Îlonê de ragihandibû ku ew ê di 13’ê Cotmehê de li Amedê bi dirûşmeya “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê li hev kom dicivin" mitîngeke mezin li dar bixin.
 
Parlamenterê Agiriyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sakik tecrîda mutleq, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û kampanyaya ku tê meşandin nirxand.
 
‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ DEST PÊ KIR LI TEVAHIYA CIVAKÊ BELAV BÛ'
 
Sakik bal kişand ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi bîr xist ku pêvajoya diyalogê ya di navbera salên 2013-2015'an de bi Abdullah Ocalan re hat meşandin, ji aliyê AKP'ê ve hatiye qedandin û got ku ji bo çareseriya pirsgirêkê pêdivî bi diyalogê heye. Sakik bal kişand ser pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re û got: “Pêvajoya çareseriyê’ ya di sala 2013’an de dest pê kir, ji bo hemû civakê bû hêviyek. Di wê demê de me dît ku birêz Ocalan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd aktorekî çiqas girîng e. Di wê demê de, li Tirkiyê çend salan xwîn neherikî û tundî çênebû. Wê demê hêviyeke mezin ya ji bo aştiyê çêbûbû. Lê piştî hilbijartinên giştî yên 2015’an ku AKP di hilbijartinê de têk çû, teslîmî dewleta kûr bû. Yên ku heta niha qetlîamên kiryar nediyar kirin û kurd qetil kirin, AKP’ê teslîm girtin. Ji wê rojê heta niha ji jî polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê dest pê kir, li ser hemû civakê tê meşandin."
 
Sakik anî ziman ku ji wê demê ve gel êşên mezin kişandine û got: “Krîza aborî ya ku îro Tirkiye tê de ye her roj gelan xizan dike. “Sedema vê xizaniyê pirsgirêka kurd e ku li Tirkiyeyê berdewam dike û bi rêyên demokratîk nayê çareserkirin."
 
‘MUXATAB BIRÊZ OCALAN E'
 
Sakik bilêv kir ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bi Ocalan pêkan e û got: “Muxatabê pirsgirêka kurd birêz Ocalan e. Tirkiye ketiye rewşeke bêserûber. Yekane rêya derketina ji vê yekê diyalog û muzakereya bi birêz Ocalan re ye. Polîtîkaya tecrîdê ya ku tê meşandin, ne di hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê û ne jî di hiqûqa navneteweyî de tu beramberiyeke wê nîne.  Qedexeya hevdîtina bi malbat û parêzerên birêz Ocalan re 43 meh in didome. Em dibînin ku li vir qanûn nîne. Li cihê ku hiqûq tune be mirov nikare qala edalet û aştiyê bike. Divê Tirkiye demildest ji vê xitimandinê derkeve. Lewma divê polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê tê meşandin bê rakirin.  Em destnîşan dikin ku divê birêz Ocalan demildest bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike."
 
‘MESELEYA KURD BI TUNDIYÊ ÇARESER NABE'
  
Sakik diyar kir ku dewlet bi tundî û zextan bersivê dide bangên çareseriya demokratîk ên pirsgirêka kurd û got ku çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd pêkan e û her kes dizane ku Ocalan aktorekî girîng e ê vê yekê ye. 
 
Sakik diyar kir ku heta tecrîd bidome dê hawirdora şer û tundiyê jî bidome û got: “Eger siyaset hunera çareseriya pirsgirêkan be, ger aktorên siyasî ji vî welatî hez dikin û naxwazin zarokên kurd û Anatolyayê bimirin, nexwe divê demildest rêyên muzakereyê ji bo pirsgirêka kurd vekin. Divê Tirkiye bi kurdan re hiqûqkeê çêbike. Pirsgirêka kurd bi polîtîkayên zext û tundiyê çareser nabe. Pirsgirêk bi qedexekirin û înkarkirina zimanê kurdan çareser nabe. Bi girtina kurdên ku govendê digerînin çareser nabe. Ev dînîtî ye. Her cure êriş li dijî kurdan hatin kirin, lê kurdan gavekê jî paşve neavêt. Kurd, hem ji bo têkoşînê û hem jî ji bo aştî hene. Em daxwaz dikin ku demildest rêyên danûstandinan bên vekirin." 
 
BANGA JI BO MITÎNGÊ
 
Sakik diyar kir ku ew ji bo aştiyê bi salan e têdikoşin û her kesî vexwand mitînga ku wê di 13'ê Cotmehê de li Amedê bê lidarxistin. Sakik got: “Em hewl didin vî dengê aştiyê bi rêxistin bikin. Divê di 13’ê Cotmehê de bi sed hezaran kes li Amedê bên cem hev. Divê em aştiyê bi dengekî bilind biqîrin. Divê em hemû tecrîda li ser birêz Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bişkînin. Li vî welatî qanûn hene û em dixwazin ev qanûn bên şopandin. Hiqûqa navneteweyî jî dixwaze ev bêhiqûqî ji holê bê rakirin û dem bi dem di vî warî de Tirkiyeyê hişyar dike. Ya ku wê Tirkiyeyê ji vê xitimandinê derxîne, vejandina wê manîfestoyê ye ku di navbera salên 2013-2015'an de dest pê kir û ji Îmraliyê hat. Bi vî awayî, em hemû dikarin ji vê deryaya xwînê rizgar bibin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku di 13’ê Cotmehê de ji bo aştî û şikandina tecrîdê li Amedê dakevin qadan. Divê gelê me di 13’ê Cotmehê de li Amedê be û dengê xwe yê aştiyê bilind bike.”

Sernavên din

11/04/2025
10:20 MYK’a DEM Partiyê civiya
09:53 14 caran gilî kir lê necezakirin weke tundî lê vegeriya
09:38 'Divê şert û mercên bangê demildest pêk bên'
09:37 Dê jin ji bo cîvakîbûna bangê xwe bi rêxistin bikin
09:27 Ji bo lîteratura hiqûqê ya bi Kurdî gaveke nû: DADSAZ hat avakirin
09:01 Qeyûm, ji bo serokê AKP'î ajovanek girt kar!
09:00 ROJEVA 11’Ê NÎSANA 2025’AN
08:55 Li Şirnexê têketina 11 herêman hate qedexekirin
10/04/2025
18:49 Ji Şandeya Îmraliyê têkildarî hevdîtina bi Erdogan re daxuyanî
16:35 Îdianameya der heqê Ahmet Saymadî de hate amadekirin
16:27 102 ciwan hatin berdan
16:21 Mutlu ku piştî 31 salan hate berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
16:05 Sirri Sureyya Onder: Hêviya me niha mezintir e
15:09 Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê û Erdogan de bi dawî bû
14:50 Kongreya Neteweyî ya Kurd dê hefteya pêş bê lidarxistin
14:44 Li Dihokê derdora gundekî hate bombebarankirin
14:03 DEM Partî têkildarî 'bangê' dest bi serdanên malan dike
13:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
13:47 Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re bi rê ket
13:46 Qayûm dest bi firotina mal û milken Şaredariya Akdenîzê kir
13:37 Levent Dolek jî di nav de 4 kes hatin berdan
13:25 Li Rihayê lêgerîna tazî li malbatên girtiyan hate ferzkirin
13:20 Xalê Aslan ê ji aliyê çawîşekî pispor ve hat qetilkirin axivî: Ev nayê qebûlkirin
13:13 Li Îranê 5 girtî hatin darvekirin
13:08 Komkujîya Gara Enqereyê di meha 114’an de ye
12:17 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:15 Rojnameger Vîda Rabbanî li Îranê hate berdan
12:03 Li Colemêrgê govek tebiqî: 25 karik û berx mirin
11:59 Li Sûdanê bûyerên destdirêjiyê yên li dijî jin û zarokan zêde dibin
11:58 Li ser rêya Colemêrg-Wanê qeza: 8 kes birîndar bûn
11:51 Piştî peymanê 7 hezar malbat vegeriyan Efrînê
11:43 Malbatên ku gundên wan hatin şewitandin û xizmên xwe winda kirin çareseriyê dixwazin
11:21 Uveyş Ocalan dê di sala 32’yemîn a wefata xwe de bê bibîranîn
11:02 Komîte wê li ser 'mafê hêviyê' bê agahdarkirin ku Tirkiyeyê gav neavêtiye
10:37 MPKE: Banga Ocalan erênî ye, binçavkirin û girtin cihê fikaran e
10:28 'Ji bo pêvajo jidil bimeşe divê girtiyên nexweş bên berdan’
09:56 Li Enqereyê di kana madenê de hezaz çêbû: 13 kes birîndar bûn
09:55 Pirtûka Abdullah Ocalan wergerandin zimanê Swêdî
09:52 Rojnameger Şoxan Mîrza: Tirkiye bi çekên giran êrişî herêmê dike
09:45 'Ger li dijî qeyûman deng bihata derxistin îro me li ser Îmamoglû nîqaş nedikirin'
09:30 Saadet Oklu ya ku du zarokên xwe winda kirine: Niha dora gavavêtinê ya dewletê ye
09:01 Li Amedê bertek li dijî tundiya li ser jinê: Çareserî xweparastin e
09:00 ROJEVA 10’Ê NÎSANA 2025’AN
08:58 Rojnameger Soykan û Agirel hatin binçavkirin
09/04/2025
22:25 Hîvzullah Mûtlû piştî 31 salan hat berdan
21:40 Çalakvanên Cenevreyê: Heya Abdullah Ocalan azad nebe wê têkoşîn bidome
20:05 Tê xwestin Shala Pirastah a ku sîxurtiyê qebûl nekir bê dersînorkirin
16:21 Dayika Denîz Poyrazê rakirin nexweşxaneyê
16:12 Di borsayê de 2 trîlyonên winda: DEM Partiyê xwest komîsyon bê avakirin
15:15 Abdulazîz Ok piştî 32 salan hate berdan
15:03 Di navbera Çîn-DYA’yê de şerê ‘bacê’
14:36 'Daxwazên xwendekarên girtî daxwazên me ne’
13:35 Şandeya Îmraliyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
13:09 Tevî agirbestê jî êriş didomin: Gazên kîmyewî û bombeyên fosforê hatin bikaranîn
12:43 Cezayê hefsê dan dayik û bavê Berkîn Elvan
12:40 Ji bo Firat Epozdemîr heta 15 salan ceza tê xwestin
12:39 Bi îdiaya ‘rojnameger nînî’ doz li rojnamegeran hate vekirin
12:28 Hêlîn Umît: Divê pêwîstiyên siyasî û hiqûqî yên pêvajoyê bên cîbicîkirin
11:58 Abdullah Ocalan: Hêviya min heye û dê vê pêvajoyê heta dawiyê bidomînim
09:39 Meteorolojiyê ji bo bajarên Bakur hişyarî kir
09:28 Cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiyên lêgerîna nava dev red kirin
09:07 Malbatên 5 endamên YBŞ'ê yên dîl hatine girtin hefteyeke di çalakiyê de ne
09:03 Di 3 mehên dawî de herî kêm 14 hezar û 478 kes hatine girtin
09:01 Birayê Ferhat Kurtay: Ger xwedî li bangê bê derketin wê dewlet mecbûr gavê bavêje
09:00 ROJEVA 9’Ê NÎSANA 2025’AN
08/04/2025
20:09 DEM Partiyê, Partiya Keskan a Almanyayê ezimand
19:48 Şandeya DEM Partiyê li Rûsyayê hevdîtinan pêk tîne
15:54 ÎHD’ê ji girtîgehan re daxwaznameya ‘pere’ şand
15:47 Girtiyên li Îranê: Darvekirin zêde bûne
14:54 Bakirhan: Şandeya me dê vê hefteyê bi Erdogan re hevdîtinê bike
14:05 Li Xezayê rojnamevanê ku birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
14:01 Li Wanê mirina bi guman a jinekê
14:00 Jinan lêgerîna tazî ya wezîr înkar dike vegotin
13:28 Rewşa girtiyê nexweş Akay ji Wezareta Dadê hate pirsîn
13:13 Di Adarê de herî kêm 145 karker di cînayetên kar de mirin
12:42 Bakirhan: Divê ‘Mafê hêviyê’ bikeve rojevê
11:35 Ji bo xwendekarên girtî daxwaza ‘qedexeya siyasî’
11:05 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:58 Îdianameya Rahîme Karvarê: Bazirganiya fihûş û tiryakê ne hêjayî nûçeyê ne
10:38 Şahid got ku bersûc nas nake!
10:33 Wezaret bi hinceta 'belgeyên winda' biryara bultena sor bi cih nayne
09:57 Qeyûm gelek zarok ji kreşê avêt
09:48 Ciwanên HDK’î: Ji bo bang civakî bibe em ê pêşengtiyê bikin
09:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo Werîşê Mûradî bang kir
09:00 ROJEVA 8’Ê NÎSANA 2025’AN
07/04/2025
22:22 Dê Şandeya Îmralî ya DEM Partiyê û Erdogan vê hefteyê hevdîtinê bikin
20:31 Malikî: Eger hilbijartin neyê kirin wê Iraq hilweşe
20:14 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:03 Jinan rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin
19:55 Li Iraqê bi sedan zarokî ji ber mayînan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn
16:36 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:34 Li Qoserê bang li dewletê kirin: Gavên pratîk biavêjin
15:33 Halîde Turkoglu: Em ê pêvajoyê ji însafa hikûmetê re nehêlin
15:21 OHD’ê ji bo girtiyê nexweş Akay banga berdanê kir
14:50 Şîna Binevş Altay bi girseyî hate ziyaretkirin
14:33 Artêşa Îsraîlê konê rojnamegeran bombebaran kir
14:29 Baroya Amedê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafê parastinê bidome
13:41 Iraq: Milîsên ku Îran piştgiriyê dide ji çekberdanê re amade ne
13:21 Daxuyaniya wezîr a têkildarî 'lêgerîna tazî': Li welatê me tiştek wisa nîn e
13:05 Êrişên ser Xezeyê didomin: 44 kes hatin qetilkirin