Walîtiyê di roja danişînê de agahî xwestiye!

  • rojane
  • 11:29 22 Mijdar 2024
  • |
img

DÊRSIM - Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak da zanîn ku walîtiya bajar di roja danişîna wî de derheqê dosyayê de agahî xwestiye û got: “Bi vê daxwazê re zext li dadgehê kirin.” 

Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derheqê Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak û Şaredarê Navçeya Pulurê Mûstafa Sarigul de doz hatibû vekirin. Danişîna dozê di 20’ê mijdarê de hate lidarxistin û li Konak û Sarigul 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn. Tevlibûna merasîma cenazeyê û meşên li dijî talankirina xwezayê, weke hinceta cezayê ji bo Konak hatin nîşandan. Gelek derdoran bertek nîşanî cezayê dan û li avahiya Şaredariya Dêrsimê nobet hate destpêkirin. 
 
Hevşaredarên Dêrsimê Cevdet Konak û Bîrsen Orhan, têkildarî biryara hatiye dayin axivîn. 
 
‘ÊRIŞEKE LI DIJÎ ÎRADEYA GELÊ DÊRSIMÊ YE’ 
 
Hevşaredar Cevdet Konak, biryara hatiye dayin weke biryareke siyasî nirxand û got: “Êrişeke li dijî îradeya gelê Dêrsimê ye. Doz, di dawiya sala 2022’yan de hatiye vekirin. Min du serdeman şaredartiya Xozatê kir. Weke şaredar, berpirsyartiyên min hene. Yek ji van jî ew e ku êş û keyfxweşiya gelê xwe parve bikim. Ya din jî ew e ku li dijî êrişên ser xwezaya me mafê xwe yê demokratîk bi kar bînim û xwedî helwest bim. Tevlibûna merasîmên cenazeyan, geştên xwezayî û bikaranîna mafên demokratîk weke sûc hatine nîşandan. Polîtîkayên şerê taybet ên dewletê hatin bikaranîn. Heke ev sûc bin, em ê vî sûcî her bikin. Soza me ji bo nirxên me, dîroka me heye. Berpirsyartiyên me ji bo xaka me, ziman, nasname û yên bêcang radizên hene.” 
 
Konak, diyar kir ku di roja danişînê de li bajar rewşeke awarte hatiye afirandin û wiha pê de çû: “Ji saet 08.00-12.00’ê ve polîsan anonsa ‘wesayîtan ji rêyan rakin’ dikirin. Heta hewl dan wesayîtên li pêşiya avahiya me ya xizmetê jî rakin. Beriya danişînê, zextekî psîkolojîk kirin. Amûrên şerê taybet bi kar anîn.” 
 
‘WALÎTIYÊ DI ROJA DANIŞÎNÊ DE AGAHÎ XWEST’ 
 
Bi domdarî Konak bi lêv kir ku mutalaaya dosyaya wî di 28’ê cotmehê de hatiye teblîxkirin û 22 roj piştre roja danişînê hatiye diyarkirin. Konak, wiha domand: “Bi zanebûn ev pêvajo bilez xistin. Midûriyeta Îdarî û Venêrînê ya Walîtiya Dêrsimê di roja danişînê de ji 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran re nivîs şand. Di nivîsê de derheqê dosyayê de agahî hatin xwestin. Me ev ewraq di dosyayê de dît. Bi vê daxwazê hewl dan li ser dadgehê zextê bikin. Her wiha, di 19’3e mijdarê saet di 13.24’ê de ji arşîva Midûriyeta Giştî ya Sicîla Edlî û Îstatîstîkê ya Wezareta Dadê belge hatiye standin. 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran rojek beriya danişînê ev belgeye xistiye nav dosyayê.” 
 
‘GELÊ DÊRSIMÊ LI DIJÎ VÊ BIRYARÊ BIBERTEK E’ 
 
Konak, anî ziman ku gelê Dêrsimê xwedî li îradeya xwe derketiye û ew hilbijartine û li dijî vê cezayê bibertek e. Konak, anî ziman ku armanca wan ew e ku di çarçoveya rêveberiyên herêmî yên demokratîk de xizmetê ji gel re bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Deriyên şaredariya me ji gel re vekirî ne. Bi gel re me bûdçe amade kir, bi gel re me pêdivî diyar kirin û me bi hev re xebat meşandin. Vê jî pergal aciz kir. Li Wanê ceribandin û li berxwedana gel qelibîn. Îradeya gelên Esenyurt, Mêrdîn, Colemêrg, Êlih û Xelfetiyê xesp kirin. Dixwazin heman tiştî li me bikin. Em vê helwestê qebûl nakin. Gelê Dêrsimê jî vê biryarê qebûl nake.” 
 
‘EM LI SER PEYWIRA XWE NE’
 
Konak, anî ziman ku dê li dijî van polîtîkayan mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin û got: “Dema em li sed salên dawî yên vî welatî dinêrin, em her dem rastî bêhiqûqtiyan hatine. Peywira me ya esasî xizmeta gel e. Em ê van erk û berpirsyartiyên xwe bi cih bînin. Em li ser peywira xwe ne.” 
 
‘AMADEKARIYÊN TAYÎNKIRINA QEYÛM IN’
 
Hevşaredar Bîrsen Orhan jî destnîşan kir ku rewşa awarte ya di roja danişînê de amadekariya tayînkirina qeyûm e û wiha axivî: “AKP, hewl dide li şaredariyên winda kirî qeyûman tayîn bike. Bi taybet jî êrişî destkeftiyên jinan dike. Gelek sazî girtin. Her wiha qeyûm diz in. Gelê Dêrsimê dê destûrê nede derbeya qeyûm û xwedî li îradeya xwe derkeve. Heta ev biryara derhiqûqî tê betalkirin dê nobeta me bidome. Em vê biryarê nas nakin. Gelê Dêrsimê nas nake. Şaredariya Dêrsimê ya dêrsimiyan e. Bedela wê çi dibe bila bibe em ê şaredariya xwe neterikînin. Bi sala ye li ser Dêrsimê, zext, zilm, polîtîkayên şerê taybet hene. Hûn kî ne ku hêz û rayeya xespkirina îradeya gel di xwe de dibînin? Banga me ji bo hemû dêrsimiyan ew e ku vê berxwedanê mezin bikin. Tu Dêrsimên din tune ne. Em hewl didin Dêrsimê jinûve ava bikin.” 
 
MA / Şîrvan Şîlan Çîl
 

Sernavên din

15/06/2025
09:45 Hejmara 120’an a kovara Jinê derket
09:42 Ji bo girtî Erbaga banga hestiyariyê
09:39 Dîmenên nû yên texrîbata ekolojîk a li Gabarê
09:36 Mîrateya Qral Sakon: Gundê Sakê
09:24 Serokê Baroya Wanê: Divê retorîka ‘Tirkiyeya bêteror’ bê terikandin
09:23 Ji bo koçeran rêya bi kort, ji bo baregeha leşkerî rêya betonê
09:05 Li Edeneyê posterê Abdullah Ocalan hate hilayistin
09:03 ‘Divê dewlet bi lezgînî gav bavêje’
09:02 Di dema agirbestê de birayê wî jiyana xwe ji dest da: Êrîş baweriyê kêm dike
09:01 ROJEVA 15’Ê HEZÎRANA 2025’AN
14/06/2025
16:53 Êrişên Îsraîlê berdewam in: 3 zanyar hatin kuştin
16:35 PJAK’ê der barê Îranê de daxuyanî da: Azadî di têkoşîna demokratîk a gel de ye
16:01 Li Pirsûsê ji bo Altûn û Kaytan merasîma bibîranînê li dar ket
15:32 Bayindir: Bila dewlet dev ji helwestên êrişkar berde
14:46 Li Îzmîrê agir bi daristanê ket
14:27 Dayikên Şemiyê aqûbeta Nûrettîn Çûr pirsîn
14:21 Girtiyê ku tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin tehliye bû
14:17 Ji bo jinên girtî kartên piştgiriyê
14:06 Çalakiya KHK: Divê li welat aştî pêk were
13:54 Ji xizmên windayan banga ‘rûbirûbûnê’
13:09 Îran: Beşdariya me ya guftûgoyan ne diyar e
13:01 Şenyaşar hatin bibîranîn: Divê ji bo aştiyê gav bên avêtin
12:51 Di êrîşa li dijî Tebrîzê de 2 fermandarên Îranê hatin kuştin
12:42 Bakirhan: Hevdîtina Ocalan a bi lîderên Kurd re dê pêvajoyê xurt bike
11:56 Serokê komeleyê di êrişa bi çek de jiyana xwe ji dest da
11:44 Li Îranê Serfermandarê Giştî yê Artêşê hate tayînkirin
11:38 Li Şirnexê li hemberî îstîsmara zayendî bertekên hevpar: Bila kiryar bên cezakirin
11:20 Îranê Tengava Hurmuzê girt
11:18 Serokên Baroyên 15 bajaran ji bo rojevê dê biçin Enqereyê
10:59 Gerry Adams piştgirî da Ocalan: Azadiya wî mijareke jiyanî ye
10:41 Dê Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz bê lidarxistin
10:32 Welatiyên Tirkmen pêvajo nirxandin: Em bi Abdullah Ocalan bawer in
10:30 Dr. Yildiz Onen: Divê mafên penaberan bên qebûlkirin
09:41 Wesayîta karkeran qeza kir: 20 karker birîndar bûn
09:34 Welatiyên Mexmûrê piştgirî dan banga Ocalan: Divê firsend ji dest neçe
09:34 Îranê bi fuzeyan êrîşî Îsraîlê kir
09:02 Welatiyên Dêrsimê: Bila êrîş rawestin, meclîs komîsyonê ava bike
09:01 Di vê pêvajoyê de azmûna desthilatdariyê: Rêveberiyên herêmî
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2025'AN
13/06/2025
22:49 7’emîn Rojên Ma Musicê di roja 2’yan de domiya
22:34 Îranê bi fuzeyan êrişî Îsraîlê kir
22:25 Netanyahu: Êriş dê bidomin, Îran dê bersivê bide
22:12 Êrişên Îsraîlê didomin: Li Tehranê dengê teqînan
22:02 Reyhan Hacioglû ji girtîgehê derket: Dê li cihê min hiştibû bidomînim
21:53 DEM Partî: Êrişên Îsraîlê zirarê didin gel û sivîlên herêmê
21:48 Netanyahu bi Trump û Putîn re hevdîtin kir
21:41 Enqere bi rojeva êrişên Îsraîlê civiya
21:33 Ekîncî ku piştî 30 salan hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
21:18 Konseya Ewlekariyê ya NY’ê li ser daxwaza Îranê dê îro bicive
17:59 Êrişên li dijî Îranê: 78 kes mir û 329 kes birîndar bûn
17:55 KCK’ê têkildarî êrişên Îsraîlê daxuyanî da
16:06 Li Pirsûsê hevdîtina DEM Partiyê ya bi cotkaran re: Em bi berhemdêran re ne
16:05 Bakirhan dê biçe serdana partiyên siyasî
16:04 Bexdayê hemû rêyên ber bi Herêma Kesk ve diçin girt
15:54 Erdogan: Îsraîl, herêmê ber bi felaketê ve dibe
15:48 Ji bo mexdûrên şewatê komîsyona piştevaniyê hate avakirin
15:43 Lîderên 3 welatan bi rojeva Îranê hevdîtin kirin
15:27 Pezeşkiyan: Em ê bersiveke xurt û dijwar bidin
15:06 Bernameya Hefteya Koçberiyê aşkera bû: Vegerin xaka xwe
14:57 Kakşar Oremar: Ev êriş ji bo Îran dev ji hilberandina çekên nukleerî berde hate kirin
14:26 Li Şirnexê şewat derket
14:24 Li Şemrexê şewat: Li cihekî hate tefandin li cihekî dîtir derket
14:05 Ji Trump daxuyaniyeke nû: Êrişên din dê bêrehmtir bin
13:51 Li Sûriyeyê çi diqewime?
13:50 Der heqê girtiyên li Herêma Federe ya Kurdistanê agahî hatin xwestin
13:27 Îsraîl: Qonaxa ewil a êrişan temam bû
13:26 Rojnameger Reyhan Hacioglû tehliye bû
12:45 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Îranê banga civîna lezgîn li NY’ê kir
12:43 NATO: Êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê yekalî ye
12:21 Prof. Kotharî: Divê berê me li Abdullah Ocalan be
12:03 Ji bo tundiya li rojnamegerên jin hatiye kirin biryara neşopandinê hat dayin
11:48 Li Îranê li şûna kesên hatin kuştin hin kesên nû hatin wezîfedarkirin
11:23 Tirsa desthilatan mafên bingehîn ên gelan e: Zimanê dayikê
11:13 Li Şemrexê agir bi daristanê ket
11:12 Li Miksê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:07 Li Sêwasê erdhej çêbû
11:06 Tirkiyeyê bertek nîşanî êrişên Îsraîlê da
11:06 Qeyûmî civaknas ji bo paqijkirina daşiran peywirdar kir!
10:36 Îranê muzakereyên bi DYA’yê re da sekinandin
10:32 Michael Hardt: Ez biryara Ocalan pîroz dikim û piştgiriyê didim
10:31 Rêveberê Odeya Bazirganiyê ya Rihayê: Ji bo pêşeroja xwe em piştgiriyê didin pêvajoyê
09:57 Dayikên 3 jinên li Silopiyayê hatine qetilkirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:36 Dê ciwan di konferansa ‘Civaka Demokratîk’ de bicivin
09:30 Îsraîl: Îranê ji bo êrişê zêdetirî 100 balafirên bêmirov ên biçek şand
09:04 Trump: Heke bersiv were dayin em ê Îsraîlê biparêzin
09:04 Iraqê qada xwe ya hewayî ji hemû balafiran re girt
09:02 4 rojnameger hatin binçavkirin
09:01 ‘Li gorî nêrîna çep modela herî zêde hêviyê dide Rêveberiya Xweser e’
09:00 Welatiyên Enqereyê têkildarî pêvajoyê çi difikirin?
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:48 Kesên di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin
08:38 Ji DYA’yê daxuyaniya ewil: Di operasyonê de rola me tune ye
08:37 Netenyahu: Heta gef ji holê tê rakirin dê operasyon bidome
08:34 Li Îsraîlê rewşa awarte hate ragihandin
08:33 Îran: Îsraîlê ji bo xwe dawiyeke biêş amade kir
08:19 Îsraîlê êrişê Îranê kir: Serfermandarê Giştî Bakirî hate kuştin
12/06/2025
16:41 Li Xelfeliyê rojên pirtûkan dest pê kir
16:24 Ahmet Tekîn piştî 31 salan hate berdan
16:14 Li Qoserê trafo teqiya: 115 gund bê ceyran man