KCK: Li Sûriyeyê çaraserî bi Neteweya Demokratîk mimkun e

  • rojane
  • 10:09 9 Kanûn 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - KCK'ê diyar kir ku li Sûriyeyê serdemeke nû hatiye despêkirin û got, "Çareseriya pirsgirêkan bi feraseta Neteweya Demokratîk mimkun e hemû gel bi pergala Neteweya Demokratîk ve dikarin bi hev re wekhev, demokratîk û azad bijîn."
 
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî geşedanên dawî yên Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniya KCK'ê ya ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ve hat weşandin de bal hat kişandin ser hilweşîna rejîma Baas a Sûriyeyê û destnîşan kir ku çareserî di paradîgmaya Neteweya Demokratîk de pêkan e.
 
Hevserokatiya KCK’ê da zanîn ku li Sûriyeyê serdemeke nû destpêkiriye û wiha got: “Di encama pêşketinên du hefteyên dawî yên li Sûriyeyê de rejîma Baas hilweşiya. Bi hilweşîna rejîma Baas re li Sûriyeyê serdemeke nû hatiye destpêkiin. Em bi hêvî ne ku rewşa nû ya derketiye holê, bibe veguherîna hemû gelên li Sûriyeyê bi hev re, wekhev û azad bijîn. Gelên li Sûriyeyê bi dehan salan ji bo afirandina Sûriyeyeke demokratîk û ji bo pêşvebirina jiyaneke azad, demokratîk têkoşiyan û berdêlên giran dan. Gelên Sûriyeyê yên ku êşên mezin kişandin û berdêlên giran dan, vê yekê gelekî heq dikin. Em di wê baweriyê de ne ku gelên li Sûriyeyê xwedî tecrübe û hişmendiyê ne ku vê yekê pêk bînin. Em hêvî dikin ku ev hesreta gelên Sûriyeyê pêk were.”
 
KCK’ê da zanîn ku careke din derketiye holê ku bi hilweşîna rejîma Baas ve feraseta netew-dewlet têk çûye û wiha  got: “Pergala netewe-dewlet a ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve derketiya holê û ji aliyê hêzên modernîst ên kapîtalîst ve li Rojhilata Navîn hatiye îxrackirin, sedema bingehîn a kûrbûn û kilîtbûna pirsgirêkên civakî ye ku ev sedsal in li Rojhilata Navîn tê jiyîn. Bi pêşketinên li Rojhilata Navîn re careke din derketiye holê ku modela netewe-dewletê ya ku cudahî, cihêrengî û pirrengiya civakê înkar dike û modela ku herî zêde li dijî rastiya mirovahiyê ye û herî zêde dide civakê ye. Rêber Apo rastiya netewe dewletê ya yekperest bi kûrahî analîz kir, nakokiya vê sîstemê bi rastiya mirovahî û civakê re raxist pêş çavan û destnîşan kir ku civak nema tehemûlî pergala yekperest bike û ev pergal wê bê çare bimîne û di encamê de wê li Rojhilata Navîn rêya veguherîna demokratîk were vekirin. Pêşketinên li Sûriyeyê ev rastiya dîrokî ya Rêber Apo destnîşan kiriye piştrast kiriye. Tevî hemû geşedanên di 14 salên dawî de li Sûriyê rû dan, rêjîma Baas ev rastî nedît, di sîstema netew-dewlet a yekperest de israr kir, negihîşt veguhertina demokratîk û di dawiyê de bi dawî bû ku li benda wê bû.”
 
SÛRIYEYA DEMOKRATÎK
 
Hevserokatiya KCK’ê da zanîn ku divê li Sûriyeyê feraseta yekperest a netew-dewletê were terikandin, ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê gav bên avêtin û wiha got: “Ji bo pêvajoya demokratîkbûna Sûriyeyê dereng nekeve, gel zêdetir êş nekişînin gelek hewldanên me çêbûn. Gelê kurd bi têkoşîna xwe ve her tim Sûriyeyeke demokratîk daxwaz kirin û bingeha vê ava kirin.  Em dizanin ku rêveberiya xweser a Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê di nav hewldanan de ne. Lê belê rejîma Baas di nêzîkatiya netewe-dewlet a yekperest de israr kir û di encamê de krîza li Sûriyeyê kûrtir bû, çareseriya pirsgirêkan hat taloqkirin û gelan bêhtir êş kişandin.
 
Ji niha û pê ve tişta herî bingehîn pêşketina Sûriyeyeke demokratîk e. Li Sûriyeyeke demokratîk, hemû gelên Sûriyeyê, komên olî, ziman, mezheb û çandên cuda dikarin bi hev re wekhev, azad û wekhev bijîn. Çareseriya pirsgirêkên li Sûriyeyê bi vê yekê pêkan e. Kurd, ereb, dûrzî, tirkmen, asûrî, êzidî, ermenî, nûsayrî, sûnî û hemû cudahiyên li Sûriyeyê dikarin li ser vê bingehê jiyaneke nû ava bikin, bi hev re azad bijîn û Sûriyeyeke nû ava bikin ku mafên her kesî bên naskirin.
 
Di heman demê de pêşketina wê ya li Sûriyeyê wê bandoreke erênî li tevahiya Rojhilata Navîn bike û piştgiriyeke mezin li demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn bike. Gelê kurd bi têkoşîna xwe nîşan da ku ev hêza wan a herî dînamîk e. Weke KCK'ê, ji bo pêşketina feraseta demokratîk a netewe, ku pêşbîniya jiyaneke bi vî rengî dike û xwe dispêre pirrengî, cihêrengî û jiyana bi hev re ya cudahiyan, em ê helwest û têkoşîna xwe bidomînin. Li dijî modela netewe-dewlet a yekperest ku çavkaniya hemû pirsgirêkan e, çareserkirina pirsgirêkan pêkan e û hemû gel bi feraseta neteweya demokratîk bi hev re wekhev, demokratîk û azad bijîn.”
 
Azadiya civakê bi azadkirina jinê dikare pêk were. Rizgariya jinê cewher û wateya civakîbûnê îfade dike. Sûriyeya nû ya bê afirandin, ancax bi pêşketina azadiya jinê re demokratîk û azadîparêz be. Ji xeta azadiya jinê ti carî tawîz nayê dayîn û gavek bi paş ve nayê avêtin.
 
LI DIJÎ AZADIYA SÛRIYEYÊ ASTENGIYA HERÎ MEZIN TIRKIYE YE
 
Dewleta tirk li pêşiya Sûriyeya demokratîk û azad astengiya herî mezin e. Ji bo pêşî li pêşketina jiyana demokratîk û azad a li Sûriyeyê bigire, demeke dirêj e êrîşî Sûriyeyê dike û dagir dike. Tevî ku rejîma Baas hilweşiya jî dewleta tirk dest ji vê helwesta xwe berneda. Dewleta tirk jî mîna rejîma Baas xwedî zîhniyeta netewe-dewlet a yekperest e. Bi êrîşên ku pêş xistiye û çi kiriye re armanc dike ku feraseta despotîk û sîstema yekperest a li Sûriyeyê mayînde bike. Dewleta tirk ne tenê qirkirina kurdan, di heman demê de dixwaze pêşî li veguherîna demokratîk a li Sûriyeyê bigire, sîstema netewe dewlet a yekperest û nêzîkatiya serdestiya despotîk misoger bike û hemû gelên Sûriyeyê di bin qirkirinê de bijîn. Aşkera ye ku dewleta tirk armanceke bi vî rengî dimeşîne û li ser vê bingehê êrîşên xwe yên li hemberî Sûriyeyê didomîne. Bi vê armancê dewleta tirk qaşo Artêşa Sûriyeyê ya Neteweyî ava kir.
 
Hem bi xwe êrîş dikin û hem jî bi destê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê êrîşan pêk tîne. Dewleta tirk bi vê nêzîkatiyê êrîşî yekitî û yekparçebûna Sûriyê dike û geşedanên Sûriyê tehdît dike. Divê hemû gel û hêzên Sûriyeyê yên alîgirê Sûriyeyeke nû û jiyaneke demokratîk û azad a bi hev re ya li Sûriyeyê, vê nêzîkatiya dewleta tirk qebûl nekin û li dijî êrîşên dewleta tirk û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê li ber xwe bidin. Divê li rex berxwedana gelê kurd û gelên Bakur Rojhilatê Sûriyê be. Her wiha em bang li hêzên demokratîk ên cîhanê dikin ku li dijî êrîşên dagirker û qirker ên dewleta T-tirk helwestê nîşan bidin, li cem gelê kurd ê berxwedêr û gelên Sûriyeyê cih bigirin û helwesteke xurt a hevgirtinê xurt bikin.
 
Gelê Kurd bi têkoşîna ku pêş xistiye re tevkariyeke mezin di têkbirina sîstema netewe dewlet a yekparêz û feraseta rêveberiya despotîk a li Rojhilata Navîn de kiriye û roleke diyarker lîstiye. Eger zemînek ji bo pêşvebirina Sûriyeyeke nû û demokratîk hatibe avakirin, ev yek bi saya têkoşîna ku ji aliyê gelê Kurd ve hatiye pêşxistine. Ne tenê li Sûriyeyê di heman demê de li Rojhilata Navîn di derketina pêşketineke bi vî rengî de jî xwedî parekê ye û pêşengiyê jê re dike. Eger rastiya Kurd neyê dîtin û mafê wan neyê naskirin ne Sûriye ne û jî Rojhilata Navîn pêkan nîne. Teqez wê cihê gelê Kurd li Sûriyê û Rojhilata Navîn hebe.
 
Bi van daxwaz û hestan em hemû gelên li Sûriyeyê pîroz dikin, bawer dikin ku wê hemû gel bi hev re Sûriyeyeke wekhev, demokratîk û azad ava bikin û em bang li her kesî dikin ku li ser vê bingehê tevbigerin.”

Sernavên din

15/12/2024
16:08 Li ser sînor bang kirin: Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala Kurdan
16:07 Mazlum Ebdî têkildarî civîna li Urdunê daxuyanî da
14:16 Rêveberiya xweser banga hişyariyê li xelkê herêmê kir
14:09 Di 3 rojan de gelek sivîl bi êrişên dewleta tirk hatin qetilkirin
13:51 Ozel: Bi gotina ‘pirsgirêka Kurd tune ye’ re pirsgirêk çareser nabe
13:37 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 3’yemîn de didome
13:11 Xelkê Minbicê li dijî komên paramîlîter greva giştî li dar xistin
13:10 Rêveberiya Kantona Firatê ji bo Kobanê bang kir
12:21 Encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinan a DBP’ê hat eşkerekirin
12:02 Bakirhan bang li şaredariyan kir: Divê astengdar bikarin xwe bigihînin xizmetan
11:59 ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' sibe dest pê dike
11:28 Budak ê ji DEM Partiyê îstîfa kirî meclisa şaredariyê bêbandor kir
11:14 Hejmara 94’an a Kovara Jinê derket
10:35 Li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê nobet: Em ê rê nedin êrişan
09:58 Ozturk: Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê çareserî pêş bikeve
09:31 Rojnameger Adali: Ji bo yekitiya Sûriyeyê divê Rêveberiya Xweser di hemû pêvajoyan de cih bigire
09:00 Medyaya îktîdarê şer sor dike
09:00 ROJEVA 15’Ê KANÛNA 2024’AN
14/12/2024
18:38 DAIŞ'ê 6 şivan kuştin
18:34 Pinar Aydinlar hat berdan
17:32 Çalakiyên protestokirina êrişan: Parastina Rojava erka her kesî ye
15:50 Xwestin biryara demborî ya doza kesên hatine qetilkirin bê rakirin
15:38 Li Amedê Daîreya Xizmeta Pîr û Kalan hat avakirin
15:30 Jiyana girtiyên nexweş Kaytan û Okur di xetereyê de ye
15:16 Rewşenbîr 'çareseriyê' dixwazin: Aştî ferz e
15:03 Li Geverê operasyona leşkerî
14:54 Xizmên Windayan: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin
14:49 Li Wanê binçavkirin hatin şermezarkirin
14:42 Bi girseyî çûn taziyeya Denîz Şen
14:34 Li Amedê panela 'Zimanê Kurdî û Makezagona Nû'
14:32 Ferhad Merdê û Bavê Teyar ji bo Rojava bang kirin
14:29 Jiyana Werîşe Muradî di xeteriyê de ye
14:23 Di 9’emîn salvegera qedexeyan de banga rûbirûbûnê
14:19 Kesên di qedexeya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan nehatin jibîrkirin
14:05 Keskîn Bayindir: Divê statûya Rojava bê naskirin
Çîgdem Kiliçgûn Uçar: Çareserî di azadiya Abdullah Ocalan
10:42 Evîn Cuma: Sivîl di hedefê de ne, DAIŞ xwe bihêz dike
09:41 Amedî: Li Rojhilata Navînê aştî bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e
09:09 Şahînê bi KHK'ê hat îxrackirin ket ber îcrayê
09:05 Ji siyasetmedaran bang li desthilatê: Ne bi çeteyan, bi kurdan re li rûnê
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2024'AN
13/12/2024
16:11 ‘Erdnîgarî diguhere hûn bombebarankirina Rojava didomînin’
15:52 Rapor: Lêgerîna tazî, sansur, cezayên disiplînê û taloqkirina tehliyeyan
15:46 Di êrişên dewleta tirk de 13 jinên pêşeng hatin qetilkirin
15:40 Ji bo girtiyan kampanyaya pere şandinê
15:37 Pirtûka ‘Repertuara Stranbêjiyê’ li Sûrê gihişt ber destê zarokan
15:35 Îsraîlê ji hewayî êrişî Sûriyeyê kir
14:33 Parêzer Raziye Ozturk: Tecrîda Bahçelî îtîraf kiribû hêj didome
14:02 DEM Partiyê rapora binpêkirinên mafan eşkere kir: Zext ji sedî 50 zêde bûn
13:44 Ji Amedê bang: Em berxwedanê mezin bikin, xwedî li Rojava derkevin
13:17 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:11 Oznûr Bartin: Budçeya şer ji sedî 65 zêde bû
13:01 Hevserokên Giştî bi nûnerên 31 welatan re hatin gel hev
12:53 Hunermend Pinar Aydinlar hate binçavkirin
12:33 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:45 Hevserokê PYD’ê: Ger em li Şamê yek bin neçar in îradeya me qebûl bikin
11:23 Bîlançoya şerê li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê hate eşkerekirin
10:26 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê: Dev ji êrişkirina destekftiyên Rêveberiya Xweser berdin
10:23 Li Mêrsînê siyasetmedar û parastvanên mafan hatin binçavkirin
10:00 Ji ber berfê li Wanê rêya 131 jîngehan hatin girtin
09:56 Hat îdiakirin ku alîkariyên piştî şewatê hatin şandin hatine desteserkirin
09:55 Rapora PEN a Norwecê ya der barê îdianameya rojnameger Arslan de
09:06 Bi ser re 9 sal derbas bûn lê hêj jî birîn nekewîn e
09:05 Gundên di salên 90'î de hatin şewitandin di hedefa şîrketên petrolê de ne
09:04 ‘Dê têkoşîna hevpar a gelên bindest karibe êrişan rawestîne'
09:02 Endamên meclisê yên nehat hiştin têkevin şaredariyê: Em ê li ber xwe bidin
09:01 Bozarslan: Tirkiye dixwaze Rojavayê bike parçeyekî xwe û têxe bin fermana xwe
09:00 ROJEVA 13’Ê KANÛNA 2024’AN
12/12/2024
21:45 Li Danîmarkayê li ber parlamentoyê protestokirina êrişan û tecrîdê
21:35 Li Reqayê gule reşandin ser gel: 43 kes birîndar bûn
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê hemû gel û bawerî di jinûveavakirina Sûriyeyê de cih bigirin
16:11 Şîna Nûra Kurt bi girseyî hate ziyaretkirin
16:02 Rêveberiya Xweser: Alaya Sûriyeyê dê li herêmên xweser jî be
15:52 Êriş hatin protestokirin: Deng bidin têkoşîna azadiyê ya Rojava
15:21 Baroya Amedê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’ê kir
14:55 Sevîlay Çelenk: Em ê berxwedana Rojava bi tenê nehêlin
14:27 Omer Ocalan cara ewil hinek hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê vegot
13:41 Hûlakû yê DEM Partiyî: Tirkiye, Rojava weke xenîmeta şer dibîne
11:53 DEM Partî çû serdana KESK’ê
11:42 Li Amedê dê mihrîcana ‘Kîjan Mafên Mirovan?’ bê lidarxistin
11:21 Danişîna rojnameger Zeynep Kuray hat taloqkirin
11:17 Herêmên texrîbata ekoljîk lê tê kirin hatin qedexekirin
11:11 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Li girtîgehê ji ber govenda Newrozê cezayê disiplînê hat dayin
11:01 Ji bo 47 pirtûk û 12 kovaran biryara berhevkirinê
10:34 Temellî ji Fîdan re got: Ya ku divê were nûkirin polîtîkaya we ye
10:30 Parêzer Şaman: Divê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ sererastkirin bên kirin
10:12 Bereket Kar: Kurd dê di nexşeya nû de cih bigirin
10:05 Mazlum Ebdî têkildarî turbeya Suleyman Şah daxuyanî da
10:03 Ji bo CPT’yê serlêdan hat kirin: Divê tavilê bê ziyaretkirin
09:59 Ji bo mitînga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya li Arjantînê dixebitin
09:46 'Bi êrişan modêla neteweya demokratîk hedef tê girtin’
09:26 ‘Divê êrişên ser Rojava bisekinin, statû were naskirin’
09:05 Cenazeyê kurê wê 27 rojan li mizgeftê ma: Sedsal jî derbas bibin ez ê ji bîr nekim
09:00 ROJEVA 12’Ê KANÛNA 2024’AN
11/12/2024
22:38 Jin bang li NY’ê kirin: Li hemberî komkujiyan tedbîr bigirin!
21:10 Li dijî êrişan ber bi Parlamentoya Ewropayê ve meşiyan
19:50 Li Amedê li dijî êrişan xeleka aştiyê
16:41 Li gelek bajaran êriş hatin protestokirin: Rojava rûmeta me ye
15:59 Hevserokên Giştî çûn serdana girtiyan
15:34 Parastvanên mafan ji bo piştevaniyê ji Hatîce Onaran a girtî re pere şand