‘Divê pergala îşkenceyê ya Îmraliyê bi dawî bibe û birêz Ocalan azad bibe’

  • rojane
  • 11:44 9 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mazlum Dînç destnîşan kir ku miwekîlê wan di hevdîtina dawî de xwestiye parêzer biçin serdanê û got: “Divê pergala îşkenceyê ya Îmraliyê bi dawî bibe û birêz Ocalan azad bibe.”

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, didome. Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û wasiyê Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç têkildarî qedexeya hevdîtina bi parêzer û malbatê re ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
 
‘HEVDÎTINA DAWÎ NAYÊ WATEYA BIDAWÎBÛNA TECRÎDÊ’
 
Dînç anî ziman ku ev 26 sal in li Girava Îmraliyê, pergala tecrîdê di meriyetê de ye û wiha got: “26 sal in di bin tecrîdê û îşkenceyê de tê girtin. Her ku diçe tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan hatiye girankirin. Wan salên berê qet nebe hefteyê carek be jî hevdîtina parêzeran û ji mehê carek du car hevdîtina li gel malbatê pêk dihat. Lê piştî Tîrmeha 2011’an hevdîtina parêzeran bi temamî hatin qedexekirin. Di nava van 13 salan de sala 2019’an di encama grevên birçîbûnê de tenê pênc hevdîtinên îstîsna pêk hatin. Her wiha hevdîtinên malbatê jî sala 2015’an vir ve bi temamî hatine qedexekirin. Dîsa dem bi dem çend hevdîtinên îstîsna pêk hatin. Lê belê ev hevdîtinên ku pêk hatin nayê wê wateyê ku tecrîd bi temamî ji holê rabûye. Tecrîd hê jî li ser birêz Abdullah Ocalan û her sê girtiyên bi girankirî dewam dike. Berê hincetên ‘Keştî xerabe ye’ û ‘Rewşa hewayê nebaş e’ dihatin nîşandan, lê piştî Rewşa Awarte (OHAL) li Tirkiyeyê hat ragihandin rasterast biryar li ser Girava Îmraliyê hat girtin.”
 
‘26 SAL IN LI ÎMRALIYÊ HIQÛQ JI HOLÊ HATIYE RAKIRIN’
 
Bi domdarî Mazlûm Dînç bi lêv kir ku hiqûq bi temamî ji holê hatiye rakirin û ev tişt anî ziman: “Ev 26 sal in hiqûqa Tirkiyeyê li Îmraliyê nakeve dewrê. Êdî ew hincetên berê rakirin, vê carê biryarên dadgehê hincet hatin nîşandan. Ev biryar du salan hincet hatin nîşandan. Ew biryar ne biryarek hiqûqî ye. Tu nikare bi temamî hemû mafên girtiyekî ji destê wî bistînî. Tu nikarî hevdîtina parêzeran û malbatê bi temamî qedexe bikî. Her wiha mafên ragihandin ango danûstandina bi derve re, qedexe bikî. Hemû bi biryarekî hatibûn qedexekirin.
 
Piştre çi kirin? Dîtin ku ew biryara wan ne di cih de ye, vê carê ji serê her sê mehan carekê biryara ‘Cezayê disiplînê’ distînin. Hevdîtinê malbatê bi vê hincetê tên astengkirin. Û her serê şeş mehan carekê jî Dadgeha Înfazê ya Bursayê jî biryara qedexekirina parêzeran distîne. Bi vê hincetê jî hevdîtinên parêzeran tên qedexekirin. Lê ev biryar çi ne, wan biryaran nadin me. Li gorî hiqûqa Tirkiyeyê van biryaran jî ji me vedişêrin. Lê belê li gorî hiqûqa Tirkiyeyê nikarin biryaran ji parêzeran veşêrin.”
 
HAYA PARÊZERAN PIR DERENG JI BIRYARAN DIBE 
 
Mazlum Dînç destnîşan kir ku divê biryar bên teblîxkirin ku parêzer bikarin îtîrazê bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ji ber van biryaran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) didin. Hikûmeta Tirk, carna paşê, bi derengî wan biryaran dişînin DMME’yê. Ji wan agahiyan em hê nû pêdihesin, bi çi hincetê ev biryar hatine girtin. Dema em lê dinêrin, di wan biryaran de tu bingehek hiqûqî ya astengkirin û qedexekirina hevdîtina tune ye. Ji hincetan mînakek bidim; ji ber ku birêz Ocalan û her sê girtiyên din hefteyê sê roj û her rojê saetek derdikevin cihê hewadariyê û ‘volte diavêjin’ vê dikin hinceta cezayê disiplînê. Ev yek nayê qebûlkirin. Bi vê hincetê qedexekirina hevdîtina malbatê qet ne hiqûqî ye. CPT jî jixwe di raporên xwe de destnîşan kiribû; ev yek nayê qebûlkirin.”
 
Dînç da zanîn ku qanûnên Tirkiyeyê ku bi tevahî hevdîtinên parêzeran qedexe bikin tune ye û wiha axivî: “Her çiqas Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê biryarek wiha dide jî ev biryar ne hiqûqî ye. Jixwe li dijî van biryaran serlêdanên me hene. Herî dawî meha Mijdarê biryara qedexekirina hevdîtin parêzeran ji bo şeş mehan hat standin. Wek biryarên din ev biryar jî bêhiqûqî ye.”
 
‘DIVÊ PERGALA ÎŞKENCEYÊ YA ÎMRALIYÊ BÊ HILWEŞANDIN’
 
Di berdewama axaftina xwe de Dînç destnîşan kir ku li tu devera dinyayê tu pêşengên ku ketine zindanan, ewqasî têkiliya wan bi derve re, bi gel re nehatine qutkirin û Abdullah Ocalan ji mafên xwe yên name, telefonan bêpar e. Dînç, pergala li Îmraliyê weke “pergala îşkenceyê” pênase kir û got: “Divê pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê were hilweşandin.” 
 
‘DEMA AZADIYA BIRÊZ OCALAN HATIYE’
 
Parêzer Dînç bal kişand ser hevdîtina dawî ya Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan bi miwekîlê wan re kiriye û wiha domand: “Birêz Ocalan daxwaz û banga ‘Divê parêzer werin hevdîtina min’ kiriye.” Dînç, got ku êdî ji hêla hiqûqî ve dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye û axaftina xwe wiha qedand: “Nabe ku ‘mafê hêviyê’ yê birêz Ocalan bi şertan ve bê girêdan. Êdî ev tiştekî hiqûqî ye û rewa ye ku divê ku birêz Ocalan azad bibe. Da ku dikaribe di çareserkirina pirsgirêka Kurd de bi rola xwe rabe.”
 

Sernavên din

15/12/2024
16:08 Li ser sînor bang kirin: Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala Kurdan
16:07 Mazlum Ebdî têkildarî civîna li Urdunê daxuyanî da
14:16 Rêveberiya xweser banga hişyariyê li xelkê herêmê kir
14:09 Di 3 rojan de gelek sivîl bi êrişên dewleta tirk hatin qetilkirin
13:51 Ozel: Bi gotina ‘pirsgirêka Kurd tune ye’ re pirsgirêk çareser nabe
13:37 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 3’yemîn de didome
13:11 Xelkê Minbicê li dijî komên paramîlîter greva giştî li dar xistin
13:10 Rêveberiya Kantona Firatê ji bo Kobanê bang kir
12:21 Encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinan a DBP’ê hat eşkerekirin
12:02 Bakirhan bang li şaredariyan kir: Divê astengdar bikarin xwe bigihînin xizmetan
11:59 ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' sibe dest pê dike
11:28 Budak ê ji DEM Partiyê îstîfa kirî meclisa şaredariyê bêbandor kir
11:14 Hejmara 94’an a Kovara Jinê derket
10:35 Li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê nobet: Em ê rê nedin êrişan
09:58 Ozturk: Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê çareserî pêş bikeve
09:31 Rojnameger Adali: Ji bo yekitiya Sûriyeyê divê Rêveberiya Xweser di hemû pêvajoyan de cih bigire
09:00 Medyaya îktîdarê şer sor dike
09:00 ROJEVA 15’Ê KANÛNA 2024’AN
14/12/2024
18:38 DAIŞ'ê 6 şivan kuştin
18:34 Pinar Aydinlar hat berdan
17:32 Çalakiyên protestokirina êrişan: Parastina Rojava erka her kesî ye
15:50 Xwestin biryara demborî ya doza kesên hatine qetilkirin bê rakirin
15:38 Li Amedê Daîreya Xizmeta Pîr û Kalan hat avakirin
15:30 Jiyana girtiyên nexweş Kaytan û Okur di xetereyê de ye
15:16 Rewşenbîr 'çareseriyê' dixwazin: Aştî ferz e
15:03 Li Geverê operasyona leşkerî
14:54 Xizmên Windayan: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin
14:49 Li Wanê binçavkirin hatin şermezarkirin
14:42 Bi girseyî çûn taziyeya Denîz Şen
14:34 Li Amedê panela 'Zimanê Kurdî û Makezagona Nû'
14:32 Ferhad Merdê û Bavê Teyar ji bo Rojava bang kirin
14:29 Jiyana Werîşe Muradî di xeteriyê de ye
14:23 Di 9’emîn salvegera qedexeyan de banga rûbirûbûnê
14:19 Kesên di qedexeya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan nehatin jibîrkirin
14:05 Keskîn Bayindir: Divê statûya Rojava bê naskirin
Çîgdem Kiliçgûn Uçar: Çareserî di azadiya Abdullah Ocalan
10:42 Evîn Cuma: Sivîl di hedefê de ne, DAIŞ xwe bihêz dike
09:41 Amedî: Li Rojhilata Navînê aştî bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e
09:09 Şahînê bi KHK'ê hat îxrackirin ket ber îcrayê
09:05 Ji siyasetmedaran bang li desthilatê: Ne bi çeteyan, bi kurdan re li rûnê
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2024'AN
13/12/2024
16:11 ‘Erdnîgarî diguhere hûn bombebarankirina Rojava didomînin’
15:52 Rapor: Lêgerîna tazî, sansur, cezayên disiplînê û taloqkirina tehliyeyan
15:46 Di êrişên dewleta tirk de 13 jinên pêşeng hatin qetilkirin
15:40 Ji bo girtiyan kampanyaya pere şandinê
15:37 Pirtûka ‘Repertuara Stranbêjiyê’ li Sûrê gihişt ber destê zarokan
15:35 Îsraîlê ji hewayî êrişî Sûriyeyê kir
14:33 Parêzer Raziye Ozturk: Tecrîda Bahçelî îtîraf kiribû hêj didome
14:02 DEM Partiyê rapora binpêkirinên mafan eşkere kir: Zext ji sedî 50 zêde bûn
13:44 Ji Amedê bang: Em berxwedanê mezin bikin, xwedî li Rojava derkevin
13:17 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:11 Oznûr Bartin: Budçeya şer ji sedî 65 zêde bû
13:01 Hevserokên Giştî bi nûnerên 31 welatan re hatin gel hev
12:53 Hunermend Pinar Aydinlar hate binçavkirin
12:33 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:45 Hevserokê PYD’ê: Ger em li Şamê yek bin neçar in îradeya me qebûl bikin
11:23 Bîlançoya şerê li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê hate eşkerekirin
10:26 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê: Dev ji êrişkirina destekftiyên Rêveberiya Xweser berdin
10:23 Li Mêrsînê siyasetmedar û parastvanên mafan hatin binçavkirin
10:00 Ji ber berfê li Wanê rêya 131 jîngehan hatin girtin
09:56 Hat îdiakirin ku alîkariyên piştî şewatê hatin şandin hatine desteserkirin
09:55 Rapora PEN a Norwecê ya der barê îdianameya rojnameger Arslan de
09:06 Bi ser re 9 sal derbas bûn lê hêj jî birîn nekewîn e
09:05 Gundên di salên 90'î de hatin şewitandin di hedefa şîrketên petrolê de ne
09:04 ‘Dê têkoşîna hevpar a gelên bindest karibe êrişan rawestîne'
09:02 Endamên meclisê yên nehat hiştin têkevin şaredariyê: Em ê li ber xwe bidin
09:01 Bozarslan: Tirkiye dixwaze Rojavayê bike parçeyekî xwe û têxe bin fermana xwe
09:00 ROJEVA 13’Ê KANÛNA 2024’AN
12/12/2024
21:45 Li Danîmarkayê li ber parlamentoyê protestokirina êrişan û tecrîdê
21:35 Li Reqayê gule reşandin ser gel: 43 kes birîndar bûn
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê hemû gel û bawerî di jinûveavakirina Sûriyeyê de cih bigirin
16:11 Şîna Nûra Kurt bi girseyî hate ziyaretkirin
16:02 Rêveberiya Xweser: Alaya Sûriyeyê dê li herêmên xweser jî be
15:52 Êriş hatin protestokirin: Deng bidin têkoşîna azadiyê ya Rojava
15:21 Baroya Amedê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’ê kir
14:55 Sevîlay Çelenk: Em ê berxwedana Rojava bi tenê nehêlin
14:27 Omer Ocalan cara ewil hinek hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê vegot
13:41 Hûlakû yê DEM Partiyî: Tirkiye, Rojava weke xenîmeta şer dibîne
11:53 DEM Partî çû serdana KESK’ê
11:42 Li Amedê dê mihrîcana ‘Kîjan Mafên Mirovan?’ bê lidarxistin
11:21 Danişîna rojnameger Zeynep Kuray hat taloqkirin
11:17 Herêmên texrîbata ekoljîk lê tê kirin hatin qedexekirin
11:11 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Li girtîgehê ji ber govenda Newrozê cezayê disiplînê hat dayin
11:01 Ji bo 47 pirtûk û 12 kovaran biryara berhevkirinê
10:34 Temellî ji Fîdan re got: Ya ku divê were nûkirin polîtîkaya we ye
10:30 Parêzer Şaman: Divê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ sererastkirin bên kirin
10:12 Bereket Kar: Kurd dê di nexşeya nû de cih bigirin
10:05 Mazlum Ebdî têkildarî turbeya Suleyman Şah daxuyanî da
10:03 Ji bo CPT’yê serlêdan hat kirin: Divê tavilê bê ziyaretkirin
09:59 Ji bo mitînga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya li Arjantînê dixebitin
09:46 'Bi êrişan modêla neteweya demokratîk hedef tê girtin’
09:26 ‘Divê êrişên ser Rojava bisekinin, statû were naskirin’
09:05 Cenazeyê kurê wê 27 rojan li mizgeftê ma: Sedsal jî derbas bibin ez ê ji bîr nekim
09:00 ROJEVA 12’Ê KANÛNA 2024’AN
11/12/2024
22:38 Jin bang li NY’ê kirin: Li hemberî komkujiyan tedbîr bigirin!
21:10 Li dijî êrişan ber bi Parlamentoya Ewropayê ve meşiyan
19:50 Li Amedê li dijî êrişan xeleka aştiyê
16:41 Li gelek bajaran êriş hatin protestokirin: Rojava rûmeta me ye
15:59 Hevserokên Giştî çûn serdana girtiyan
15:34 Parastvanên mafan ji bo piştevaniyê ji Hatîce Onaran a girtî re pere şand