MKG’ê rapora Mijdarê eşkere kir: 38 rojnameger hatin darizandin

  • jin
  • 12:54 9 Kanûn 2024
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - MKG’ê rapora xwe ya meha Mijdarê eşkere kir. MKG’ê diyar kir ku derheqê 7 rojnamegeran de lêpirsîn hate destpêkirin, derheqê 7’an de doz hate verkirin, 38 rojnameger hatin darizandin û li 7 rojnamegeran bi giştî 2 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn. 
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) “Rapora Binpêkirinên Mafên Rojnamegerên Jin” a meha Mijdarê eşkere kir. Di beşa nirxandinê ya raporê de hate gotin ku zextên li ser çapemeniya azad û rojnamegerên jin roj bi roj zêde dibin, rojnameger dema ku pîşeya xwe dikin, ne tenê bi binpêkirina azadiya ramanê re rû bi rû dimînin, di heman demê de bi cudakariya zayendî, tundî û gefan re rû bi rû dimînin. Hat gotin ku ev zext hem azadiya pîşeyî ya rojnamegeran û hem jî mafê gel a xwe gihandina agahiyên rast dixe xeterê.
 
‘DI DEMA BINÇAVKIRINÊ DE ROJNAMEGER HATIN DERBKIRIN’ 
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Binçavkirin, serdegirtina malan, gefxwarin, muameleya xerab û hewldanên sansurê yên li dijî rojnamegeran di Mijdara 2024’an de gelekî zêde bûne. Bi taybetî du serdegirtina mala nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren a li Semsûrê, lêdana polîsan a nûçegihana JINNEWS’ê Pelşîn Çetînkaya ya li Êlihê dema nûçe dişopand û li Stenbolê Hîlal Koylû bi darê zorê dest ji karê xwe berda, ev mînakên şênber ên herî berbiçav in. 
 
Di vê pêvajoyê de Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê Roza Metîna jî di 26'ê Mijdarê de hatibû binçavkirin. Di serdegirtina malan de her wiha rojnameger Tûgçe Yilmaz, Suzan Demîr, Havîn Derya, Berfîn Atli û Serap Guneş jî hatin binçavkirin. Ev operasyonên li dijî rojnamegeran ne tenê xebatên wan ên pîşeyî dike hedef, di heman demê de êrişek li dijî têkoşîna jinên rojnameger a ji bo hebûna jiyana civakî ye.”
 
‘DIVÊ ÊRIŞ TAVILÊ BÊN RAWESTANDIN’
 
Di berdewama raporê de wiha hate gotin: “Hedefgirtina rojnamegeran êrişeke zayendî ye û armanc jî ew e ku jinan ji jiyana civakî dûr bixin. Tundiya fîzîkî û psîkolojîk, gef û zextên darazê yên ku li ser rojnamegeran tên kirin, bi cudakariya zayendî re jî her ku diçe kûrtir dibe. Ev hawirdora zextê ya li dijî çapemeniya azad armanc dike ku dengê rojnamegeran bibire û rê nede ku heqîqet di civakê de were ragihandin.  Pêwîst e demildest ev binpêkirin bên rawestandin, rojnameger karibin bi ewlekarî pîşeya xwe bikin û ji bo wekheviya zayendî pêk were gav bên avêtin. Divê kiryarên şîdeta fîzîkî û psîkolojîk ên li hemberî rojnamegeran bên darizandin û hemû pêkanînên ku azadiya çapemeniyê asteng dikin bên rawestandin.
 
BANGA PIŞTEVANIYÊ
 
Weke Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê em careke din tekez dikin ku em ê li kêleka rojnamegerên li dijî zextan li ber xwe didin bibin. Dengê rojnamegeran nayê qutkirin; ronahiya rastiyê tu carî nayê tarî kirin. Em bang li raya giştî dikin ku piştgiriyê bidin rojnamegerên jin û Çapemeniya Azad a Kurd.”
 
BIPNÊKIRINÊN LI DIJÎ ROJNAMEGERAN 
 
Di raporê de binpêkirinên li dijî rojnamegeran wiha hatin rêzkirin: 
 
“* Rojnamegerên êriş li wan hatine kirin: 3
 
* Rojnamegerên bi ser mala wan de hat girtin: 8
 
* Rojnamegerên hatin binçavkirin: 9
 
* Rojnamegerên mûameleya ne baş li wan hat kirin: 4 
 
* Rojnamegerên gef li wan hat xwarin: 5
 
* Rojnamegerên şopandina wan a nûçeyan hat astengkirin: 3
 
BINPÊKIRINÊN AZADIYA RAMAN 
 
* Rojnamegerên der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin: 7
 
* Rojnamegerên der barê wan de doz hat vekirin: 7
 
* Rojnamegerên darizandina wan dewam dikin:  Di 14 dosyeyan de 38 rojnameger hatin darizandin 
 
* Hejmara rojnamegerên girtî (Ji 4'ê Çileya 2023'yan heta niha): 5
 
ASTENGKIRINA PLATFORMÊN ÎNTERNET-MEDYAYA DIJÎTAL 
 
* Malperên hatine girtin: 1
 
* Nûçeyên hatine astengkirin: 6
 
* Naverokên Medyaya Dîjîtal ên hatine astengkirin: 3
 
LÎSTEYA ROJNAMEGERÊN JIN ÊN GIRTÎ
 
* Lutfiye Burcu Kara - Rojnameya Yekitiya Têkoşînê
 
* Elîf Ersoy - Berpirsiyara Karên Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê 
 
* Hatîce Duman - Midûra Karên Nivîsan û Xwediyê Rojnameya Atilimê
 
* Selamet Turan - Rojnameger 
 
* Ozden Kinik - Xebatkara TRT'ê

Sernavên din

06/07/2025
11:03 MKG: 7 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin
10:48 Li DYA’yê lehî rabû: 43 kes mirin, 20 zarok winda ne
10:47 Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim
10:10 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:10 Çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê: 19 jin û zarokek hatin qetilkirin
10:09 Li Gimgimê gund li benda xizmetê ne
10:08 Li bazarê di lênûska deynan de rûpelên vala neman!
09:44 Çav û guhê cîhanê li PKK’ê ye: Kîjan partî û rêxistin dê bişopînin?
09:33 Ji bo Kurdî daxwaza statûyê: Em dikarin aktîf rol bigirin
09:17 Kovara Jinê vê heftê bi manşeta ‘Jin, Bawerî û Hevrûbûn’ê derket
09:04 Gefa hecizkirinê ya bankan zorê dide welatiyan
09:00 Girtiyê nehatî tedawîkirin çavê xwe winda kir
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2025’AN
05/07/2025
17:05 Çalakiya KHK: Pêşiya aştiyê bi vegera ser kar vedibe
16:15 DEM Partiyê serdana Şaredariya Semsûrê kir
16:03 Sebahat Tûncel: Em di 8'ê Tîrmehê de li Enqereyê bicivin
15:55 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
15:41 Di komxebata zarokan de bal kişandin ser zimanê dayikê
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Aktaş û Gurban bên berdan
15:15 Di komxebata ciwanan de dê qeyran û çareseriyên Rojhilata Navîn bên gotûbêjkirin
14:57 Li du bajaran komxebatên ciwanan: Em ê erka xwe bi cih bînin
14:34 Girtiyê ku 15 caran sewqa wî ya nexweşxaneyê hatibû astegkirin teşhîsa alzeheimerê lê hate kirin
14:27 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Em bi baldar dixebitin
14:05 Xizmên windayan: Kiryarên Vedat Aydin eşkere bikin
13:25 Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Vedat Aydin de dawî li bêcezatiyê bînin
13:10 Li Hatayê erdhej çêbû
13:06 DEM Partî wê serdana şaredariyên CHP’ê bike
13:00 Ji DEM Partiyê daxuyaniyeke girîng
12:57 Li Gabarê bi hezaran dar şewitîn
12:19 Hevserokên DEM Partiyê: Ev operasyon rêya çareseriyê dixetimînin
11:59 AYM’ê têkildarî Kader Ortakaya biryara mafê jiyanê hatiye binpêkirin da
11:12 Dê doza Îzol ji nû ve bê lidarxistin: Parêzeran ji bo ragirtinê serlêdan kirin
09:52 Şîrketa Nasiroglûyê AKP'î Sîsê talan dike
09:52 Sûavî: Huner bi aştiyê azad dibe
09:50 Fîşeka gazê ya ku Ûytûn qetil kir 16 sal in winda ye
09:30 Banga ji bo komxebata ciwanan
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:16 Li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: Karalar, Tûtdere û Bocek hatin binçavkirin
04/07/2025
21:50 Tûnç Soyer û Serokê CHP'ê yê Bajêr hatin girtin
17:10 Di sempozyûma mafên mirovan de bal kişandin ser ‘tekoşîna hevpar’
16:38 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler rapora “rewşa wî ji bo girtîgehê guncav nîne' da
16:36 Projeya GES’ê ya li Xeceriyê hate betalkirin
16:35 Li Stenbolê dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ bê lidarxistin
16:34 Şaredarê Manavgatê hate binçavkirin
16:12 Ji ber gotina ‘Rêberê PKK’ê’ 2 sal û mehek ceza lê hate birîn
16:06 Ji ber stranên di lênûskê de cezayê hucreyê lê hate birîn
15:32 DBP’ê li Agiriyê rêveberiya nû diyar kir
15:13 Di lehî û hezaz a li Hindistanê de: 69 mirî 110 birîndar
14:21 Li Omeryayê şewat bi daristanê ket
14:19 Çetîn Arkaş li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin
12:53 Şewata li Gabarê li herêmeke berfireh belav bû
12:50 Tunç Soyer û 98 kesên din bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
12:42 Hejmara girtiyan a piştî 10’emîn Pakêta Darazê
11:44 Rewşa dawî ya şewatên li Îzmîrê
11:37 Li Wanê li girtiyan hevdîtin hate qedexekirin
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
10:59 Parlamenterê Partiya Gelecekê Torûn: Divê tavilê komîsyon bê avakirin
10:48 Serokê Baroya Amedê: Em amade ne alîkariya hiqûqî bidin pêvajoyê
09:56 Li Îzmîrê 137 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
09:45 Meclisa Ciwanan dê bi rojeva ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bicive
09:42 Yek ji bihûştên xwezayê Heftborî dê bi HES’ê bê tunekirin
09:06 Îsal li Îdirê berê mişmişan bibereket e
09:05 Gundên Qaxizmanê bê av û ceyran in!
09:05 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Em ji her wextî bêtir ji bo yekitiya neteweyî bi hêvî ne
09:05 Dîrektora IHRNGO'ê: Li Îranê armanca zêdebûna zextan astengkirina protestoyan e
09:05 Kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim': Armanca sereke azadiya Ocalan e
09:03 Aydin: Şensê taloqkirin û derenxistina kongreya neteweyî nemaye
09:02 Li Wanê dê pêşangeha ‘Hêviya Hunerê’ ya zarokan vebe
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2025'AN
03/07/2025
23:59 Civînên 'Aştî û Civaka Demokratîk' didomin
20:05 Zeynep Kinaci û Sema Yuce hatin bibîranîn
16:10 Du bersûcên zarok neçarî întîharê kirin dîsa nehatin girtin
15:45 Şewata li Stenbolê hate kontrolkirin
15:43 Şandeyeke pirspor li Çemê Tagarê lêkolîn kir
15:34 Rojnameger Aksu hate berdan
15:10 Şîna Mûsa Kaya bi girseyî hate ziyaretkirin
15:08 DEM Partî: Dê di mijara bêçekbûnê de hefteya pêş gaveke dîrokî were avêtin
14:26 Parêzer Bariş Işik dawî li jiyana xwe anî
14:21 Li Stenbol û Antalyayê şewat derket
14:16 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
13:38 Di şewata Îzmîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:35 Binçavkiriyên Saraçhaneyê sewqî edliyeyê hatin kirin
13:34 Di Şaredariya Rêya Armûşê de şewat derket
13:34 Yerlîkaya, bîlançoya şewatan parve kir
12:22 Pentagon: Me bernameya nukleerê ya Îranê dereng da xistin
12:20 Şandeya Ewropayê li ser ‘Maseya Gilover’ çi nîqaş kir?
11:52 Serkeşeyê Suryan: Em di rêya Serok Apo de dimeşin
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:09 Zema ji bo mûçeyê teqawidan hatiye kirin diyar bû
11:06 ENAG: Enflasyon ji sedî 68,68 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 35,05 e
10:59 Rapora Hezîranê ya DFG’ê: 16 rojnameger hatin binçavkirin, 6 hatin girtin
10:51 Hîkmet Çetîn çû serdana Demîrtaş û Mizrakli
10:40 Meclisa Ciwanan dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ li dar bixe
10:34 Serokê Baroya Sêrtê: Gelo dema çek hatin berdan dê di qanûnan de sererastkirinan bikin?
10:21 Li Mêrdînê rexmê ‘qedexeyê’ çinîna garis dest pê kir
09:46 Tevî hemû îtîrazan jî qirkirina xwezayê ya li Gabarê nayê sekinandin!
09:08 Li Çeşme û Odemîşê şewat derket
09:07 Seroka ÎHD a Stenbolê: Girtiyên nexweş nikarin li benda Îlon-Cotmehê bin!
09:03 Emîne Uçak Erdogan: Ji bo mayinde bûna pêvajoyê sererastkirinên qanûnî divê
09:01 KJAR: Em ji bo jina azad, Îrana demokratîk têdikoşin