Xelkê Agiriyê ji şaredariya xwe razî ye

  • rojane
  • 09:54 18 Kanûn 2024
  • |

AGIRÎ - Welatiyên Agiriyê diyar kirin ku ew ji şaredariya xwe ya di bin rêveberiya DEM Partiyê razî ne û wiha gotin: “Tevî deynên AKP’ê li pey xwe hiştî jî xizmetê ji gel re dikin. Ev girîng e.” 

DEM Partiyê di hilbijartinên 31’ê Adarê de Şaredariya Agiriyê ji AKP’ê stand. Ji roja şaredarî hatiye standin heta niha jî hevşaredar kolan bi kolan digerin û hewl didin pirsgirêkên gel çareser bikin. Rêveberiya DEM Partiyê hewl dide texrîbata şaredariya AKP’ê li pey xwe hiştî paqij bike. 
 
Ji serdema AKP’ê nêzî 505 milyon lîre deyn mabûn lê tevî vî deynî jî makîneyên kar hatin peydakirin û piraniya pirsgirêka binesaziyê hate çareserkirin. Di nava 9 mehan de 50 kîlometreyên rê hatin qîrkirin, 17 parqên bi temamî xera bûn ji nû ve hatin çêkirin û 3 parkên nû yên bi navên Mehmet Uzun, Keskesor û Ahmed Arîf hatin vekirin. Qada sergoyê ya berê veguherandin qada mesîreyê, ji hêla veguhestin û estetîka bajar ve xizmetên girîng hatin kirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan jî Navenda Piştevaniya Jinê ya Zînê hate vekirin. Di heman demê de cara ewil ajokareka ji a otobûsan girtin kar. 
 
Şêniyên bajar têkildarî xizmetên şaredariyê ji ajansa me re axivîn û gotin ku ji pratîka şaredariyê ya 9 mehan razî ne. 
 
XIZMET
 
Muhlîs Yildiz, diyar kir ku ew ji xizmetên şaredariyê yên di demên dawî de gelek memnûn in û wiha got: “Tenê kesên ji partiyên kurd hatine hilbijartin xizmet ji vî bajarî re kirin. Mirov nikare hevşaredarên nû yê şaredarê serdema din bide ba hev. Em naxwazin navê Savci Sayan bibihîzin jî. Dema navê wî dibihîzim tansiyona min radibe. Ev bajar xwar. Yên xizmetê ji Agiriyê re dikin diyar in.” 
 
‘DAXWAZA GAZA XWEZAYÎ Û TAPOYÊ’ 
 
Cevdet Aydin jî li Taxa Cezaeviyê rûdine û got ku ji xizmetên şaredariyê razî ne. Aydin, wiha got: “Lê belê em dixwazin gaza xwezayî bînin taxa me. Li taxa me nêzî 500 mal hene û pirsgirêka tapûyê heye. Em dixwazin ev pirsgirêka me bê çareserkirin. Têkiliyên şaredariya me yên bi gel re li gorî şaredariyên din baştir e.” 
 
‘ELEQEDERBÛNA BI HER KESÎ RE JÎ XIZMET E’ 
 
Çavuş Daghan jî anî ziman ku ew ji xizmetên şaredariyê memnûn in û wiha domand: “Dê pirtûkxane, navenda çandê yan jî qursên ji bo zimanê dayikê yên ji bo zarokan jî pir baş bibin. Mehmet Akkuş cîranê min e û kesekî gelek baş e. Hazal Aras jî berê Hevşaredara Giyadînê bû. Gel pir jê razî bû. Dema zarokekî dibîne pê re diaxive, bi ciwanan, bi pîran re diaxive. Bi wan re eleqeder dibe. Anku li her kesî guhdar dike û ev jî xizmeteke. Şaredarên berê piştî hilbijartinê li te jî nedipirsiya. Deynên şaredarê zêde ne. Divê gel fatûreyên avê bide û ji şaredariyê re bibe alîkar. Bûdçeya şaredariya me tune ye. Lewma divê Banga Navendî alîkariyê bide. Di mijara paqijiyê de gelek baş in. Min dengê xwe neda DEM Partiyê lê min texmîn nedikir dê ewqas baş bixebitin. Divê derfetên kar bên peydakirin. Divê îktîdar bi awayekî wekhev piştgiriyê bide şaredariyan. Xizmetê çawa ji Dutaxê re bişînin divê wisa ji Agiriyê re jî bişînin.” 
 
‘EM JI XIZMETÊN ŞAREDARIYÊ MEMNÛN IN’ 
 
Nûsret Akboga, jî wiha got: “Em ji xizmetên şaredariyê memnûn in. Şaredariya berê tu derfet ji bo gel bi kar ne anî û sozên xwe bi cih ne anî. Şaredariya niha ji bo gel dixebite û sozên xwe pêk tîne. Savci Sayan soza vekirina febrîqeya tekstîlê dabû lê wisa nekir. Heke bihata vekirin dê ciwanên me neçûna bajarên din. Em ji xebatên şaredariya niha memnûn in. Şaredariyeke çalak e û ya herî zêde dixebite ye.” 
 
‘DIVÊ QURSÊN ZIMAN BÊN VEKIRIN’
 
Alî Haydar Ozmen, diyar kir ku şaredarî heta niha jî baş dixebite û wiha axivî: “Şaredariya berê gelek nebaş bû. Ev şaredariye xizmetê dike. Me şaredariya din weke rêveberiya qeyûm di dît. Ma dê qeyûm ji bo gel xizmetê bike? Her wiha em dixwazin ji bo zarokan qurs û qreşên zimanê Kurdî bên vekirin.” 
 
MA / Mehmet Guleş
 

Sernavên din

26/12/2024
15:50 Di doza Narîn Guranê de mutalaa hat dayin
15:41 ÎHD’ê ji bo rewşa girtiyên nexweş hişyarî da
15:35 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 14’an de ye: Em dilê Rojava ne
15:29 Bavê Rojîn Kabaîşê: Çima tu kes napirse, ew qetil kirin
15:20 Xebatkarê Yenî Yaşamê Akoren hate berdan
15:19 Biryara girtina GOÇÎZDER’ê hate protestokirin
14:52 Mehmet Ocalan li ser sînorê Kobanê axivî: Em ê xwedî li jiyana li Rojava derkevin
14:50 Amediyan henekên xwe bi mûçeyê kêmtirîn kirin: Pir zêde kirine!
14:38 AYM’ê serlêdana girtiyê li Îmraliyê ya ji bo ‘mafê telefonê’ red kir
14:19 Dadgehê ji ap Guran re got: Heke te bigota niha ev nîqaş nedihat kirin
13:24 Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê mîrateya Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bidomînin
13:11 Ji bo doza bi xetereya demborînê re rû bi rû ye banga tevlibûnê kir
12:51 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:16 Rêveberiya Xweser têkildarî aloziya li Sûriyeyê daxuyanî da
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ceza hate dayin
11:12 Girtî Kaya binpêkirinên li girtîgehê vegot: Piştî hevdîtinê nizanim dê çi bi serê min bê
10:59 Serokê PEN a Navneteweyî: Dixwazin çapemenî bibe dengê serdestan
10:52 Jin li edliyeyê ne: Em ê dozên Narîn û Rojînê bişopînin
10:39 Hunermendan bang kir: Em xwedî li Rojava derkevin
10:22 ‘Em dev ji nivîsandina rastiyê bernadin’
10:00 Zêbarî: Gefa li ser Rojava dê bandorê li her çar parçeyan bike
Berwarî: Tekane çareserî ew e ku Tirkiye ji herêmê derkeve
09:39 HDK wê di 2025'an de gelan û baweriyan bîne cem hev
09:36 Danişîna doza Narîn Guranê dest pê kir
09:36 Di êrişa Îsraîlê de 5 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan
09:35 Di komkujiyê de birayê xwe, di têkoşîna edaletê de dayika xwe winda kir
09:18 Hat girtin, 2 zarokên xwe winda kir, zarokek wî girtî ye, ew di çalakiyê de ye
09:10 Dosyeya ku nakeve ber demboriyê bi hinceta '7 sal derbas bûye' hat redkirin
09:04 Rêveberê PYD'ê yê Kobanê: Em xwedî wê hêzên ne ku dikarin yên di dest xwe de biparêzin
09:04 709 mirin, 8 hezar û 521 astengiyên derketina derve, gelek binpêkirin
09:01 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2024'AN
08:37 Doza Narîn Guranê: Bersûc anîn edliyeyê
25/12/2024
23:03 Elewiyên sûriyeyî daketin qadan: Li Humûsê qedexeya derketina derve
19:40 Ji ÎHD'ê banga 'hevrûbûna bi komkujiyan re'
19:24 Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Akoren hat binçavkirin
19:22 Siyasetmedar Mûsa Kûrhan jiyana xwe ji dest da
16:18 DFG û MKG: Rojnamegerên girtî berdin
16:10 MKG û DFG hatin ziyaretkirin
15:42 Berxwedana li ser sînor di roja 13’an de ye: Dawî dê muhteşem be
15:38 Leşkeran di bin çavan de îşkence lê kirin û gotin ‘dema ketî wisa bû’
15:13 Nobeta li ser sînorê Kobanê: Em jiyaneke bêstatû qebûl nakin
14:16 DEM Partiyê ji bo girtiyên nexweş serî li ÎHÎK’ê da
13:51 ‘Em li dora Şoreşa Jinê ya Rojava bibin yek’
13:33 Cezayê pereyan dan wesayîtên kesên tev li şîna Daştan bûn
13:23 Rojnameger Akyuz li dijî hefsa malê serî li DMME’yê da
13:22 Xwestin hevşaredara hatiya îxrackirin îstîfa bike
11:46 Xeznewî: Heta niha tu caran ji bo tifaqa Kurd hêviyeke wiha mezin çênebûbû
11:13 ‘Ji bo ewlehiya hemû zarokan em xwedî li doza Narînê derkevin’
10:56 Ji balafira li Kazaxistanê ketî 28 kes sax hatin rizgarkirin
10:47 Tulay Hatîmogûllari: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
10:36 Dadgehê biryara girtina GOÇÎZDER’ê da
10:34 Salih Muslim: Em parçeyeke Sûriyeyê ne û dixwazin daxilî çareseriyê bibin
09:56 MEDYA - DER xwe ji bo serdema nû amade dike
09:54 Sûcên şer ên Tirkiyeyê kirine!
09:35 Di Komkujiya Roboskê de 2 birayên wê hatin qetilkirin, mala wê hat gulebarankirin û ji ber zextê bar kirin
09:06 Pînto: Dê azadiya Ocalan tevkariyê li çareserkirina meseleya kurd bike
09:05 Di sala 2024’an de peyama jinan aşkera bû: Jin, jiyan, azadî
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2024'AN
24/12/2024
16:18 HSD’ê bîlançoya şer û pevçûnên dawî eşkere kir
16:12 Li Hesekê bi hezaran kes ji bo piştevaniya bi HSD’ê re meşiyan
16:06 Bompeya gazê ya ku Uytunê 18 mehî kuşt, nayê dîtin!
15:27 Ji sînorê Qamişloyê bang kirin: Bila deriyê Îmraliyê bê vekirin!
15:01 Li ser sînorê Pirsûs-Kobanê nobet: Divê rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:53 Dewleta tirk depoyên genim ên Girê Spî bombebaran kir
14:38 Bakirhan: Divê dev ji mijûlkirinê berdin û hevdîtin bi Ocalan re bên kirin
13:47 IFJ: Rojnamegeran berdin
13:47 DEM Partî: Îktîdar di mijara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re de siyaseta mijîlkirinê dimeşîne
13:09 Partiyên Tifaqa Kurdistanî: Heke Kurd bibin yek dê muxatab bên girtin
12:44 Bakirhan: Ji 205 welatan tenê Tirkiye li dijî mafên Kurdan e
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:54 Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê hatin derbkirin
11:31 Temel: Hişmendiya dewletê ku bikaribe ji çareseriyê re bibe bersiv heye gelo?
11:11 Partiyên Kurdistanî: Statûya Rojava ji bo me di ser her tiştî re ye
11:01 Li Kanîreşê otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin, 16 kes birîndar bûn
11:00 Li Balikesîrê di febrîqeyê de teqîn: 12 kes mirin, 3 kes birîndar bûn
10:44 'Me berê Kobanê çawa parastibe dê îro jî wisa biparêzin’
10:26 Abdullah Ocalan di hevdîtina 23’yê Cotmehê de ji bo Sûriyeyê çi got?
09:48 Li Girtîgeha Kirşehîrê cezayê 37 girtiyan hat erêkirin
09:47 'Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modelek e ji bo Sûriyeyeke pirnasnameyî'
09:09 Ji bo girtiyên nexweş banga hestiyariyê
09:04 Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tehliyeya 7 girtiyan hate astengkirin
09:03 Tundî zêde bû, bijîşkan koç kir, di tenduristiyê de rizandin çêbû
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2024'AN
08:55 Ji meteorolojiyê hişyariya barîn, cemed û aşûtê
23/12/2024
21:22 Mezlûm Ebdî bi ENKSˋê re civiya
21:18 Li Cizîrê mirineke biguman
16:53 ÎHD’ê ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bang kir
16:09 Ciwanan li ser dîwaran nivîsand: Cîhan û Nazim rûmeta me ne
16:05 DJV’ê ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê bang li Tirkiyeyê kir
15:57 Temellî: Ji bo serlêdana hevdîtina bi Abdullah Ocalan hêj bersiv nehatiye dayin
15:27 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Dê Rojava teqez bi ser keve
15:24 Xwest ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn Komîsyona Lêkolînê bê avakirin
14:57 Derheqê rojnameger Medîne Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin
14:49 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan: Heqîqet hedef hate girtin
14:40 Ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan mewlûd hatin dayin
14:22 Ahmet Hakan ê Tahir Elçî kiribû hedef îcar jî qetilkirina rojnamegeran parast
14:20 Li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê nobet hate destpêkirin
14:01 Êrişa li Bendava Tişrînê hate têkbirin
13:20 Rapora CHP’ê: Qeyûman bandor li 11 milyon û 202 hezar hilbijêran kirin
13:03 Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin
12:57 Derheqê rojnameger Oznûr Deger de lêpirsîn hate destpêkirin