Li Qamişloyê bang kirin: Dê têkoşîna Nazim û Cîhanê li erdê nemîne

  • rojane
  • 11:56 20 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - YRJ û YRA’yê têkildarî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê li Qamişloyê daxuyanî dan û diyar kirin ku ew ê têkoşîna wan mezin bikin. Wiha hat gotin: “Em ê şopdarên heqîqet û azadiyê bin.” 

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) û Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) têkildarî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin di encama êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk de hatibûn qetilkirin, li pêşiya Navenda Çandê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê daxuyanî dan. Gelek rojnameger tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de rojnamegeran wêneyên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê û pankarta “Şehîdên Çapemeniyê Azad namirin” hilgirtin. 
 
Metna daxuyaniyê ya bi Kurdî ji hêla pêşkeşvanê Ronahî TV’yê Alan Meîş û ya bi erebî jî ji hêla Arîn Denîz ve hate xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: 
 
“Ji 8’ê Kanûnê (2024) ve dewleta Tirkiye ya dagirker û komên çete yên girêdayî wê êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine. Di demeke ku hemû cîhan li ser avakirina sîstemek nû ya li Sûriyeyê ku hemû pêkhate tê de werin temsîlkirin, nîqaş dikin de, Çapemeniya Azad hewl dide vê rastiyê ji raya giştî re ragihîne.  
 
Hevrêyên me yên rojnamevan, ji bo pêkanîna vê erka xwe ya exlaqî û dîrokî, li hemû eniyên ku êriş li ser hene, bê dudilî kar dimeşînin, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirkiyê ji gel û raya giştî ya cîhanê re radigihînin.
 
Dewleta Tirkiyeyê bi van êrişên xwe tevahî nirxên civaka me hedef digire, her wiha ragihandina ku rastiya wan aşkera dike jî xisteya pêşiya êrişên xwe. Li gorî hemû peymanên navnetewî mafê rojnamevanan ê şopandina şer û pevçûnan heye û divê neyên hedefgirtin. Lê dewleta Tirkiye li hemberî Çapemeniya Azad şerekî hovane dimeşîne.
 
Weke eniyeke bi bandor a têkoşînê, Çapemeniya Azad di rêwîtiya xwe ya heqîqetê û aşkerakirina rastiyan de bedelên giranbûha dane.
 
Herî dawî, di encama êrişeke hovane ya dewleta Tirk a dagirker de du hevalên me yên rojnamevan şehîd bûn. Di vê êrişa nemerdane de hevalên me yên rojnamevan Nazim Daştan û nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) Cîhan Bîlgîn şehîd bûn.  
 
Herdu hevalên me ji roja destpêkê ya êrişên ku li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê têm domkirin ve, berxwedaniya li herêmê di şopandin.
 
Roja 19’yê Kanûna 2024’an jî dema karê xwe yê rojnamevaniyê dimeşandin, saet di 15:20’an de, li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajaroka Sirînê de wesayîta wan ji aliyê balefireke bê mirov û biçek a dewleta Tirkiyeyê ve hat bombebarankirin. Di encama êrişê de her du hevalên me şehîd bûn, ajarokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû.  
 
JIYANEKE BI TÊKOŞÎNÊ DERBAS BÛYÎ
 
Hevala me Cîhan Bîlgîn, ji sala 2017’an ve li rojavayê Kurdistanê rojnamevaniyê dike. Heval Cîhan Bîlgîn di malbeteke welatpêrêz a bedeldayî de mezin bûye.  Ji bo ku berxwedan û Şoreşa Rojava ji raya giştî re ragihîne, weke rojnamevanek wêrek di eniya herî pêş ya Çapemeniya Azad de cîh girt. Bi pênûs û kameraya xwe, her tim bû zimanê şoreşa gelan û şoreşa jinan. Cîhan Bîlgîn 8 salan di ANHA’yê de weke nûçegihan xebat kir. Di pêvajoya avakirina Şoreşa Rojava de, weke rojnamevanekê 8 salên tije têkoşîn derbas kirin. Di demên ku êrişên dewleta Tirkiyeyê li ser Rojava dijwar dibûn de, ji bo ku rastiyan bi awayekî herî baş ragihîne, her dem li eniya herî pêş bû. Dîsa di pêvajoya avakirina pergala xweseriya demokratîk a li herêmê de weke jineke lêgerinvana azadiyê, bi nûçe, dosya û hevpeyvînên xwe Şoreşa Rojava ku şoreşa jinê ye, ji raya giştî re ragihand. Di rêwîtiya domdar a Çapemeniya Azad de, weke şopdara kevneşopiya Gurbetelî Ersoz, Gulistan Tara, Seyîd Evran, Dilîşan Îbiş û bi sedan şehîdên ragihandinê, bi azweriyeke mezin Şoreşa Rojava ji raya giştî ya Kurdistanê û cîhanê re ragihand. Cîhan Bîlgîn bi qasî pisporiya xwe ya rojnamevaniyê, bi rûkenî û bi hevaltiya xwe jî kesayeteke mînak bû.    
 
LI HEMÛ QADÊN BERXWEDANÊ CIH GIRT
 
Têkoşer û rojnemevan Nazim Daştan, li navçeya Giyadîn a bajarê Agiriyê ya bakurê Kurdistanê ji dayik bû. Di malbateke welatparêz de mezin bûye. Bi vê zanebûna netewî, di temenekî ciwan de, di eniya ragihandinê de dibe lêgerînvan û têkoşerê azadiyê. Di sala 2014’an di pêvajoyeke ku êrişên DAIŞ’ê li ser Rojava destpê kirin de, derbasî Rojava bû. Destpêkê li Efrînê, piştre jî li Kobanê berxwedana dîrokî şopand û ji cîhanê re ragihand. Di pêvajoya berxwedana Rêveberiya Xweser a li bakurê Kurdistanê de derbasî navçeya Silopiya ya Şirnexê bû û erka rojnamevaniyê li wir domand. Lê dewleta Tirk ji ber karê wî yê rojnamevaniyê, der barê wî de lêpirsîn da destpêkirin. Tevî zextan jî hevalê Nazim dest ji karê rojnamevaniyê berneda û sala 2016’an careke din derbasî rojavayê Kurdistanê bû. Di salên dirêj ên têkoşîna rojnamevaniyê de, li Efrîn, Kobanê, Reqa, Girê Spî, Şengal û başûrê Kurdistanê erka rojnamevaniyê bi layîqî pêk anî. Herî dawiyê jî berxwedana Bendava Tişrînê ya li dijî êrişên dagirkeriyê dişopand.
 
Hevalê me Nazim bi kesayata xwe ya dilnizm, kedkar û bîrewer di eniya herî pêş ya Çapemeniya Azad de cîh girt. Li her cihekî ku têkoşîna dijwar lê hebû, hevrêyê me Nazim Daştan bi kamera û penûsa xwe li wir bû. Weke şopdarekî Xelîl Dag, bi pênûs û kameraya xwe bûye zimanê heqîqetê. Weke rojnamevanek wêrek di rêwîtiya dijwar û demdirêj a çapemeniyê de ji bo gelek sazî û dezgahehên Çapemeniya Azad xebat meşandin.  
 
Em vê êrişa hovane ya li hemberî herdu hevalên me yên rojnamevan bi tundî şermezar dikin. Weke şopdarên heqîqetê em ê bi bîryardariyeke mezin rêya wan bişopînin, pênûs û kamerayên wan li erdê nehêlîn. Em bang li hemû rojnevamanan dikin ku bibin alîgirên rastiyê û bibin şopdarên Çapeniya Azad ku îro di oxira wê de Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şehîd bûn. Her wiha em bang li sazî û rêxistinên rojnamevanan, dîsa saziyên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku li hemberî vê hovîtiyê denge xwe bilind bikin.
 
Weke Çapemeniya Azad em soz û biryardariya xwe ya mezinkirina têkoşîna hevrê Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn û hemû şehîdên ragihandinê nû dikin.”
 
Daxuyanî, bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû. 
 

Sernavên din

26/12/2024
15:19 Biryara girtina GOÇÎZDER’ê hate protestokirin
14:52 Mehmet Ocalan li ser sînorê Kobanê axivî: Em ê xwedî li jiyana li Rojava derkevin
14:50 Amediyan henekên xwe bi mûçeyê kêmtirîn kirin: Pir zêde kirine!
14:38 AYM’ê serlêdana girtiyê li Îmraliyê ya ji bo ‘mafê telefonê’ red kir
14:19 Dadgehê ji ap Guran re got: Heke te bigota niha ev nîqaş nedihat kirin
13:24 Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê mîrateya Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bidomînin
13:11 Ji bo doza bi xetereya demborînê re rû bi rû ye banga tevlibûnê kir
12:51 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:16 Rêveberiya Xweser têkildarî aloziya li Sûriyeyê daxuyanî da
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ceza hate dayin
11:12 Girtî Kaya binpêkirinên li girtîgehê vegot: Piştî hevdîtinê nizanim dê çi bi serê min bê
10:59 Serokê PEN a Navneteweyî: Dixwazin çapemenî bibe dengê serdestan
10:52 Jin li edliyeyê ne: Em ê dozên Narîn û Rojînê bişopînin
10:39 Hunermendan bang kir: Em xwedî li Rojava derkevin
10:22 ‘Em dev ji nivîsandina rastiyê bernadin’
10:00 Zêbarî: Gefa li ser Rojava dê bandorê li her çar parçeyan bike
Berwarî: Tekane çareserî ew e ku Tirkiye ji herêmê derkeve
09:39 HDK wê di 2025'an de gelan û baweriyan bîne cem hev
09:36 Danişîna doza Narîn Guranê dest pê kir
09:36 Di êrişa Îsraîlê de 5 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan
09:35 Di komkujiyê de birayê xwe, di têkoşîna edaletê de dayika xwe winda kir
09:18 Hat girtin, 2 zarokên xwe winda kir, zarokek wî girtî ye, ew di çalakiyê de ye
09:10 Dosyeya ku nakeve ber demboriyê bi hinceta '7 sal derbas bûye' hat redkirin
09:04 Rêveberê PYD'ê yê Kobanê: Em xwedî wê hêzên ne ku dikarin yên di dest xwe de biparêzin
09:04 709 mirin, 8 hezar û 521 astengiyên derketina derve, gelek binpêkirin
09:01 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2024'AN
08:37 Doza Narîn Guranê: Bersûc anîn edliyeyê
25/12/2024
23:03 Elewiyên sûriyeyî daketin qadan: Li Humûsê qedexeya derketina derve
19:40 Ji ÎHD'ê banga 'hevrûbûna bi komkujiyan re'
19:24 Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Akoren hat binçavkirin
19:22 Siyasetmedar Mûsa Kûrhan jiyana xwe ji dest da
16:18 DFG û MKG: Rojnamegerên girtî berdin
16:10 MKG û DFG hatin ziyaretkirin
15:42 Berxwedana li ser sînor di roja 13’an de ye: Dawî dê muhteşem be
15:38 Leşkeran di bin çavan de îşkence lê kirin û gotin ‘dema ketî wisa bû’
15:13 Nobeta li ser sînorê Kobanê: Em jiyaneke bêstatû qebûl nakin
14:16 DEM Partiyê ji bo girtiyên nexweş serî li ÎHÎK’ê da
13:51 ‘Em li dora Şoreşa Jinê ya Rojava bibin yek’
13:33 Cezayê pereyan dan wesayîtên kesên tev li şîna Daştan bûn
13:23 Rojnameger Akyuz li dijî hefsa malê serî li DMME’yê da
13:22 Xwestin hevşaredara hatiya îxrackirin îstîfa bike
11:46 Xeznewî: Heta niha tu caran ji bo tifaqa Kurd hêviyeke wiha mezin çênebûbû
11:13 ‘Ji bo ewlehiya hemû zarokan em xwedî li doza Narînê derkevin’
10:56 Ji balafira li Kazaxistanê ketî 28 kes sax hatin rizgarkirin
10:47 Tulay Hatîmogûllari: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
10:36 Dadgehê biryara girtina GOÇÎZDER’ê da
10:34 Salih Muslim: Em parçeyeke Sûriyeyê ne û dixwazin daxilî çareseriyê bibin
09:56 MEDYA - DER xwe ji bo serdema nû amade dike
09:54 Sûcên şer ên Tirkiyeyê kirine!
09:35 Di Komkujiya Roboskê de 2 birayên wê hatin qetilkirin, mala wê hat gulebarankirin û ji ber zextê bar kirin
09:06 Pînto: Dê azadiya Ocalan tevkariyê li çareserkirina meseleya kurd bike
09:05 Di sala 2024’an de peyama jinan aşkera bû: Jin, jiyan, azadî
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2024'AN
24/12/2024
16:18 HSD’ê bîlançoya şer û pevçûnên dawî eşkere kir
16:12 Li Hesekê bi hezaran kes ji bo piştevaniya bi HSD’ê re meşiyan
16:06 Bompeya gazê ya ku Uytunê 18 mehî kuşt, nayê dîtin!
15:27 Ji sînorê Qamişloyê bang kirin: Bila deriyê Îmraliyê bê vekirin!
15:01 Li ser sînorê Pirsûs-Kobanê nobet: Divê rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:53 Dewleta tirk depoyên genim ên Girê Spî bombebaran kir
14:38 Bakirhan: Divê dev ji mijûlkirinê berdin û hevdîtin bi Ocalan re bên kirin
13:47 IFJ: Rojnamegeran berdin
13:47 DEM Partî: Îktîdar di mijara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re de siyaseta mijîlkirinê dimeşîne
13:09 Partiyên Tifaqa Kurdistanî: Heke Kurd bibin yek dê muxatab bên girtin
12:44 Bakirhan: Ji 205 welatan tenê Tirkiye li dijî mafên Kurdan e
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:54 Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê hatin derbkirin
11:31 Temel: Hişmendiya dewletê ku bikaribe ji çareseriyê re bibe bersiv heye gelo?
11:11 Partiyên Kurdistanî: Statûya Rojava ji bo me di ser her tiştî re ye
11:01 Li Kanîreşê otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin, 16 kes birîndar bûn
11:00 Li Balikesîrê di febrîqeyê de teqîn: 12 kes mirin, 3 kes birîndar bûn
10:44 'Me berê Kobanê çawa parastibe dê îro jî wisa biparêzin’
10:26 Abdullah Ocalan di hevdîtina 23’yê Cotmehê de ji bo Sûriyeyê çi got?
09:48 Li Girtîgeha Kirşehîrê cezayê 37 girtiyan hat erêkirin
09:47 'Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modelek e ji bo Sûriyeyeke pirnasnameyî'
09:09 Ji bo girtiyên nexweş banga hestiyariyê
09:04 Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tehliyeya 7 girtiyan hate astengkirin
09:03 Tundî zêde bû, bijîşkan koç kir, di tenduristiyê de rizandin çêbû
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2024'AN
08:55 Ji meteorolojiyê hişyariya barîn, cemed û aşûtê
23/12/2024
21:22 Mezlûm Ebdî bi ENKSˋê re civiya
21:18 Li Cizîrê mirineke biguman
16:53 ÎHD’ê ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bang kir
16:09 Ciwanan li ser dîwaran nivîsand: Cîhan û Nazim rûmeta me ne
16:05 DJV’ê ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê bang li Tirkiyeyê kir
15:57 Temellî: Ji bo serlêdana hevdîtina bi Abdullah Ocalan hêj bersiv nehatiye dayin
15:27 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Dê Rojava teqez bi ser keve
15:24 Xwest ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn Komîsyona Lêkolînê bê avakirin
14:57 Derheqê rojnameger Medîne Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin
14:49 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan: Heqîqet hedef hate girtin
14:40 Ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan mewlûd hatin dayin
14:22 Ahmet Hakan ê Tahir Elçî kiribû hedef îcar jî qetilkirina rojnamegeran parast
14:20 Li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê nobet hate destpêkirin
14:01 Êrişa li Bendava Tişrînê hate têkbirin
13:20 Rapora CHP’ê: Qeyûman bandor li 11 milyon û 202 hezar hilbijêran kirin
13:03 Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin
12:57 Derheqê rojnameger Oznûr Deger de lêpirsîn hate destpêkirin
12:55 Seroka IFJ’ê: Tirkiye bi şêwazê mafyayê rojnamegeran hedef digire
11:14 Nivîskarê Fransî Franceschi: HTŞ ajandaya Erdogan bi cih tîne
10:27 ‘Berxwedana li Rojava ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn pir girîng e’
10:10 Dayika Cîhan Bîlgîn: Pênûsa wê li erdê nehêlin
09:58 Bi 11 milyon û 246 hezar bêkaran ber bi sala 2025’an ve