Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran: Girtina produksiyonan biryareke siyasî ye

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Şîrketa Produksiyonê ya Gizingî Berbeyanê têkildarî girtina şîrketa wan li Navenda Metroyê daxuyanî da û got ku biryar derhiqûqî ye û biryareke siyasî ye. 

Asayîşa Silêmaniyeyê di şeva 31’ê Kanûna 2024’an de bêyî ku hincetekî hiqûqî nîşan bide bi ser Şîrketa Produksiyonê ya Gizingî Berbeyanê ku ji bo JIN TV’yê bername amade dikir, saziya Tevgera Azadiya Jinê ya Kurdistanê (RJAK) û Navenda Çandê ya Nwêgerê de girtin. Şîrketa Produksiyonê ya Gizingî Berbeyanê, komeke rojnamegeran a Silêmaniyeyê, aktîvîst û akademîsyenan li Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran a Metroyê daxuyanî dan. 
 
Daxuyanî ji aliyê Karmenda Şîrketa Gizingî Berbeyan Rojnamevan Tewar Adil ve hat dayîn.
 
Tewar Adil, ragihand ku tevî 3 roj di ser girtina şîrketê re derbas dibe jî heta niha sedema girtinê nizanin. Her wiha diyar kir ku bêyî hinceteke hiqûqî girtina biryareke wiha binpêkirina zagonên hejmara 35 a sala 2007’an a Mafê Girtina Agahiyan e.
 
‘BÊYÎ BIRYAREKE ZAGONÎ BI SER ŞÎRKETÊ DE HATE GIRTIN’
 
Adil di berdewamiyê de wiha got: “Mixabin di 31’ê Kanûna sala borî de hêzên Asayîşa Silêmaniyê bi ser ofîsa sereke ya Şîrketa Gizingî Berbeyan a ji bo hemû bernameyên televîzyonê û berhemanîna xebatên medyayê de girtin û hemû karên wê rawestandin. Bêyî ku biryarek zagonî yan jî fermaneke dadgehî were diyarkirin.
 
Tevî 3 roj di ser girtina şîrketa me re derbas dibe jî heta niha ji aliyên pêwendîdar û aliyên cîbicîkar ku berpirsên girtina şîrketa me ne, tu sedem û agahiyek fermî der barê girtina şîrketê de nehatiye dayîn. Di dema serdegirtina şîrketê de tenê gotin; hefteya li pêş serdana Asayîşa Herêmê bikin û tiştek din li ser biryarê nehat gotin.
 
Em li ser rakirina biryara li ser şîrketa me bi israr in. Ji ber ku şîrketa me bi fermî di 26’ê Kanûna 2017’an de ji aliyê Rêveberiya Tomarkirina Şîrketên Navxweyî ya bi ser Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê, bawernameya xwe ya damezirandinê ya bi hejmara 26077 girt. Tu pirsgirêkek zagonî nîn e bibe hinceta girtinê û bingeha biryareke wiha ji bo girtina karên şîrketa me.
 
EV BIRYAR BINPÊKIRINA MAFAN E
 
Şîrketa Gizingî Berbeyan, şîrketeke hilberandina berhemên medyayê ye û peymana wê ya xebata ji Jin TV re heye û bernameyan amade dike. Di nava 7 salên borî yên xebatên me de, li gorî rêgez û zagonan kar hatiye kirin. Li ser şopa etîk û exlaqê medyayê û li gel bingeha karê rojnamevaniyê bûye deng û rengê jinên Başûrê Kurdistanê, li ser mijar û pirsgirêkên jinan xebat meşandiye.
 
Lê girtina biryarek wiha ku tu hinceteke zagonî nîn e, binpêkirina zagonên hejmara 35 a sala 2007’an a Mafê Girtina Agahiyan a jimara 11 a sala 2013’an ku bingeha azadiya karê medyayê ya li Herêma Kurdistanê dabîn dike ye.
 
Em girtina şîrketa xwe bi binpêkirina azadiya karê ragihandinê ya li Herêma Kurdistanê binav dikin û em di wê baweriyê de ne ku girtina vê biryarê û dezgeheke medyayê, careke din Herêma Kurdistanê bi giştî û sînorê parêzgeha Silêmaniyê bi taybetî dixe nava bazina sor a tepisandina azadiya ragihandinê. Her wiha hinek din navê herêmê di warê karê ragihandinê de li ser asta navxweyî û derveyî biçûk dixe.
 
DIVÊ DEMILDEST DAWÎ LI VÊ BINPÊKIRINÊ BÎNIN
 
Ji bo wê em bang li aliyên berpirsên derxistina vê biryarê û hemû aliyên pêwendîdar ên din dikin. Ger di xema azadiyê û karê ragihandin û gihandina dengê jinan de bin, bila demildest dawî li vê binpêkirinê bînin û dev ji çewisandin û tepisandina ragihandina azad berdin. Rê bidin ku şîketa me karên xwe berdewam bike û êdî astengî ji azadiya xebatên ragihandinê yên li Herêma Kurdistanê re dernexin.
 
Her wiha em bang li kesên azadîxwaz ên li Herêma Kurdistanê dikin ku di vê rewşê de piştevaniyê bikin, di heman çeperê de ji bo azadiya ragihandinê têbikoşin. Bi vê yekê rê nedin ku zêdetir ragihandina azad bi êrîş û zextên siyasî, girtin û bêdengkirinê rûbirû bimîne.
 
Weke ku beriya niha jî me soz daye û niha jî em dubare dikin ku biryarên wiha bingehek wan a zagonî nîn e nikare dengê me qut bike û pênûsa me rawestîne. Berovajiyê wê ji bo bidestxistina civakek bi reng û dengê jinan û dûrî her cure tundiyê, xebat û têkoşîna xwe xurtir em ê berdewam bikin.”
 

Sernavên din

02/01/2025
15:47 Ji bo tevlibûna meşa li ser sînorê Kobanê bang hate kirin
15:33 Dayikên Aştiyê: Ji bo şer bi dawî bibe divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:11 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî dest pê kir
14:59 Li Zanîngeha Dîcleyê ji bo Rojîn Kabaîşê çalakî hat lidarxistin
14:45 Onder ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi Erdogan re got: Li ser tê axaftin
14:45 Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran: Girtina produksiyonan biryareke siyasî ye
14:20 Weqfa Aştiyê: Ji bo Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe firsendek çêbû
14:05 Bi hezaran kes ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan: Banga Ocalan li muxalefetê kirin
13:36 Hevdîtina şandeya DEM Partiyê û Kurtulmuş dest pê kir
13:33 Muameleya xerab li girtiyê nexweş Aksaç hate kirin
13:27 HSD: SNHR sûcên dewleta tirk vedişêre
13:26 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar
12:38 Karnameya azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê
12:17 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:16 Qeyûmên Êlih û Dêrsimê karker ji kar derxistin
12:03 Çalakvanên ser sînorê Qamişloyê: Divê hevdîtin bidomin û dewlet gavan biavêje
11:31 Mêdêa derdikeve turneya Kurdistanê
11:20 'Divê Yekitiya Baroyan rola xwe bilîze û li dijî tecrîdê derkeve'
11:15 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Bahçelî û Kurtulmuş
11:14 Kurkçu banga berpirsyartiyê li sosyalîstan kir
10:45 Ozgur Ozel: Ez ji bo pêvajoya nû dibêjim ‘erê’
10:07 Li Zaxoyê 2 wesayît bi SÎHA’yan hedef hatin girtin
10:03 Dayika Sêvê Demîr: Xeyalên keça min li Rojava dijîn
09:58 Ji bo meşa ber bi sînorê Kobanê ve banga tevlibûnê
09:08 Demîrel ê OHD'î: Mafê hêviyê wê bibe gava ewil a dilsoziyê
09:07 'Em ê bi hev re Rojavayê biparêzin'
09:03 Francesca Baruffaldi: Serbestberdana Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a demokratîkbûyînê
09:02 Xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil: Ev êriş li dijî azadiya jinê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2025'AN
01/01/2025
17:22 'Gava şênber a pêvajoyê azadiya Ocalan e'
15:49 Li Tişrînê pevçûn, li Tebqayê bombebaran
15:17 Ji bo rojnamegerên îtalî ku li Îranê hat girtin bangewazî
14:46 Li ser sînorê Kobanê nobed didome
14:40 Taziyeya Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
13:40 Li ser sînorê Kobanê nobed di roja 10’emîn de didome
13:25 Qeyûm 26 karkerên din jî ji kar derxist
13:19 Ji Hunergaha Welat klîbeke nû: Gujje Çemê Me
13:18 Li Qereqozaqê SÎHA’yeke Tirkiyeyê hat xistin
13:04 MKG’ê bertek nîşanî girtina Kompanya Gizîngê Berbeyan da
12:47 Li ser Ukraynayê sewqiyata gazê hat rawestandin
12:39 Buhayê abonetiya gaza xwezayî hat zêdekirin
12:38 Senatorê fransî: Modela Rojava ji bo avakirina Sûriyeyê referans e
11:45 Di sala nû de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
10:50 Der barê ekolojîstan de lêpirsîn hat vekirin
10:49 Li Colemêrgê zext tevahiya salê dewam kirin
09:48 Piştgirî ji bo peyamên Ocalan: Em ê piştgiriyê bidin her gava bê avêtin
09:37 Serdana Girtîgeha Panosê kir: Li ser laşê girtiyan şopên îşkenceyê hebûn
09:19 Rojnameger Germiyanî: Di hikûmeta nû de PDK û YNK dê hebin
09:18 Tifaqa gundekî li hemberî cinawirekî: Gurê Manco
09:01 Nobeda li sînor: Ha Kobanê ha Pirsûs
09:00 Canpolat: Divê Abdullah Ocalan bi hemû derdoran re hevdîtinê bike
09:00 ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2025’AN
31/12/2024
16:43 Şerîfe Mihemedî rakirin nexweşxaneyê
16:38 Der heqê 16 parlamenteran de 26 fezleke pêşkeşî Meclisê hatin kirin
16:30 Budak ê tehliyeya wî 2 caran hatibû astengkirin hate berdan
15:21 Li Seravê Navenda Jiyanê ya Jinan hate vekirin
15:16 Di çalakiya ser sînor de piştgirî dan peyama Abdullah Ocalan
14:50 Qeyûmê Dêrsimê 9 kes ji kar derxist
14:45 ‘Divê her kes li dora peyama Ocalan bibe yek’
14:37 IFJ: Di 2024'an de 122 rojnameger hatin kuştin
14:32 Ji Weşanxaneya Aramê 17 pirtûk
14:21 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Divê binpêkirinen li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin
13:26 Gundên Biradostê hatin bombebarankirin
13:13 Nobeta li ser sînorê Pirsûs-Kobanê di roja 9’an de didome
13:13 Pira Qereqozaqê û xaçerêya Sirînê tê bombebarankirin
12:33 Piştî 32 salên dîlgirtinê hat bajarê xwe
11:48 Baysoy ê jiyana wî bi têkoşînê derbas bû wefat kir
11:44 Biryarên Komîsyona OHAL’ê di tûrikê kîjan saziyê de ne?
10:26 KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe pisûleya me ya têkoşînê
10:24 Mele Bîlgîn: Ger aştî û demokrasî hebe dê welat pêş bikeve
10:23 Îmzevanên Bangawaziya Aştiyê: Hevdîtina Îmraliyê ji bo hemû aliyan peyamek e
09:23 Hevserokê DEM Partiyê yê Gebzeyê hate binçavkirin
09:22 Ji Mandela heya Ocalan kampanyaya azadiyê
09:17 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan ev salek û nîvin nobetê digirin
09:10 Li Heskîfa nû bi navê jiyanê tiştek tune ye!
09:09 Ji Tirkiyeyê heta Sûriyeyê: Elewî tim di hedefê de ne
09:04 Li dijî qedexe û astengiyan berxwedana çand û hunerê domiya
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2024'AN
08:46 Li Xezeyê zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest didin
30/12/2024
16:46 Cendirmeyan xwest dadgehê bilezûbez asteng kir
16:09 Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk hatin şandin
16:08 Fahriye Ceylan piştî 32 salan hate berdan
15:37 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bidomin
15:27 Saliha Aydenîz: Pêvajo bi naskirina statûya Rojava dikare dest pê dike
15:11 Ji bo Zeynep Aslan şîn hate danîn
14:46 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Divê xwedî li peyama Rêbertiyê derkevin
14:35 Kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:03 Wezaret dê li dijî biryara der heqê Nevzat Bahtiyar de îtîrazê bike
14:01 TJA: Hevdîtina Îmraliyê hêza îradeyê nîşan da
13:11 Girtiyan ji bo xwedîderketina li Rojava bang kirin
13:08 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:07 NPG'ê bîlançoya sala 2024'an eşkere kir
13:07 Li Şamê lîstikên dewleta tirk
12:22 DEM Partî: Em ê di sersalê de daxuyaniyeke berfireh bidin
12:03 ‘Ocalan careke din nîşan da ku hêza çareseriyê ye'
11:24 Xwebûn bi manşeta ‘Rojava dilê Kurdan e’ derket
11:03 Li 3 noqteyên sînor dê çalakiyên girseyî bên lidarxistin
10:57 Melayên tev li nobetê bûn: Têkoşîna ji bo mazluman ferz e
10:24 Giliyê Osman Taşdemîr li baroyê kir: Rastî tacîz û gefên wî hatim
09:59 Tevî cerdevanan got ‘me kuştiye’ jî dosyaya Yaginli hate girtin