Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Iraqê di nava 4 mehên dawî de 7 partî û saziyên kurdan qedexe kirin û girtin. Endamê PADÊ Qehtan Xelîl diyar kir ku girtina partî û saziyên kurd ne ji Tirkiyeyê serbixwe ye û got: "Girtina partî û saziyên kurd ji bo hikûmeta Iraqê şerm e." 

Desteya Dadwerî ya Bilind ya Iraqê biryar da ku Tevgera Azadî, Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) û Eniya Niştimaniya Demokratîk bên girtin. Ev biryar di 10'emîn salvegera qirkirina civaka êzdî ya ji aliyê DAIŞ'ê ve pêk hatibû hat dayin. Desteya Dadwerî ya Bilind di heman demê de biryara qedexekirina 3 partiyên siyasî û desteserkirina milkên wan jî dabû. 
 
 
Hikûmeta Iraqê ya ku bi vê re jî sînordar nema, di 31'ê Kanûnê de yekîneyên asayîşê avêtin ser şîrketa Kompanya Gizingî Berbeyan Medya Prodûksiyon ku ji bo Jin TV bernameyan çêdike û xebatkarên wê jin bûn. Şîrket ji aliyê hêzên asayişê ve hate girtin. Hêzên dewletê hemwext bi ser Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê (RJAK), Rêxistina Niwêger û Rêxistina Merziye de jî girtin. Ev sazî jî bêyî belgeyên fermî hatin girtin. Hikûmeta Iraqê di nava 4 mehan de 3 partiyên Kurdistanî, Prodîksiyonek jinan û 3 saziyên jinan girtin. Hêjayî gotinê ye ku ev biryar piştî hevdîtinên dawî yên bi rayedarên tirk re hatin kirin, pêk anîn. 
 
'GIRTINA SAZÎ Û DEZGEHÊN KURD ŞERM E'
 
Xelîl da xuyakirin ku biryarên girtina partî û saziyên Kurdan ji bo Iraqê şerm e û wiha axivî: "Girtina partiyên kurd nenaskirina îrade û hebûna gele. Ev kirin ne tenê nêzikatiyeke li hemberî kes û partiyan e. Ev biryar li dijî vîna gelekî ye. Ev partî û sazî ji bo Iraqê ne xetere bûn. Ev partî li gorî zagonên Iraqê hatibûn avakirin. Bi taybetî girtina PADÊ teqez dijitiya li dijî êzdiyan bûn. PADÊ di 3'ê Tebaxa 2014'an de ji bo parastina mafên vê civakê û parastina têkoşîna wî hatiye avakirin, çawa ku fermana dawî ya li dijî Êzidiyan bi ser neket û bi berxwedanê re rû bi rû ma, girtina partiyê û partiyên din jî wê encam negire. Girtina sazî û partiyan  ji bo Iraqê şermeke mezin e,şûna ku piştgiriyê bide êzidiyan partiya ku piştgiriyê dide wan digire. Lê belê li dijî van polîtîkayan têkoşîna me didome." 
 
'HIKÛMETA IRAQÊ NE DILSOZ E'
 
Qehtan Xelîl diyar kir ku Iraq şûna ku parastina destkeftiyên êzdiyan, bike dijitiya wan dike û got; "Heta niha li Şengalê nêzî 90 gorên komî hatine dîtin û 6 hezar jinên Êzidî hê jî di destê DAİŞ'ê de ne. Heger ku Iraq li gorî qanûnên tevgeriyaba  dê wisa nebûya. Heke ku Iraq li cem me cih bigirta dê heta niha dê parlamenterekî Êzidî yê ku nûnertiya civaka êzdî bike hebûya, lê li şûna vê yekê partiya êzdiyan digie û qedexe dike.Bi van biryaran em dibînin û dizanin ku her dewleteke ku qirkirina êzdiyan weke jenosîd nabîne piştgiriya vê jenosîdê dike. Ger ev civak gelê herî kevnar û kevnare yê  wî welatî be û rastî vê nêzikatiyê were, nêzîkatî û dilsoziya hikûmetê dê bê pirsîn."
 
'EM Ê HER TIM DI NAVA GEL DE BIN'
 
Xelîl destnîşan kir ku ew ê di nava gel de bin û  li dijî biryarên qedexe û girtina Iraqê hîn zêdetir têbikoşin û wiha got: "Eger em bi berxwedan û biryardariya têkoşînê tevbigerin em ê nehêlin ku ev polîtîka bi serbikevin. Îro gelek hêzên leşkerî li Şengalê ne. Hemû jî êzdî ne. Êzdî ji berê bihêztir in û eger em yek bin, gelek derfetên me hene. Em ê van polîtîkayan têk bibin. Ji bo têkoşîn û rêxistinkirinê ne hewceyî avahiyekî heye. Em li her derê û her tim bi gel re bin, em ê têkoşîna rewa ya vî gelî biparêzin."

MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

25/08/2025
09:19 Sekreterê Partiya Sor: Divê Ocalan di şert û mercên azad de biaxive
09:00 Alîgirên Amedsporê li dijî cezayan bi tîma xwe re ne
09:00 ROJEVA 25’Ê TEBAXA 2025’AN
24/08/2025
17:23 Mihrîcana baweriyê ya li Gimgimê bi dawî bû
17:15 ‘Kurd û Tirk di qonaxeke dîrokî de ne: Divê bêdudilî piştgiriyê bidin aştiyê’
17:12 Bakirhan: Dengbêjan bîra gelê Kurd parastin
15:50 NADA’yê ji bo Newala Xesfeyê banga lêpirsîna navneteweyî kir
15:49 DYA’yê biryar da ku hêzên xwe ji Iraqê derbixe
14:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê komîsyon tavilê bi Ocalan re hevdîtinê bike
13:42 Ji sê girtiyên li Îranê cezayê darvekirinê lê hatibû birîn agahî nayên girtin
12:58 Şewata li Licê hate vemirandin
12:57 Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê hewl dide siyaseta înkarê rewa bike
11:36 MSD: Komxebata şêwirê hate taloqkirin
11:35 Li Mêrsînê mînîbusa xwendekaran li TIR’ê xist: 2 kes mirin
11:22 Jinan ji bo destûra bingehîn a nû bang kir: Werin em gotina xwe bikin yek
11:22 Zarokê 14 salî bi guleya çekê jiyana xwe ji dest da
11:20 Hunermendên Elewî ji pêvajoyê bihêvî ne
10:07 Kovara Jinê bi manşeta ‘Têkoşîna heqîqetê ya rojnamegerên jin’ derket
10:00 30 sal in li Licikê bêrîvaniyê dike. Jeotermal dê xwezaya me tune bike
09:59 Ji ber lêgerîna petrolê ya li Gabarê zêdetirî 3 hezar kes bêav hatine hiştin
09:23 Serokê ÎHD’a Yilmaz: Divê li Ocalan guhdarî bikin
09:00 Karkerên qeyûm ji kar derxistî 25 roj in li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2025’AN
07:30 Li Mereşê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
23/08/2025
17:10 Avakirina mescidê ya li Çavkaniyên Munzûrê hate protestokirin
15:48 Li Stenbolê bi jinan re çalakiya ‘xeleka aştiyê’ hate lidarxistin
15:36 Çalakiya 700'emîn a Rûniştina F: Azadî ji bo hemû girtiyên nexweş
15:20 Rojnamevanên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:12 Dayikên Şemiyê: Aştî bi axaftina heqîqetê ve pêk tê
15:02 Li Sindirgiyê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
14:23 Li Derînceyê şewat li nava bereqe û konteyneran belav bû
13:53 Xizmên windayan bang li komisyonê kirin: Dema pratîkê ye
11:29 Wan ji bo mîtîngê amade ye: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e
10:49 Ji bo mirina biguman a du xwişkan dozgerê taybet hat peywirdarkirin
10:21 Bati yê ku di Komîsyonê de axivî: Ger bi Ocalan re hevdîtin bê kirin dê pêvajo bi leztir pêş ve biçe
09:57 ‘Ewlehiya jinan bingeha aştiyê ye’
09:53 Efserê ku çawîşê pispor ew birîndar kiribû mir
09:50 Li Mîlasê jinek hat qetilkirin
09:33 Geçmez: Divê her kes bê guhdarkirin, pêvajo li ser esasê hiqûqî bê rûniştandin
09:07 Li bajarê ku nifûsa wî 550 hezar e tenê onkologek heye
09:06 'Em ji bo şikandina xeleka polîtîkaya şerê taybet têdikoşin'
09:04 Qeydên Dibistana Egîdê Cimo didomin
09:03 Xebatkarên rêbejahiyê ku bi dînamîtan xwezayê texrîb dikin: Me serobino kir!
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2025'AN
22/08/2025
16:32 Kanala Zoom TV a Lahûr Şêx Cengî hat girtin
16:10 Li Mûşê civîna ‘yekitiyê’: Divê her kes dev ji berjewendiyan ber de
15:41 Li Îzmîrê agir bi daristanê ket
15:40 Ozel: Em ê ji ber xelaya li Xezeyê banga civîna awarte li Meclisê bikin
15:38 Dîroknasê sosyalîst Laikos piştgirî da banga Ocalan
15:00 Karmendên ku xwestin ber bi qesrê ve bimeşin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin
14:36 Tevgera Şemiya Binefşî: Di civîna Îslamabadê de divê berjewendiyên Efxanan esas bê girtin
14:06 Hevserokên giştî ji bo mitînga li Wanê bang kirin
13:52 Weqfa Aştiyê bertek nîşan da: Astengkirina Kurdî ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
13:49 Dayikên ku axaftina wan a bi Kurdî hate astengkirin: Ji bo çareseriyê ji ewil zimanê me qebûl bikin
13:35 Li Xezeyê xela hate ragihandin
11:35 CENTCOM: Serçeteyekî DAIŞ’ê li Idlibê hate kuştin
11:22 Di pevçûnên li Silêmaniyeyê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:21 Nûnerê Taybet ê NY’ê : Ji bo Sûriyeyê nexşerêyeke berfireh pêwîst e
11:17 Lîreyê Tirk li hemberî Dolar her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
11:09 Rojnamegerên hatin qetilkirin dê bên bibîranîn
10:52 Prof. Dr. Yegen: Divê komîsyon vê meseleya 50 sal in didome ji Ocalan guhdarî bike
09:30 Li Şîliyê bi pileya 7.5 erdhej çêbû
09:08 Li Silêmaniyeyê alozî: Lahûr Şêx Cengî û birayên wî hatin binçavkirin
09:08 'Dagirkirina Xezeyê di heman demê de planeke îlhaqkirinê ye'
09:06 ‘Gulistan mamosteya Çapemeniya Azad bû, Hêro jî hêla wê ya bihêz bû'
09:03 Serlêdanên Xelatên Rojnamevaniya Jinê ya Gurbetellî Ersozê didomin
09:01 Li dijî eko-qirkirina li Dêrsimê banga têkoşîna hevpar
09:00 ROJEVA 22’YÊ TEBAXA 2025’AN
21/08/2025
16:49 Li Mêrdînê cenazeyên 2 jinan hatin dîtin
16:04 Jin li Wanê di atolyeya aboriyê de hatin cem hev
15:53 Dest danîn ser nameya ji hevşaredara girtî re hatiye şandin
15:32 DEDAŞ’ê tevî leşkeran ceyrana gundiyan kontrol kir
15:31 Kesê 'îstîsmara zayendî' li zaroka 4 salî kirî hate girtin
14:33 Bultena ‘Mafê Hêviyê’ yê OHD’ê hate weşandin
14:03 Denîz Guzel û Bulent Guneş tehliye bûn
13:36 Rêya Dêrsim-Erzinganê ji bo gel veguheriye xetereyeke mezin
13:05 Ayşegul Dogan: Divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike
12:34 Bi girseyî çûn taziyeya Huseyîn Suguç
12:04 Narîn Guran hat bibîranîn: Em ê dev ji şopandina dozê bernedin
12:02 Li Wanê xebatên mitîngê navçe bi navçe didomin
11:21 Girtiyê ku piştî 33 salan tehliye bû: Pêdiviya welat bi demokrasiyê heye
11:17 Duran Kalkan: Divê li Meclisê li Rêber Apo bê guhdarîkirin
11:15 Ji endamên komîsyonê yên DEM Partiyê daxuyanî
10:53 Êrişên dagirkeriyê yên Îsraîlê: Filistînî ji Xezeyê derdikevin
10:51 11 meh in aqûbeta keça xwe dipirse: Dewlet naxwaze bûyerê ronî bike
10:49 Dayikên Aştiyê: Bila ji 7 salî heta 70 salî her kes beşdarî mitînga li Wanê bibe
10:01 Di 8 mehan de 50 serlêdanên tundiyê ji bo ÎHAMED’ê hatin kirin
09:52 Prof. Dr. Ergîl: Guhdarkirin têrê nake divê sererastkirinên qanûnî bên kirin
09:37 Qanûna sînordarkirina titûnê berhemdar mexdûr kir
09:37 DEDAŞ'ê zarok jî di nav de hemû ferdên malbatê dan ber îcrayê
09:37 Wezaretê xebata 'propaganda û sîxûrtiyê' ya li dibistanan piştrast kir
09:08 Sezîn Ûçar a ESP'î: Divê çepgir û sosyalîst di her şert û mercî de piştgiriyê bidin têkoşîna Kurdan
09:07 Behsa Gulistan Tarayê kir: Dê peyrewên wê dest ji rastiyan bernedin
09:03 Ji ber name ji Ocalan re şand lêpirsîn lê hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2025’AN
20/08/2025
20:22 Li bajaroka Atma ya Idilibê teqîn
20:19 Ji bo Arslan, Sofî û Babur bîranîn
20:08 Kesên ku DAIŞ'ê ew di dawetê de qetilkirin hatin bibîranîn
17:06 Dayikên Aştiyê ji komîsyonê pirsî: Gerîla dê li gorî çi vegerin Tirkiyeyê?
16:39 Dayika Aştiyê Nezahat Teke: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike