Temenê wî mezin kirin û cezayê muebbeta girankirî lê birîn

img
ENQERE - Temenê Bager Sayak hate mezinkirin û cezayê muebbeta girankirî lê hate birîn. Sayak, diyar kir ku heman tişt di biryarên Seyîd Riza û Erdal Eren de jî hatiye kirin û got: “Ev ceza, şêweyê darvekirinê yê modern e.” 
 
Bager Sayak li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin. Sayak, têkildarî girtina xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nameyek şand. Sayak, di nameya xwe de da zanîn ku bi biryara dadgehê temenê wî hatiye mezinkirin û bi awayekî derhiqûqî cezayê muebbeta girankirî lê hatiye birîn. Sayak, diyar kir ku şandeya dadgehê ya ceza li wî birî ji ber endamtiya FETO’yê hatiye îxrackirin lê tevî vê jî biryar nehatiye guherandin. 
 
‘DEWLETÊ TEMENÊ MIN MEZIN KIR Û CEZA DA’ 
 
Sayak, di nameya xwe de wiha got: “Ji sala 2010’an heta niha girtî me. Dema hatim binçavkirin û girtin, hêj zarok bûm (17 salî bûm). Dewletê temenê min mezin kir û cezayê muebbeta girankirî li min birî. Tu zirara min ji bo tu kesekî çênebûye. Weke mînak, min tu kes ne kuştibû. Zirara min negihiştiye tu kesî. Min mal û milkê tu kesî xesp nekir! Min mal û milkê tu kesî nediziye. Jixwe heke min wiha bikira ez niha di girtîgehê de nedibûm. 
 
WEZÎRÊ DADÊ LI XWE MIKÛR HAT
 
Ji ewil ji bo min gotin ‘dema sûc kirî hêj zarok bû’ û bi vê boneyê doz vekirin û ceza xwestin. Heta ji ber ku emrê min biçûk bû, gotin dê piştî îfadeyê li dozgeriyê bêm berdan. Bêguman heke min li ser kesên qet nas nakim îfade dabûya an jî min bêbextî li wan bikira... Bêguman min tiştên dihatin xwestin nekir. Lewma bi hestên tolhildanê nêzî min bûn. Emrê min hate mezinkirin û cezayê muebbeta girankirî dan min. Wezîrê Dadê yê demê Sadullah Ergîn, li Meclisê bersiv da pêşnûmepirseke der heqê min de û bi gotina ‘Belê temenê wî hate mezinkirin’ li xwe mikûr hat. Vê îtîrafa wezaretê, rastiya girtîmayina min neguherand. Axaftineke dema min li dozgeriyê îfade dida anî bîra min. Dozgerî ji min pirsa ‘Gelo tu kadroyê çiyê yî?’ kir. Min jî bersiv nedabû. Polîsê li wir bû şahidê bêdengiya min, got; ‘Heke kadroyê çiyê nebe jî, potansiyela wî heye.’ Ji ber ‘potansiyeleke’ wiha, bi sala ye girtî me. Ma kî dikare ve înkar bike? Tevahiya şandeya dadgehê ya cezayê giran daye min piştre ji FETO’yê hate îxrackirin. Hinek hatin girtin jî lê cezayê dane min nehate betalkirin. Çima? Ji ber ku ez di çavê wan de ‘sûcdarekî potansiyel’ bûm.
 
MÎNA ERDAL EREN TEMENÊ MIN JÎ MEZIN KIRIN 
 
Tu sebiqeyên min nînin. Li derve gelek sûcdar hene û ku derdora 20-30 qeydên wan ên sûc hene. Lê ya min tenê sûcek jî tune ye. Jixwe heke wisa bûya ez niha girtî nedibûm! Ji ber ku têgehên edalet û hiqûqê li Tirkiyeyê berevajî tên bikaranîn. Hiqûqeke dijminatiyê di meriyetê de ye. Her carê qala curbicûrbûnê, biratiyê dikin. Lê em li hemberî hiqûqê jî wekhev nînin. Di rewşeke wiha de em çawa wekhev tên dîtin? Heke em wekhev bûna niha kesên bi rastî jî sûc kirin l derve, kujer li derve û kesên mîna me bêsûc jî di girtîgehê de nedihatin ragirtin. Heke hiqûq hebûya dê kujerê Hrant Dînk li hundir û em jî dê li derve bûna! Ev dewleta ku kujerekî ji ber ‘zarokbûn’ê berd dide, ev hiqûq, temenê min mezin dike û cezayê giran dide. Di esasê xwe de hêza despotîk her tim hiqûqê weke amûra cezakirina dijberên xwe bi kar tîne. 
 
TEMENÊ SEYÎD RIZA JÎ BIÇÛK KIRIN Û DARVE KIRIN 
 
Dewleta tirk, hiqûq her tim bi vî awayî bi kar anî. Di Serhildana Dêrsimê ya 1938’an de temenê rêberê serhildanê Seyîd Riza biçûk kir û darve kir. Di derbeya faşîst a 12’ê Îlonê de temenê ciwanê şoreşger Erdal Eren mezin kir û darve kir. Di roja me de jî temenê min mezinkir û cezayê muebbeta girankirî da ku cezayê ‘heta mirinê di girtîgehê de’ ye. Ev, şêweyê darvekirinê yê mordern e. Li şûna ku we li sêdarê bidarve bike, heta mirinê di hucreyeke yekkesî de dirizîne.” 
 
BAGER SAYAK KÎ YE?
 
Bager Sayak, di 20’ê Tîrmeha 2010’an de bi îdiaya ku li Erziromê “bombe daniye pêşiya avahiya avahiya AKP'ê ya bajar” hate girtin. Di 25’ê Tebaxa 1992’yan de ji dayik bûye û dema ceza lê hatî birîn 17 salî bû. Danişîna doza wî di 2’yê Mijdara 2011’an de li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a bi Rayeya Taybet a Erziromê hat lidarxistin û xwest parastina xwe bi Kurdî bike. Lê daxwaza wî hate redkirin. Şandeya dadgehê, cezayê muebbeta girankirî da Sayak. 
 
Biryar ji bo temyîzê ji Dadgeha Bilind re hate şandin. Lê belê 9’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind, di 9’ê Adara 2012’an de daxwaza temyîzê red kir û cezayê li Sayak hatiye birîn erê kir. 
 
MA / Omer Gungor 
 

Sernavên din

04/09/2025
23:30 Fermandarê Hêzên Navendî ya DYA’yê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir
20:10 21 kesên ku 10 sal berê li Cizîrê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:59 Sîncar û Ozdemîr li cihê lê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:23 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê Peymana 10'ê Adarê de daxuyanî
19:18 Kesên êrişî rojnamevan Hêmin Mamend kirin hatin girtin
16:48 Sendîkayên Fransayê ji bo betalkirina cezayê Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:35 Rewşenbîrên Ereb xwestin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
16:01 Şîna Semra Duvayê bi girseyî hate ziyaretkirin
15:52 'Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin’
15:25 Li Xezeyê herî kêm 37 Filistînî hatin qetilkirin
15:19 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û bal kişand ser ‘siyaseta demokratîk’
14:03 Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:45 Tevgera Şemiya Mor: Bêdengî şirîkatiya sûcê Talîbanê ye
13:34 Halîde Turkoglû: Em ê aştiyê bi pêşengtiya jinan ava bikin
13:25 Encamên pêşbirka lîstikên şanoya Kurdî dê di Mijdarê de bên aşkerakirin
12:30 'Di doza Sîncar de pêvajoyeke faîl diparêze tê meşandin’
12:14 Li Antalyayê tehliyeya 3 girtiyan hate taloqkirin
11:58 Rojnameger Berekat: Bêyî Rêveberiya Xweser nikarin Sûriyeyeke nû ava bikin
10:46 Li Hesekê erdhej çêbû
10:46 Ciwan dê li Wanê şahiyê li dar bixin
10:39 Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî Îsraîl hişyar kir: Îlheqkirina Şerîaya Rojava xeta me ya sor e
10:12 Kêla gorên zarokên wê hatibûn rakirin: Ev zilm e
09:57 DEDAŞ’ê guh neda qedexeyê û trafo danî hewşa dibistanê
09:34 Li Reqayê 5 DAIŞ’î hatin girtin
09:33 7 meh piştî tehliyeya xwe wefat kir: Kuştin piştre berdan
09:17 Li Tuzluçayirê dê şahiya ‘civaka demokratîk’ bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 4’Ê ÎLONA 2025’AN
03/09/2025
13:11 YRA'yê êrişa li dijî rojnamevan Mamend şermezar kir
13:09 TAJÊ: Veqetandina êzdiyan ji koka wan berdewamiya fermanê ye
12:28 Romana nû ya Rênas Jiyan derçû
12:12 CHP'ê gazî 81 serokên bajêr kir ku werin Stenbolê
12:11 Dengbêj Silêmanê Şirnexî jiyana xwe ji dest da
10:59 Hesabê enflasyonê yê TUÎK'ê dîsa kêm derket
10:56 Ciwanê ku li Dêrgulê hat binçavkirin serbest hat berdan
10:50 Şewata li Bestayê hat tefandin
10:33 ENAG: Enflasyon di Tebaxê de ji sedî 3,23 zêde bûye
10:30 Li hemberî şaredariyên CHP'î yên Avcilar û Beşîktaşê operasyon
10:15 NY, bang li Îranê kir ku îdamê rawestîne
10:08 Li Girtîgeha Metrîsê êriş û gef
10:01 32 sal di ser qetilkirina Sîncar re derbas bûn: Berpirsiyariyeke mezin hişt
09:11 Qeyûm guh neda bertekan, careke din dest bi qirkirina daran kir
09:00 Ji Serokê Baroya Amedê pêşniyazên 'çareseriyê'
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2025'AN
02/09/2025
20:58 Rojnamevan Hêmin Mamend di êrişeke çekdarî de birîndar bû
20:32 Bahçelî gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar
18:23 Rayedarekî amerîkî serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir
18:05 Serokatiya Meclisa Giştî ya Bedlîsê derbasî DEM Partiyê bû
17:59 MYK'a CHP'ê bi awayekî awarte civiya
17:54 Kongreya CHP'ê ya Stenbolê hat betalkirin
15:53 Rejîma Îranê 39 girtiyên din darve kir
15:42 Li Silêmaniyeyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:51 DBP’ê li Çermûgê silha du malbatan kir
14:39 Li Kurtderesiyê talana ‘îstîmlaqkirina lez’
14:06 Li ser rêya Hesekê-Şedadê qeza çêbû: 11 kes mirin
13:13 Rêxistina Efûyê: Li Siwêdayê 46 Durzî hatin înfazkirin
13:08 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê giran dibe
12:22 Li Bestayê şewat derket
12:21 Li goristana Ermenan hestiyên mirovan li derve ne!
11:51 Li Tirkiyeyê milyonek û 264 hezar û 506 navê qadê û malper hatin sansurkirin
11:36 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserê were pîrozkirin
11:33 MKG: 5 rojnamegerên jin girtî ne
11:01 Serlêdanên ji bo pêşbirkên xelatên rojnamegeriyê didomin
09:43 Li Sûdanê hezaz: Gundek tune bû, zêdetirî hezar kes mirin
09:37 Li Efxanistanê hejmara miriyan 800 derbas kir
09:36 Kesên tev li 1’ê Îlonê bûn: Divê Ocalan azad bibe
09:34 Serokê Baroya Rihayê: Pêdivî bi destûreke bingehîn a li ser esasê hemwelatiya wekhev heye
09:03 Li ÎSTOÇ’ê şewat derket
09:02 Vegeriya gundê xwe yê 30 sal berê hatibû valakirin: Ez ê têkoşîna xwe li vir bidomînim
09:00 ROJEVA 2’YÊ ÎLONA 2025’AN
01/09/2025
21:48 Tulay Hatîmogûllari: Em wêrek bin û gavên berbiçav biavêjin
21:40 Li Amedê bi deh hezaran kes meşiyan: Em nêzî azadiyê ne
19:58 Di çalakiyên 1'ê Îlonê de doza azadiya Ocalan hat kirin
19:32 Der barê Bakirhan û Ozel û 4 parlamenteran de fezleke
19:13 Li Amedê di meşa 1'ê Îlonê de posterê mezin ê Ocalan hat vekirin
15:12 Çalakiyên 1’ê Îlonê: Ji bo çareseriyê divê biisrar û wêrek bin
14:49 Li Şirnexê li qada komirê şewat derket
14:03 Ji baroyan daxuyanî: Ji bo daraza serbixwe û pêvajoyê gavan biavêjin
13:51 Plana Trump a Xezeyê: Dê 10 salan di bin kontrola DYA’yê de be
13:46 Li Darfourê êrişên hewayî: Herî kêm 19 kes mirin
13:45 Baroya Amedê der heqê Cumhuriyetê de serlêdana sûc kir
13:36 TJA: Hevgirtina jinan a li dora banga Ocalan dê misogeriya jiyana azad be
12:36 DFG: Zext didomin, 33 rojnameger girtî ne
12:20 Abdullah Ocalan: Ez bangî hemû Kurdan dikim ku li ser zemîneke demokratîk bibin yek
11:44 Xelkê Wanê: Bila bi nave aştiyê serî li rêyên cuda nedin, divê pêvajoyê temam bikin
11:18 Bîlançoya erdheja li Efxanistanê giran dibe: Hejmara miriyan derket 622'yan
11:09 Psîkanalîst a Fransî Roudinesco: Ez piştgiriyê didim banga Ocalan
10:57 Ji bo rojnamegerên li Xezeyê hatine qetilkirin piştevaniya kûrewî
10:43 Peyamên 1’ê Îlonê: Li dijî şer em mil bidin milên hev
10:42 Akademîsyenê Aştiyê Demîrer: Peywirên me hemûyan hene
10:35 Gokdemîr ê OHD’î: Divê statuya Kurdî bê naskirin û qanûnên pêwîst bên çêkirin
09:57 Xwebûn bi manşeta ‘Aştî weşiya komeliya’ derket
09:52 Îsraîlê biryara dagirkirina ‘Şerîaya Rojava’ da
09:51 Derdora Bendava Tişrînê careke din hate bombebarankirin
09:39 'Bila çand û zimanê Kurdî di destûra bingehîn de bê misogerkirin’
09:06 Daxwazên di mitînga Rihayê de derketin pêş: Wekhevî û azadî
09:02 Kongreya Beluc a Kanadayê hate avakirin
09:00 ROJEVA 1’Ê ÎLONA 2025’AN
08:54 Li Efxanistanê erdhej: Herî kêm 250 kesan jiyana xwe ji dest dan
31/08/2025
22:41 Îsraîl: Berdevkê Hamasê Ebû Ubeyde hat kuştin
22:36 Li Xarpêtê çalakiya 1'ê Îlonê