Rêxistinên civaka sivîl û baro: Ji bo 'mafê hêviyê' divê qanûn tavilê bên guhertin

  • rojane
  • 12:11 28 Nîsan 2025
  • |

STENBOL - Rêxistinên civaka sivîl û baroyan diyar kirin ku dê naskirina “Mafê hêviyê” ji bo aştiya civakî û mafên mirovan sûdewer be û gotin: “Divê tavilê di qanûnan de sererastkirin bên kirin.”

Rêxistinên civaka sivîl bi daxwaza guhertina cezayê “heta mirinê mayina di girtîgehê de” û cîbicîkirina “Mafê hêviyê”, li avahiya Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) a li navçeya Beyoglû ya Stenbolê daxuyanî dan. Di metna daxuyaniyê de îmzeya zêdetirî 30 rêxistinên civaka sivîl û gelek baroyan jî heye. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn bi bîr xist ku piştî girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê cezayê darvekirinê hatiye rakirin û got: “Mafê hêviyê xelatkirina girtiyan nîne, mecbûriyeteke. Tirkiye, yek ji îmzevanên Peymana Mafên Mirovan (PMME) e û mecbûr e biryarên DMME’yê cîbicî bike. Ev yek, peywira Tirkiyeyê ye.” 
 
'EM Ê SERÎ LI KOMÎTEYA WEZÎRAN BIDIN’ 
 
Ji Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serkan Kiliç diyar kir ku divê rejîma înfazê ya li Tirkiyeyê biguhere û heke di qanûnan de sererastkirinên pêwîst neyên kirin, ew ê serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bidin. 
 
BIRYARÊN DMME’YÊ BI BÎR XIST
 
Hevseroka TOHAV’ê Destîna Yildiz jî diyar kir ku li gorî DMME’yê divê cezayê hefsê yê heta mirinê demek piştre divê jinûve were nirxandin, pêşiya berdana bişert were vekirin û vê yekê weke mafekî bingehîn qebûl dike. Destîna Yildiz, da zanîn ku kesên ji ber tawanbariyên weke “Sûcên li dijî ewlehiya dewletê”, “sûcên li dijî pergala destûra bingehîn û rêvebirina wê” û “sûcên li dijî parastina neteweyî” cezayê muebbeta girankirî lê hatiye birîn nikarin ji derfetên berdana bişert sûd bigirin. Destîna Yildiz, bi domdarî biryara “Ocalan (2)” ya DMME’yê bi bîr xist û got ku nenaskirina “Mafê hêviyê” tê wateya cezayê mirinê. 
 
Destîna Yildiz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di rejîma înfazkirina cezayê hefsê yê muebbeta girankirî de, girtî di tevahiya jiyana xwe de di şertên tecrîdê de tên ragirtin,  ji civakê tên qutkirin û mehkûmî tenêtiyeke ku texrîbatên wê tu caran nikarin bên serûberkirin tên kirin. Bi vî cezayî re mafê hebûna hiqûqî ya kesan ji dest tê girtin, dibêtiya dîsa vegera nava civakê bi temamî ji holê tê rakirin. Di çarçoveya biryarên DMME’yê de; divê cezayê muebbeta girankirî ya li Tirkiyeyê ku dibêje ‘heta mirinê dê girtî bimîne’ li gorî xala 3’yemîn a Peymanê were sererastkirin. Piştî hikûmxwar qismekê cezayê xwe înfaz kir, hewceye cezayê wî/wê jinûve were nirxandin û divê mafê daxwaza berdana bişert a girtî were naskirin.” 
 
'DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN’
 
Di berdewama axaftina xwe de Destîna Yildiz bi lêv kir ku Tirkiye tevî biryara DMME’yê jî gavan naavêje û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê di meha Îlona 2025’an de ji bo nirxandina vê mijarê dîsa bicive. Destîna Yildiz, got ku niha li girtîgehan zêdetirî 4 hezar girtiyên cezayê muebbeta girankirî lê hatiye birîn hene û wiha pê de çû: “Ji bo ku Tirkiye li hemberî vê rewşa heyî bikare îdiaya dewleta hiqûqê bike, hewceye vê rejîma înfazê jinûve bigire dest û ji bo mafê hêviyê di qanûnan de sererastkirinan bike. Di vê çarçoveyê de; divê ji bo girtiyan mekanîzmayên serbixwe û birêkûpêk ên jinûvenirxandina rewşa girtiyan bên avakirin û ceza û pergala înfazkirinê li gorî rûmeta mirovahiyê bên sererastkirin. Her wiha; weke mecbûriyeteke ji PMME’yê û normên mafên mirovan ên navneteweyî, ji bo avakirina pergaleke cezayê ya adilane, divê demildest gavên qanûnî û îdarî bên avêtin.” 
 
Bi domdarî Destîna Yildiz destnîşan kir ku rojevbûna “Mafê hêviyê”, ji hêla arastekirina Tirkiyeyê ya ber bi demokratîkbûn û hiqûqa mafên mirovan de firsendeke girîng e û wiha axivî: “Weke ku hatiye gotin; nîqaşên li ser zemîna mafê hêviyê, biqasî hiqûqîbûnê di heman demê de aliyên wê yên siyasî û civakî jî hene. Lewma, jinûveavakirina pergala edaletê ya li ser bingeha mafê hêviyê, ji hêla aştiya civakî û mafên mirovan ve pêwîstiyeke.” 
 
Destîna Yildiz, got ku naskirina “Mafê hêviyê” hewcehiyeke û axaftina xwe wiha qedand: “Divê tu kes ji mafê hêviyê û ji şensê jiyanê neyên mehrûmkirin. Tirkiye ji bo ku bibe welatekî demokratîk û ji bo bibe dewleta hiqûqê, divê mafê hêviyê nas bike û ji bo rakirina rejîma înfazê ya cezayê heta mirinê, tavilê di qanûnan de sererastkirinan bike. Venihêrtina vê mijarê jî di heman demê de berpirsyartiya partiyên li parlamentoyê, komeleyan û civaka sivîl e. Em bang li tevahiya derdorên civakê dikin ku li ser bingeha edalet û rûmeta mirovahiyê, ji bo rakirina rejîma înfazê ya heta mirinê û naskirina mafê hêviyê dengê xwe derxînin.” 
 
SAZIYÊN METN ÎMZE KIRIN 
 
Baroyên metna daxuyaniyê îmze kirin ev in: Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Komeleya Mafên Mirovan, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, Weqfa Aştiyê, Kolektîfa Lêkolînan a DEMOS’ê, Komeleya Şopandinê ya ji bo Mafên Wekheviyê, Komeleya Şopandina Koçberiyê, Înîsiyatîfa Maf, Heqîqet, Înîsiyatîfa Edaletê, Komeleya Çand Huner Wêjeyê ya Jinan, Komeleya Dema Jinê ye, Komelaya Dadsazê, Komeleya Rojeva Mafên Mirovan, Med Tuhad Fed, Koma Parêzerên Demokratên Azadîxwaz, Komeleya Jinan a Rosayê, Komeleya Jinan a Starê, Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçî, Tevgera Jinên Azad, Forma Çandê ya Almanyayê ya Tirkiyeyê, Komeleya Jiyan, Hafize Azadiyê, Yekitiya Bijîşkên Tirk, Baroya Semsûrê, Baroya Agiriyê, Baroya Êlihê, Baroya Amedê, Baroya Colemêrgê, Baroya Mûşê, Baroya Sêrtê, Baroya Rihayê, Baroya Şirnexê û Baroya Wanê. 
 

Sernavên din

09:48 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
09:21 Ji Meteorolojiyê hişyariya barînan
09:20 'Tirkiye mecbûr e li gorî biryara mafê hêviyê tevbigere'
09:13 Doza cîgirê midûr ê dest avêtibû xwendekaran hat xerakirin
09:03 Heta li Sûriyeyê rewşa Kurdan zelal nebe îstiqrar ne pêkan e
09:01 ROJEVA 2’YÊ GULANA 2025’AN
01/05/2025
16:45 'Dê têkoşîna yekbûyî bi ser keve’
16:34 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê bi dawî bû
16:29 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Kapîtalîzm hêviya me di dize
16:21 Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de daxwaza ji bo sosyalîzmê
15:54 Li Tandoganê 1’ê Gulanê: Heke hiqûq nebe kolan hene
15:44 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Civaka demokratîk bi têkoşîna karkeran pêkan e
15:38 Li Egeyê bi deh hezaran kes daketin qadên 1’ê Gulanê
15:21 Di rojekê de li Îranê herî kêm 12 kes hatin darvekirin
15:19 Rejîma Îranê mamosteya Kurd ji kar derxist
15:15 Manîfestoya sendîkayan: Heke em bibin yek, wekhevî û azadî pêkan e
14:53 Kanal 8: Em agahiyan ji nûçegihanên xwe yên li Şamê nagirin
14:46 34 partî û rêxistinan banga ‘şerê li Şamê bidin sekinandin’ kirin
14:38 SOHR: Di Nîsanê de 137 kes hatin qetilkirin
14:16 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bêyî kedkaran civaka demokratîk ava nabe
13:37 Li Wanê 1’ê Gulanê: Em ê ji bo ked, demokrasî û aştiyê têbikoşin
13:27 Mitînga 1’ê Gulanê ya li Kadikoyê dest pê kir
13:25 Li Qada Stasyonê 1’ê Gulanê: Em wekhevî û aştiyê dixwazin
13:17 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê
13:12 Li Şengalê 1’ê Gulanê: Ked, azadî ye
13:11 Rojnameger Berekat: Êrişên li dijî Durziyan plankirî ne
12:11 Tulay Hatîmogûllari: Kedkar dê piştgiriyê bidin çareseriya pirsgirêka Kurd
12:10 Li Stenbolê zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo 1’ê Gulana Zurihê re name şandin
11:38 Bi sed hezaran kes li qadên 1’ê Gulanê ne
11:10 Helbestvan Fadil Ozturk wefat kir
11:01 Li Mecîdiyekoyê berxwedana 1’ê Gulanê!
10:59 Rojnameger Ozdal hate definkirin
10:42 Li Kurdistanê di bin navê projeya enerjiyê de biryarên ‘îstîmlaqkirina bi lez'
10:37 Karker û kedkar ji niha ve li Kadikoyê kom dibin
10:23 Ji DEM Partiyê peyama 1’ê Gulanê
10:03 1’ê Gulanê: DÎSK’ê tacegul danî Qada Taksîmê
09:46 Rêxistinên ekolojiyê: Weke gava ewil divê dewlet destê xwe ji xwezaya me vekêşe
09:19 'Kesên serdana Onder dikin dixwazin gav bên avêtin'
09:17 Karkerên febrîqeyê yên di 1'ê Gulanê de jî dixebitin: Mecbûriyet her tiştî bi mirov dide kirin!
09:11 Eren Keskîn: Pêkanîna mafê hêviyê ne lutfek e, peywireke Tirkiyeyê ye
09:10 Ji Enternasyonala Perwerdehiyê bo Egîtîm Senê piştgirî
09:09 Doza Sûna Pek: Dadgeha Bilind xwest ceza bê kêmkirin
09:00 ROJEVA 1’Ê GULANA 2025’AN
08:57 Li Wanê otobûsa rêwiyan wergeriya: 28 kes birîndar bûn
08:56 Rojnameger Umît Ozdal jiyana xwe ji dest da
30/04/2025
16:38 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Ji bo avakirina civaka demokratîk divê em têbikoşin
16:12 Li Girtîgeha Aksarayê tehliyeya bi dehan girtiyan hate astengkirin
15:51 Tulay Hatîmogûllari çû serdana karkerên tekstîlê
15:17 DEM Partiyê bersiv da Tunç: Karê xwe bikin
14:47 Ji Wezîrê Enformasyonê yê Pakistanê: Dê Hindistan êriş bike
14:39 Banga tevlibûna qadên 1'ê Gulanê hate kirin
14:24 Doza Kazanhan: Polîsê bersûc ê firarî piştî her danişînê li edliyeyê geriyaye
13:35 Şîna Pelîn Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:22 Xelkê Mexmûrê li dijî ambargoyê meşiya
13:17 Di doza qetilkirina Cîhan Can de dê mutalaa bê amadekirin
13:02 Ji bo Onder stran hat çêkirin
13:00 Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê diyar bû
11:46 Ji TJK-E’yê çalakiyên ‘Diyalogên bi jiyana azad re’
10:45 Wezareta Dadê ji bo girtiyê nexweş Çam îşaret bi dozgeriyê kir
10:44 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
09:49 Li Mûglayê li pey hev erdhej çêbûn
09:46 Li Îzmîr û Stenbolê serdegirtinên malan
09:45 Çukurova ji 1’ê Gulanê re amade ye
09:32 HDK dê ji bo banga Abdullah Ocalan 'kursiyên gel' çêbike
09:31 Li gorî TEM'ê her ala yên PKK/KCK'ê ne!
09:30 Jin pêşengtiya seferberiya ‘bangê’ dikin
09:13 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 18 kes hatin girtin
09:12 ‘Em ê 1'ê Gulanê bi ruhê pêvajoyê pîroz bikin'
09:11 Îdareya Taybet a Bajêr ji AKP'ê re dixebite!
09:11 Li Şirnexê mamosteyekî dest avêt 4 zarokan
09:00 ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2025’AN
29/04/2025
16:31 Ji ber stranên Kurdî 10 meh cezayê hefsê dan siyasetmedaran
16:28 Serokkomarê Iraqê qanûna bajarbûna Helebceyê îmze kir
16:16 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana MSD’ê
16:10 Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê wek roja betlaneyê ragihand
15:54 Di doza zaroka Êzidî de der heqê parêzeran de serlêdana sûc hate kirin
15:43 ‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê lez bidin hewldanan’
15:31 Baroya Îzmîrê: Li ser jiyana Aslan û Zîncîr xetereyeke cidî heye
15:17 Çelebî piştî 31 salan hate bajarê xwe
14:37 Di doza SES’ê de biryar nehat dayin
14:29 Kesên di 1’ê Gulanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:14 TJA: Jiyana demokratîk dê bi keda jinê bê avakirin
13:47 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Sepana qeyûman bi dawî bikin
13:41 GABB’ê civîna xwe ya asayî ya salane li dar xist
13:32 Doza Komkujiya Pirsûsê: Piştî 10 salan dê dîmenan ji pisporan re bişînin
13:04 Danişîna doza revandina zaroka Êzidî dest pê kir
12:56 Di doza teqîna Pasûrê de biryara guhdarîkirina şahidan hate dayin
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Em bang li îktîdarê dikin ku îradeyeke pênber raber bike
12:44 Tevî agirbestê jî êrişên dewleta tirk didomin
12:18 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:17 Pelîn Yilmaz jiyana xwe ji dest da
11:37 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye
11:34 Kuçukbalaban: Divê dewlet nexşerêya xwe aşkera bike
10:17 ‘Em ê bi dirûşma civaka demokratîk li qadên 1’ê Gulanê bin’
09:43 Jinên ciwan dê di 1’ê Gulanê de têkoşîna wekheviyê mezin bikin
09:23 Li Bestayê di bin kontrola leşkeran û bi destê cerdevanan dar tên birîn
09:11 Çîçeka nadîde ya biharê: Guldexwîn
09:03 'Divê dewlet û Kurd peymanê îmze bikin'
09:02 Seroka AKDAM'ê: Heya tundiya li ser jinê bi dawî nebe wê têkoşîna me bidome