Kuçukbalaban: Divê dewlet nexşerêya xwe aşkera bike

  • rojane
  • 11:34 29 Nîsan 2025
  • |
img

AMED - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku divê dewlet nexşerêya xwe ya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd aşkera bike û got: “Ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan.” 

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hate parekirin, pêvajoya heyî û mafên mirovan ji ajansa me re axivî. Kuçukbalaban, diyar kir ku banga Abdullah Ocalan girîng e û piştî bangê civak li bendê ye ku dewlet gavan biavêje lê heta niha tu gav neavêtiye. 
 
Kuçukbalaban, destnîşan kir ku yek ji mijarên pirsgirêka Kurd jî girtîgeh in û got: “Bi taybet jî ji ber Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) û qanûna înfazê, girtiyên siyasî bi cezayên giran re rû bi rû dimînin. Girtîgehên bi tîpên Y û S’yê veguherîne îşkencexaneyan. Gefeke mezin li ser jiyan û tenduristiya girtiyan.”
 
‘DIVÊ GAVA EWIL GIRTIYÊN NEXWE BIN’
 
Kuçukbalaban, anî ziman ku di “Komxebata Girtîgehan” a li Amedê de li ser pirsgirêkên girtiyan nîqaş kirine û wiha pê de çû: “Me lîsteya girtiyên nexweş di encama van nîqaşan de nû kir. Li gorî daneyên Wezareta Dadê, di 10 mehên ewil ên sala par de 709 girtiyan ji ber pirsgirêkên di mafê tenduristiyê de jiyana xwe ji dest dane. Em dikarin bibêjin ev hejmar zêdetir e.”  Kuçukbalaban, divê di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de ji ewil girtiyên nexweş bên berdan û got: “Ji ber biryarên siyasî yên ATK girtî nayên berdan. Divê rêbazên xebatê yên ATK’ê û avadaniya wê tavilê bên guherandin.” 
 
‘DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ WERE CÎBICÎKIRIN’
 
Di berdewamê de Kuçukbalaban anî ziman ku cîbicîkirina biryara “Mafê hêviyê” yek ji berpirsyartiyên Tirkiyeyê yên hiqûqa navneteweyî ye û ev tişt anî ziman: “Ev ne ji ber Abdullah Ocalan, ji ber berpirsyartiya navneteweyî divê were cîbicîkirin.” Kuçukbalaban, got ku di sala 2004’an de cezayê îdamê bi temamî hatiye rakirin û cezayê “muebbeta girankirî” ketiye meriyetê. Kuçukbalaban, got: “Di madeyekê wê de dibêje ‘heta mirinê dê di girtîgehê de bimîne.’ Ev, binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. DMME vî cezayî weke îşkence dibîne û di vê mijarê de biryarên wê yên ji bo Abdullah Ocalan û Boltan hebûn. Vê weke binpêkirina maf pênase dike. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê heta Îlona 2024’an dem daye Tirkiyeyê ku di vê mijarê de di mewzûatên xwe de guhertinan bike. Ji bo cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ divê dewlet gavan biavêje.” 
 
'HEWCEYE DEWLET GAVAN BIAVÊJE’
 
Kuçukbalaban, destnîşan kir ku aktorê herî girîng ê çareseriya pirsgirêka Kurd Abdullah Ocalan e û ev tişt anî ziman: “Ocalan, bang kir ku pirsgirêka li şûna çekê bi siyasetê were çareserkirin. PKK jî xwedî li bangê derket û agirbest ragihand. Daxwaza wan ew e ku mercên Abdullah Ocalan bên guherandin û kongreyê bicivîne. Ev, daxwazeke mafdar e. Divê kesên emrê xwe li çiyê derbas kirin bên qanehkirin. Divê çima çek bên berdan, divê çima têkoşîna meseleya Kurd li ser zemîna demokratîk û siyasî were meşandin, ji bo van nîqaşan divê Abdullah Ocalan kongreyê birêve bibe. Divê ev merc bên afirandin. Hewceyd dewlet di vê mijarê de gavên lez biavêje.” 
 
OPERASYONÊN LEŞKERÎ DIDOMIN 
 
Kuçukbalaban, bi bîr xist ku operasyonên Tirkiyeyê berdewam in û ev nirxandink ir: “Li gorî me divê dewlet di vê mijarê de hesas tevbigere. Bi cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ re dikare mercên Abdullah Ocalan bên sererastkirin ku kongreyê birêve bibe. Her wiha rawestandina operasyonên leşkerî girîng e. Hewceye dewlet nexşerêya xwe ya çareseriyê aşkera bike û bi rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî re parve bike. Dê texrîbatên şer çawa ji holê bên rakirin? Dê çek çawa bên berdan? Dê çekan deynin ku? Temînata vî karî dê çawa bibe? Dibe ku provakasyon çêbibin. Gelo dê pêşiya wan çawa were girtin? Dê kî vê pêvajoyê bişopîne? Dê desteyên bêalî û serbixwe di vê pêvajoyê de bi roleke çawa rabin? Divê ev tevek zelal bibin. Divê hinek îşaretên ku pêvajo bi gavên pêbawer pêşdikeve derkevin holê.” 
 
GAVÊN HEWCEYE BÊN AVÊTIN 
 
Kuçukbalaban, axaftina xwe wiha qedand: “Divê li Meclisê di înfazê de guhertin bên kirin, ji bo berdana girtiyên nexweş di qanûnan de guhertin bên kirin, divê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê tavilê bên sererastkirin. Ji ber ku heke hûn berdana kesên 30 sal in girtî ne zehmet bikin, yê li çiyê dê çawa were? Hûn ê çawa jê re bibêjin ‘were tev li civakê bibe.’ Meseleya Kurd, ji ewil meseleya aştiyê ye. Divê ji ewil zimanekî aştiyane bê bikaranîn Divê ji ewil dewlet têkildarî aştiyê gavên pêbawer biavêje ku civak jê bawer bike.” 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

09:48 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
09:21 Ji Meteorolojiyê hişyariya barînan
09:20 'Tirkiye mecbûr e li gorî biryara mafê hêviyê tevbigere'
09:13 Doza cîgirê midûr ê dest avêtibû xwendekaran hat xerakirin
09:03 Heta li Sûriyeyê rewşa Kurdan zelal nebe îstiqrar ne pêkan e
09:01 ROJEVA 2’YÊ GULANA 2025’AN
01/05/2025
16:45 'Dê têkoşîna yekbûyî bi ser keve’
16:34 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê bi dawî bû
16:29 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Kapîtalîzm hêviya me di dize
16:21 Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de daxwaza ji bo sosyalîzmê
15:54 Li Tandoganê 1’ê Gulanê: Heke hiqûq nebe kolan hene
15:44 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Civaka demokratîk bi têkoşîna karkeran pêkan e
15:38 Li Egeyê bi deh hezaran kes daketin qadên 1’ê Gulanê
15:21 Di rojekê de li Îranê herî kêm 12 kes hatin darvekirin
15:19 Rejîma Îranê mamosteya Kurd ji kar derxist
15:15 Manîfestoya sendîkayan: Heke em bibin yek, wekhevî û azadî pêkan e
14:53 Kanal 8: Em agahiyan ji nûçegihanên xwe yên li Şamê nagirin
14:46 34 partî û rêxistinan banga ‘şerê li Şamê bidin sekinandin’ kirin
14:38 SOHR: Di Nîsanê de 137 kes hatin qetilkirin
14:16 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bêyî kedkaran civaka demokratîk ava nabe
13:37 Li Wanê 1’ê Gulanê: Em ê ji bo ked, demokrasî û aştiyê têbikoşin
13:27 Mitînga 1’ê Gulanê ya li Kadikoyê dest pê kir
13:25 Li Qada Stasyonê 1’ê Gulanê: Em wekhevî û aştiyê dixwazin
13:17 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê
13:12 Li Şengalê 1’ê Gulanê: Ked, azadî ye
13:11 Rojnameger Berekat: Êrişên li dijî Durziyan plankirî ne
12:11 Tulay Hatîmogûllari: Kedkar dê piştgiriyê bidin çareseriya pirsgirêka Kurd
12:10 Li Stenbolê zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo 1’ê Gulana Zurihê re name şandin
11:38 Bi sed hezaran kes li qadên 1’ê Gulanê ne
11:10 Helbestvan Fadil Ozturk wefat kir
11:01 Li Mecîdiyekoyê berxwedana 1’ê Gulanê!
10:59 Rojnameger Ozdal hate definkirin
10:42 Li Kurdistanê di bin navê projeya enerjiyê de biryarên ‘îstîmlaqkirina bi lez'
10:37 Karker û kedkar ji niha ve li Kadikoyê kom dibin
10:23 Ji DEM Partiyê peyama 1’ê Gulanê
10:03 1’ê Gulanê: DÎSK’ê tacegul danî Qada Taksîmê
09:46 Rêxistinên ekolojiyê: Weke gava ewil divê dewlet destê xwe ji xwezaya me vekêşe
09:19 'Kesên serdana Onder dikin dixwazin gav bên avêtin'
09:17 Karkerên febrîqeyê yên di 1'ê Gulanê de jî dixebitin: Mecbûriyet her tiştî bi mirov dide kirin!
09:11 Eren Keskîn: Pêkanîna mafê hêviyê ne lutfek e, peywireke Tirkiyeyê ye
09:10 Ji Enternasyonala Perwerdehiyê bo Egîtîm Senê piştgirî
09:09 Doza Sûna Pek: Dadgeha Bilind xwest ceza bê kêmkirin
09:00 ROJEVA 1’Ê GULANA 2025’AN
08:57 Li Wanê otobûsa rêwiyan wergeriya: 28 kes birîndar bûn
08:56 Rojnameger Umît Ozdal jiyana xwe ji dest da
30/04/2025
16:38 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Ji bo avakirina civaka demokratîk divê em têbikoşin
16:12 Li Girtîgeha Aksarayê tehliyeya bi dehan girtiyan hate astengkirin
15:51 Tulay Hatîmogûllari çû serdana karkerên tekstîlê
15:17 DEM Partiyê bersiv da Tunç: Karê xwe bikin
14:47 Ji Wezîrê Enformasyonê yê Pakistanê: Dê Hindistan êriş bike
14:39 Banga tevlibûna qadên 1'ê Gulanê hate kirin
14:24 Doza Kazanhan: Polîsê bersûc ê firarî piştî her danişînê li edliyeyê geriyaye
13:35 Şîna Pelîn Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:22 Xelkê Mexmûrê li dijî ambargoyê meşiya
13:17 Di doza qetilkirina Cîhan Can de dê mutalaa bê amadekirin
13:02 Ji bo Onder stran hat çêkirin
13:00 Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê diyar bû
11:46 Ji TJK-E’yê çalakiyên ‘Diyalogên bi jiyana azad re’
10:45 Wezareta Dadê ji bo girtiyê nexweş Çam îşaret bi dozgeriyê kir
10:44 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
09:49 Li Mûglayê li pey hev erdhej çêbûn
09:46 Li Îzmîr û Stenbolê serdegirtinên malan
09:45 Çukurova ji 1’ê Gulanê re amade ye
09:32 HDK dê ji bo banga Abdullah Ocalan 'kursiyên gel' çêbike
09:31 Li gorî TEM'ê her ala yên PKK/KCK'ê ne!
09:30 Jin pêşengtiya seferberiya ‘bangê’ dikin
09:13 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 18 kes hatin girtin
09:12 ‘Em ê 1'ê Gulanê bi ruhê pêvajoyê pîroz bikin'
09:11 Îdareya Taybet a Bajêr ji AKP'ê re dixebite!
09:11 Li Şirnexê mamosteyekî dest avêt 4 zarokan
09:00 ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2025’AN
29/04/2025
16:31 Ji ber stranên Kurdî 10 meh cezayê hefsê dan siyasetmedaran
16:28 Serokkomarê Iraqê qanûna bajarbûna Helebceyê îmze kir
16:16 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana MSD’ê
16:10 Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê wek roja betlaneyê ragihand
15:54 Di doza zaroka Êzidî de der heqê parêzeran de serlêdana sûc hate kirin
15:43 ‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê lez bidin hewldanan’
15:31 Baroya Îzmîrê: Li ser jiyana Aslan û Zîncîr xetereyeke cidî heye
15:17 Çelebî piştî 31 salan hate bajarê xwe
14:37 Di doza SES’ê de biryar nehat dayin
14:29 Kesên di 1’ê Gulanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:14 TJA: Jiyana demokratîk dê bi keda jinê bê avakirin
13:47 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Sepana qeyûman bi dawî bikin
13:41 GABB’ê civîna xwe ya asayî ya salane li dar xist
13:32 Doza Komkujiya Pirsûsê: Piştî 10 salan dê dîmenan ji pisporan re bişînin
13:04 Danişîna doza revandina zaroka Êzidî dest pê kir
12:56 Di doza teqîna Pasûrê de biryara guhdarîkirina şahidan hate dayin
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Em bang li îktîdarê dikin ku îradeyeke pênber raber bike
12:44 Tevî agirbestê jî êrişên dewleta tirk didomin
12:18 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:17 Pelîn Yilmaz jiyana xwe ji dest da
11:37 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye
11:34 Kuçukbalaban: Divê dewlet nexşerêya xwe aşkera bike
10:17 ‘Em ê bi dirûşma civaka demokratîk li qadên 1’ê Gulanê bin’
09:43 Jinên ciwan dê di 1’ê Gulanê de têkoşîna wekheviyê mezin bikin
09:23 Li Bestayê di bin kontrola leşkeran û bi destê cerdevanan dar tên birîn
09:11 Çîçeka nadîde ya biharê: Guldexwîn
09:03 'Divê dewlet û Kurd peymanê îmze bikin'
09:02 Seroka AKDAM'ê: Heya tundiya li ser jinê bi dawî nebe wê têkoşîna me bidome