Tulay Hatîmogûllari: Em bang li îktîdarê dikin ku îradeyeke pênber raber bike

ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku divê mafên ragihandin û xebatê yên azad ên Abdullah Ocalan bên dayin û got: “Em bang li îktîdarê dikin ku guh bide banga aştiyê ya gel û ji bo çareseriyê îradeyeke şênber û pêbawer raber bike.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiya xwe de li Meclisê geşedanên di rojevê de nirxand. Tulay Hatîmogûllari, ji ewil bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder û got: “Me hêviya xwe winda nekir, dê winda nekin. Em tevek li benda te ne.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ GIRTINAN DA 
 
Tulay Hatîmogûllari, bi domdarî bal kişand ser erdhejên li Stenbolê û got ku wan careke din dîtine ku bi milyonan kes li dijî erdhejê bêparastin in. Tulay Hatîmogûllari, got ku îktîdara rêveberên Stenbolê girtî, bajar felc kiriye. Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku tevî karesatek li ber deriyê jî îktîdar tevdîran nagire û got: “Edhej, rastiyeke xwezayê ye lê negirtina tevdîran û xemsarî cînayet e. Milyonan kes bi zor û zehmet ji karesateke mezin rizgar bûn lê çav û guhê îktîdarê li ser prjeya Kanal Stenbolê ye. Divê tavilê dev ji vê projeyê berdin.” 
 
DERIYÊ SERDEMEKE NÛ VEKIR 
 
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Deriyê serdemeke nû vekir. Ev bang, banga mezinkirina ked, aştî û demokrasiyê ye. Ji bo kedkaran aştî, biqasî kedê jiyanî ye. Ked bi aştiyê dikare bêhnê bistîne, aştî jî bi kedê. Bêyî aştiyê refah nabe. Divê çavkanî ne ji bo şer, ji bo jiyaneke însanî bên xerckirin. Divê keda rêxistinkirî bi aştiyê were xurtkirin. Em îsal hem li bajarên Kurdan hem jî li rojava bi awayekî xurt amadekariyên 1’ê Gulanê dikin. Em dizanin ku têkoşîn azadiyê ya gelê Kurd, ji bo têkoşîna kedê ya karkeran e. Ji bo ked, aştî û azadiyê em bang li hemû kedkar û gelan dikin ku dakevin qadên 1’ê Gulanê. Li dijî zem, bihabûn, xizanî, şer û kedxwariyê em ê bi hev re li qadan bin.”  
 
‘EM QADAN TIJE BIKIN’
 
Tulay Hatîmogûllari, wêneyê Diyar Kîşoglû yê 16 salî ku di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest dayî bertek nîşan da. Tulay Hatîmogûllari, got ku di nava 3 mehan de herî kêm 450 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane û got: “Di 20 salên îktîdara AKP’ê de herî kêm 35 hezar karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Lewma divê em xwe birêxistin bikin û bêhtir têbikoşin.” Tulay Hatîmogûllari, bang li hemû karker, kedkar, jin, ciwan û gelan kir ku qadên 1’ê Gulanê tije bikin. 
 
BERTEK NÎŞANÎ BINÇAVKIRINAN DA
 
Tulay Hatîmogûllari, bertek nîşanî biçavkirinên îro yên li Stenbolê jî da û got ku xwest binçavkirî tavilê bên berdan. 
 
‘DIVÊ HER KES XWEDÎ LI PÊVAJOYÊ DERKEVE’
 
Tulay Hatîmogûllari, di berdewamê de qala pêvajoyê kir û got: “Daxwaza gelên me ya ji bo aştî û demokrasiyê her ku diçe mezintir dibe. Ev jî hêviya me mezin dike. Em jî ji 10’ê Nîsanê heta niha hem hevdîtinên siyasî hem jî bi gel re dikin. Di vê çarçoveyê de tax bi tax, bajar bi bajar hevdîtinan dikin. Em ê mal bi mal bigerin û li pêşniyar,i hêvî û rexneyên wan guhdarî bikin. Divê her kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve. 
 
EM KONFERANSA YEKRÊZIYA KURDÎ SILAV DIKIN 
 
Gelê Kurd d 27’ê Nîsanê de li Qamişloyê Konferansa Neteweyî ya Kurd li dar xist ku ji bo Sûriye û Rojhilata Navîn gelek girîng e. Vê konferansê, hêviya pêşerojeke demokratîk ava kir. Ev xebat ji bo me gelek biqedr e. Hêvîdarin bibe wesîleya aştiya gelên Sûriye û Rojhilata Navîn. Em ji vir silav û hezkirinên xwe ji wan re dişînin.  ,
 
DIVÊ MUXALEFET LI DERVE NEYÊ HIŞTIN
 
Aştî û civaka demokratîk, bi rêzgirtina îradeya siyasî ya her kesî dibe. Hewldana tunekirina îradeya gel, zirareke mezin dide pêvajoya aştiyê. Tunekirina hêviya pêşeroja demokratîk e. Divê çareserî bi lihevkirineke herî berfireh çêbibe. Divê muxalefet li derveyî mutebeqetê neyê hiştin. 
 
EM AŞTIYÊ BI HIQÛQÊ AVA BIKIN
 
Heke li derveyî vê pêvajoyê bên hiştin û gavên mîna berê bên avêtin, ev pêvajo dê têk biçe. Mafê siyasetê jî temînata aştiyê jî hiqûq e, demokratîbûn e. Werin em aştiyê bi hiqûqê ava bikin. Hêviya civakê ya ji hevdîtinan pir mezin e. 
 
ME DAXWAZ BI AŞKERAYÎ ANÎN ZIMAN 
 
Di hevdîtina bi Wezareta Dadê re de me ji bo avakirina zemînê çareseriyê, pêşniyar û hêviyên gel parve kirin. Di serî mafên ragihandin û mercên xebatê yên azad ên birêz Abdullah Ocalan, me gavên divê bên avêtin jê re ragihandin. Êdî di vê mijarê de berpirsyartî ya îktîdarê ye. Em li bendê ne ku li gorî vê gavan biavêjin. Ji bo çareseriya demokratîk, raberkirina îradeya siyasî mecbûriyet e. Nîşandana îradeya siyasî jî karê cisaretê ye û nîşaneya dilsoziya bi demokratîkbûnê re ye. Lewma jî divê îktîdar guh bide daxwaza aştiyê ya gel û ji bo çareseriyê, îradeyeke şênber û pêbawer raber bike. Weke DEM Partiyê em ji bo aştî û çareseriyê di nava seferberiyeke topyekûn de ne. Em kedê didin. Ji ber ku em ji aştiyê bawerin.”
 
    
 

Sernavên din

09:48 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
09:21 Ji Meteorolojiyê hişyariya barînan
09:20 'Tirkiye mecbûr e li gorî biryara mafê hêviyê tevbigere'
09:13 Doza cîgirê midûr ê dest avêtibû xwendekaran hat xerakirin
09:03 Heta li Sûriyeyê rewşa Kurdan zelal nebe îstiqrar ne pêkan e
09:01 ROJEVA 2’YÊ GULANA 2025’AN
01/05/2025
16:45 'Dê têkoşîna yekbûyî bi ser keve’
16:34 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê bi dawî bû
16:29 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Kapîtalîzm hêviya me di dize
16:21 Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de daxwaza ji bo sosyalîzmê
15:54 Li Tandoganê 1’ê Gulanê: Heke hiqûq nebe kolan hene
15:44 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Civaka demokratîk bi têkoşîna karkeran pêkan e
15:38 Li Egeyê bi deh hezaran kes daketin qadên 1’ê Gulanê
15:21 Di rojekê de li Îranê herî kêm 12 kes hatin darvekirin
15:19 Rejîma Îranê mamosteya Kurd ji kar derxist
15:15 Manîfestoya sendîkayan: Heke em bibin yek, wekhevî û azadî pêkan e
14:53 Kanal 8: Em agahiyan ji nûçegihanên xwe yên li Şamê nagirin
14:46 34 partî û rêxistinan banga ‘şerê li Şamê bidin sekinandin’ kirin
14:38 SOHR: Di Nîsanê de 137 kes hatin qetilkirin
14:16 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bêyî kedkaran civaka demokratîk ava nabe
13:37 Li Wanê 1’ê Gulanê: Em ê ji bo ked, demokrasî û aştiyê têbikoşin
13:27 Mitînga 1’ê Gulanê ya li Kadikoyê dest pê kir
13:25 Li Qada Stasyonê 1’ê Gulanê: Em wekhevî û aştiyê dixwazin
13:17 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê
13:12 Li Şengalê 1’ê Gulanê: Ked, azadî ye
13:11 Rojnameger Berekat: Êrişên li dijî Durziyan plankirî ne
12:11 Tulay Hatîmogûllari: Kedkar dê piştgiriyê bidin çareseriya pirsgirêka Kurd
12:10 Li Stenbolê zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo 1’ê Gulana Zurihê re name şandin
11:38 Bi sed hezaran kes li qadên 1’ê Gulanê ne
11:10 Helbestvan Fadil Ozturk wefat kir
11:01 Li Mecîdiyekoyê berxwedana 1’ê Gulanê!
10:59 Rojnameger Ozdal hate definkirin
10:42 Li Kurdistanê di bin navê projeya enerjiyê de biryarên ‘îstîmlaqkirina bi lez'
10:37 Karker û kedkar ji niha ve li Kadikoyê kom dibin
10:23 Ji DEM Partiyê peyama 1’ê Gulanê
10:03 1’ê Gulanê: DÎSK’ê tacegul danî Qada Taksîmê
09:46 Rêxistinên ekolojiyê: Weke gava ewil divê dewlet destê xwe ji xwezaya me vekêşe
09:19 'Kesên serdana Onder dikin dixwazin gav bên avêtin'
09:17 Karkerên febrîqeyê yên di 1'ê Gulanê de jî dixebitin: Mecbûriyet her tiştî bi mirov dide kirin!
09:11 Eren Keskîn: Pêkanîna mafê hêviyê ne lutfek e, peywireke Tirkiyeyê ye
09:10 Ji Enternasyonala Perwerdehiyê bo Egîtîm Senê piştgirî
09:09 Doza Sûna Pek: Dadgeha Bilind xwest ceza bê kêmkirin
09:00 ROJEVA 1’Ê GULANA 2025’AN
08:57 Li Wanê otobûsa rêwiyan wergeriya: 28 kes birîndar bûn
08:56 Rojnameger Umît Ozdal jiyana xwe ji dest da
30/04/2025
16:38 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Ji bo avakirina civaka demokratîk divê em têbikoşin
16:12 Li Girtîgeha Aksarayê tehliyeya bi dehan girtiyan hate astengkirin
15:51 Tulay Hatîmogûllari çû serdana karkerên tekstîlê
15:17 DEM Partiyê bersiv da Tunç: Karê xwe bikin
14:47 Ji Wezîrê Enformasyonê yê Pakistanê: Dê Hindistan êriş bike
14:39 Banga tevlibûna qadên 1'ê Gulanê hate kirin
14:24 Doza Kazanhan: Polîsê bersûc ê firarî piştî her danişînê li edliyeyê geriyaye
13:35 Şîna Pelîn Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:22 Xelkê Mexmûrê li dijî ambargoyê meşiya
13:17 Di doza qetilkirina Cîhan Can de dê mutalaa bê amadekirin
13:02 Ji bo Onder stran hat çêkirin
13:00 Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê diyar bû
11:46 Ji TJK-E’yê çalakiyên ‘Diyalogên bi jiyana azad re’
10:45 Wezareta Dadê ji bo girtiyê nexweş Çam îşaret bi dozgeriyê kir
10:44 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
09:49 Li Mûglayê li pey hev erdhej çêbûn
09:46 Li Îzmîr û Stenbolê serdegirtinên malan
09:45 Çukurova ji 1’ê Gulanê re amade ye
09:32 HDK dê ji bo banga Abdullah Ocalan 'kursiyên gel' çêbike
09:31 Li gorî TEM'ê her ala yên PKK/KCK'ê ne!
09:30 Jin pêşengtiya seferberiya ‘bangê’ dikin
09:13 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 18 kes hatin girtin
09:12 ‘Em ê 1'ê Gulanê bi ruhê pêvajoyê pîroz bikin'
09:11 Îdareya Taybet a Bajêr ji AKP'ê re dixebite!
09:11 Li Şirnexê mamosteyekî dest avêt 4 zarokan
09:00 ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2025’AN
29/04/2025
16:31 Ji ber stranên Kurdî 10 meh cezayê hefsê dan siyasetmedaran
16:28 Serokkomarê Iraqê qanûna bajarbûna Helebceyê îmze kir
16:16 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana MSD’ê
16:10 Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê wek roja betlaneyê ragihand
15:54 Di doza zaroka Êzidî de der heqê parêzeran de serlêdana sûc hate kirin
15:43 ‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê lez bidin hewldanan’
15:31 Baroya Îzmîrê: Li ser jiyana Aslan û Zîncîr xetereyeke cidî heye
15:17 Çelebî piştî 31 salan hate bajarê xwe
14:37 Di doza SES’ê de biryar nehat dayin
14:29 Kesên di 1’ê Gulanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:14 TJA: Jiyana demokratîk dê bi keda jinê bê avakirin
13:47 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Sepana qeyûman bi dawî bikin
13:41 GABB’ê civîna xwe ya asayî ya salane li dar xist
13:32 Doza Komkujiya Pirsûsê: Piştî 10 salan dê dîmenan ji pisporan re bişînin
13:04 Danişîna doza revandina zaroka Êzidî dest pê kir
12:56 Di doza teqîna Pasûrê de biryara guhdarîkirina şahidan hate dayin
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Em bang li îktîdarê dikin ku îradeyeke pênber raber bike
12:44 Tevî agirbestê jî êrişên dewleta tirk didomin
12:18 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:17 Pelîn Yilmaz jiyana xwe ji dest da
11:37 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye
11:34 Kuçukbalaban: Divê dewlet nexşerêya xwe aşkera bike
10:17 ‘Em ê bi dirûşma civaka demokratîk li qadên 1’ê Gulanê bin’
09:43 Jinên ciwan dê di 1’ê Gulanê de têkoşîna wekheviyê mezin bikin
09:23 Li Bestayê di bin kontrola leşkeran û bi destê cerdevanan dar tên birîn
09:11 Çîçeka nadîde ya biharê: Guldexwîn
09:03 'Divê dewlet û Kurd peymanê îmze bikin'
09:02 Seroka AKDAM'ê: Heya tundiya li ser jinê bi dawî nebe wê têkoşîna me bidome