WAN - Dayikên Aştiyê yên li Wanê tev li şîna Sirri Sureyya Onder bûn, diyar kirin ku ew ê têkoşîna Onder bidomînin û ev têkoşîn dê bi ser keve.
Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder ku krîza dil derbas dikir û li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin, piştî 18 rojan di 3’yê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. Ji bo Onder, li rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan şîn hate danîn. Dayikên Aştiyê yên çûn serdana şîna li Wanê, gotin ku dê têkoşîna Onder bidomînin.
'KEDA WÎ MEZIN BÛ’
Dayika Aştiyê Kevser Işik, diyar kir ku ji ber wefata Sirri Sureyya Onder gelek xemgîn bûye û got: “Tenê yek gotina ku mirov bikare bike nema ye. Keda wî ya di têkoşîna aştiyê de gelek mezin bû. Ew ji bo me qasidê aştiyê bû. Tekane daxwaza wî aştî bû. Em ê barê wî bigirin ser milên xwe û têkoşîna wî ya aştiyê bi ser bixin.”
Dayika Aştiyê Besna Aydogan jî anî ziman ku tekane daxwaza wan pêşîlêgirtina rijandina xwînê û aştiyeke mayinde ye. Besna Aydogan, got: “Em êşa wefata Sirri Sureyya Onder dijîn. Me di vê rêyê de zarokên xwe ji dest dan, me hêj cenazeyên zarokên xwe wernegirtine. Lê me her tim aştî parast û niha jî diparêzin. Em ê barê Sirri Sureyya Onder jî li xwe bigirin û hedefên wî pêk bînin.”
'EM Ê AŞTIYÊ BÎNIN’
Dayika Aştiyê Rabîa Algor jî destnîşan kir ku ew soza serxistina keda Sirri Sureyya Onder a ji bo aştiyê didin û got: “Tekane daxwaza Sirri ew bû ku her kes aştiyê bibîne. Bila soza me be; em ê ji bo vê armanca wî tişta ji dest tê bikin. Divê dewlet tavilê gavan biavêje û pêvajo bigihije armanca xwe. Ji ber ku Sirri Sureyya Onder ji bo ev roj bên jiyîn têkoşiya. Em ê tu caran wê keda wî ya pîroz jinedîtî ve neyên û ji bo cîbicîkirina xeyalên wî têbikoşin.”
Dengbêje Mukaddes jî ev tişt anî ziman: “Em minetdarên têkoşîn û keda Sirri ne. Dê aştî bê vî welatî û wê rojê em ê biçin ser gora wî û mineta xwe jê re bibêjin û jê re bibêjin ku aştî hatiye vî welatî.”