NAVENDA NÛÇEYAN - Rageşiya di navbera Hindistan û Pakistanê de veguherî pevçûnan. Di êrişên her du aliyan de 3 balafir hatin xistin û bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da.
Artêşa Hindistanê ragihand ku Pakistanê agirbest binpê kiriye û top avêtine herêmên Bhimber Gali û Poonch-Rajauri yên Keşmîrê. Hat diyarkirin ku bi rengekî “guncav û bi pîvan” bersiva êrişan hatiye dayîn.
Di dema şer de herî kêm 3 balafirên şer ên ayîdê Hêzên Hewayî yên Hindistanê ketin. Çavkaniyên ewlekariyê ragihandin ku enkazê du balafiran li Keşmîrê ya di bin kontrola Hindistanê de, ya din jî li eyaleta Pencap e. Der barê rewşa pîlotan hîn tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.
Piştî êrişa bombeyî ya ku di 22’yê Nîsanê de li ser herêma Keşmîr a Hindistanê hate kirin, di navbera her du welatan de rageşî zêde bû. Hindistanê jî bi fuzeyan êrişî “binesaziyên terorîst” ên li ser xaka Pakistanê kir. Artêşa Pakistanê jî bersiva êrişan da.
Berdevkê Artêşa Pakistanê Korgeneral Ahmed Chaudhry ragihand ku di êrîşên hewayî yên Hindistanê yên li ser noqteyên cuda de herî kêm 26 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 46 kes jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku windahiya herî giran li mizgefteke li bajarê Bahawalpur ê eyaleta Pencap qewimî ku di êrişê de yek jê zarok bi giştî 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.