STENBOL - Di danişîna ewil da doza rojnameger Ahmet Guneş de ji bo were zanîn ka tu kesan der heqê Guneş de îfade dane yan na, biryar hat dayin ku ji emniyetê re muzekkere bê nivîsandin.
Danişîna ewil a doza rojnameger Ahmet Guneş ku ji ber bernameyên pêşkeş dike bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Guneş û parêzera wî Meltem Ozel tev li danişînê bûn.
‘ARMANCA MIN EW E KU KARÊ XWE BIKIM’
Rojnameger Guneş îdiayên der heqê xwe de red kir û got: “Ez di rojnameya Yenî Yaşamê de dixebitim. Ji bo Medya Haberê bernameyan çêdikim. Gelek platform nivîsên min bi kar tînin. Armanca min ew e ku karê xwe yê rojnamegeriyê bikim. Tu sûc nehatine kirin.”
Parêzer Meltem Ozel jî got ku miwekîlê wê ji ber pîşeya xwe tê darizandin. Dadgehê, ji bo were zanîn ka tu kesan der heqê Guneş de îfade dane yan na, biryar da ku ji midûriyeta emniyetê re muzekkera were nivîsandin.
Danişîna dozê taloqî 11’ê Îlonê hate kirin.