* Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan diyar kir ku tevî pêvajoya heyî jî tecrîda li ser Abdullah Ocalan didome û got: “Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin û mafê hêviyê bê cîbicîkirin.”
* Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbahar diyar kir ku divê rêveberiyên herêmî û rewşenbîr di mijara zindîkirina Kurdî de wêrektir bin û got: “Heke aştiyek bê vî welatî, ji ewil divê bi Kurdî re bê kirin.”
* Delegasyona jinan a ku di Înîsiyatîfa Yekitiyê ya li Amedê hatibû ragihandin de cih digire, diyar kir ku dê înîsiyatîfa wan têkildarî pêvajoyê û statuya gelê Kurd sûdewer be.
* Koordînatora Hiqûqê ya Tirkiyeyê ya UCÎM’ê Candan Tekîn ku doza duyemîn a têkildarî cînayeta Narîn Guranê dişopîne, diyar kir ku her 15 bersûc jî îfadeyên nakok didin û got: “Soza bêdengiyê didome.”
* Hasan Aşa yek ji girtiyên nexweşiya wan giran e. Tehliyeya Aşa hem bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hem jî bi dozên li pey hev der heqê wî de tên vekirin her tim tên taloqkirin.
* Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan diyar kir ku banga Abdullah Ocalan li dijî şerê li Rojhilata Navîn, hêviyek e.
* Şîna Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder a li Semsûrê dê di roja 3’yemîn de bidome. (10.00-17.00)
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê dê li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya li Baroya Rihayê komxebata ziman li dar bixe. (10.00-17.00)
* Înîsiyatîfa Yekitiyê ku duh li Amedê hate ragihandin, dê bi beşdariya Hevserokên Giştî yên DBP’ê û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, li Navenda Kongreyan a Çand Amedê deklarasyona xwe ragihîne. (11.00) ZINDÎ