WAN - Welatiyên Wanê diyar kirin ku ew li bendê ne ku dewlet gavan biavêje û gotin: “PKK’ê bi berdena çekan berpirsyartiya xwe bicih anî. Dora dewletê ye. Dive dewlet mafên Kurdan bide.”
Welatiyên Wanê têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê û pêvajoya heyî ji ajansa me re axivîn. Welatiyên me nêrîna wan jê pirsî, dibêjin ku divê dewlet ji bo çareseriyê gavan biavêje.
AZADIYA GIRTIYAN
Mehmet Dînç diyar kir ku divê dewlet gavên jidil û pêwîst biavêje û got: “Divê girtiyên siyasî bên berdan. Ji bo aştiyê bi rastî jî divê hin tiştan bikin. Bila me nexapînin û gavên pêwîst biavêjin.”
‘DIVÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEYÊ’
Sîbel Sarigol jî got ew şer naxwazin û ev tişt anî ziman: “Dewletê hêj tu gavên şênber neavêtiye. Em bi guman in. Em li bendê ne dewlet gavên pêwîst biavêje. Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û hebûna Kurdan nas bikin. Divê sozên xwe bicih bînin û ji bo aştiyê zemînê ava bikin. Tekane daxwaza me aştî ye.”
Rojhat Temel jî anî ziman ku divê hemû gel di mercên wekhev de bijîn û wiha domand: “Em Kurd in lê jiyana mîna Tirkan li me ferz kirin. Ji ziman heta çand û cilûbergan, her tiştê me kirin Tirk. Em dixwazin êdî bi çanda xwe bijîn. Divê dewlet gavên zelal biavêje. Heke aştî ji bo her kesî be, em jî dê piştgiriyê bidin. Em naxwazin êdî weke dijminan bijîn. Heke ez îro ji ber navê xwe nebaş bêm dîtin, ev ne tiştekî însanî ye. Me her tim aştî û wekhevî xwest. Divê lez bidin pêvajoyê û gavên pêwîst biavêjin.”
Nahîde Erdem jî got ku daxwaza wan aramî ye û wiha dom kir: “Divê tavilê aştî bê û dewlet gavan biavêje. Kesên bi sala ye girtîne hene. Heke mercên aştiyê ava bikin dê girtiyên me bên berdan. Divê dewlet guh bide daxwazên Kurdan. Çek hatin danîn û êdî dora gavavêtinê ya dewletê ye.”
‘SOZÊN XWE BICIH NE ANÎN’
Idrîs Çîftçî jî bi lêv kir ku divê dewlet sozên xwe yên ji bo aştî û azadiyê bicih bîne û zemîna aştiyeke mayinde ava bike. Çîftçî, got: “Daxwaza me aştiyeke mayinde ye. Di şerê 50 salan de canê gelek kesan êşiya. Bila êdî ev nebin. Divê dewlet gavên pêwîst biavêje. Dibêjin çareserî lê me hêj çareserî nedîtiye. PKK’ê berpirsyartiya xwe bicih anî û çek danî. Dora dewletê ye. Divê dewlet êdî mafên Kurdan bide.”
‘EM DIXWAZIN DEWLET GAVAN BIAVÊJE’
Zahîr Yalçin jî got ku bi sala ye dewlet zilm û komkujiya li Kurdan dike û got: “Em ji malên me derxistin û kuştin. Bila êdî dayik negirîn. Bila kesek nemire. Em aştiyê diparêzin. Ya girîng, gavên dewletê ne. Nikarin miletekê li her dera cîhanê belav bûye tune bihesibînin. Em aştî û aramiyê dixwazin.”
‘BANGÊ HEVÎ DA ME’
Zuleyha Kaya jî got ku “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” hêvî daye wan û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin êdî kesek nemire û bi aramî bi hev re bijîn. Bila sozên xwe yên ji bo aştiyê bicih bînin û zemîna wê ava bikin. Kurdan gav avêt, dora dewletê ye. Heke dewlet gavan biavêje dê aştî çêbibe.”
‘DIVE JI PÊVAJOYÊ RE BIBIN BERSIV’
Necatî Endakçi jî got ku heke dewlet gavên pêwîst biavêje dê pêvajo bi ser keve û axaftina xwe wiha qedand: “Em bi hêvî ne. Heta niha dewletê gavekê berbiçav neavêtiye. Lê divê tavilê gavan biavêje û pirsên têkildarî pêvajoyê bibersivîne.”
MA / Ozlem Yacan