* Welatiyên Cizîrî kongreya PKK’ê nirxandin û gotin: “Divê dewlet vê firsendê ji dest nede. PKK’ê tişta diket ser milê xwe bicih anî, niha dora dewletê ye.”
* Endamê Hewldana 78’iyan a Dîlokê Muslum Erîklî diyar kir ku ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Riza Altûn yek ji wan kesan e yên tovê ewil ê têkoşîna azadiyê ya Kurd li Dîlokê reşandî û got: “Kedeke pir mezin a hevalê Riza hebû.”
* Siyasetmedaran diyar kirin ku ew ê têkoşîna ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bidomînin û pêvajoya weke guherîn û vguherîn pênase dikin, berpirsyartiyê dixe ser milê hemû civakê.
* Di dosyaya îşkenceyê de ku weke “îşkenxeya Xelfetiyê” di bîra her kesî de cih girtiye, bû 5 sal ku dîmen hêj nehatine lêkolînkirin.
* Li girtîgehên Antalya, Burdur û Mêrsînê 80 girtiyên nexweş tên ragirtin. Ji rêveberên ÎHD’ê parêzer Muammer Derînce diyar kir ku astengkirina tehliyeya girtiyan a ji ber sedemên siyasî “îdama fiîlî” ye û xwest hemû girtiyên nexweş bên berdan.
* Ferhat Yildiz ku dayika wî Hatîce Yildiz ji ber pere ji keça xwe ya girtî re şandibû hate girtin, diyar kir ku pirsgirêkên tendurisityê yên dayika wî her ku diçe xerabtir dibe û banga berdana girtiyên nexweş kir.
* Şaxa ÎHD’a Amedê dê 18’emîn Lijneya Giştî ya Asayî li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê li dar bixe. (10.00)
* Îbrahîm Kaypakkaya dê li Dêrsim, Stenbol û Îzmîrê bê bibîranîn. (13.00)
* Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn dê li Amed û Stenbolê bên bibîranîn. (15.00-19.00) ZINDÎ