STENBOL - Kurdên li Japonyayê dijîn di hedefa komên nîjadperest de ne. Sekreterê Giştî yê Komeleya Çanda Kurd a Japonyayê Vakkas Çolak ragihand ku di nava kesên dij koçber de kesên bi nêzîkbûna wek alîgirên Partiya Zaferê jî hene.
Kurdên ku di demên cuda de neçar man koçî Japonyayê bikin, di demên dawî de dibin hedefa komên nîjadperest. Komên nîjadperest bi taybetî bi rêya medya farazî bi dijberiya koçberan re malbatên Kurd hedef digirin. Di parvekirinan de gelek caran wêneyên hin malbatan û zarokên wan cih digirin. Tê zanîn ku gelek hesabên ku van parvekirinan parve dikin, wêneyên profîla wêneyên ku bi Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Ûmît Ozdag û rayedarên partiyê re hatine kişandin hene.
Sekreterê Giştî ya Komeleya Çanda Kurd a Japonyayê Vakkas Çolak têkildarî mijarê wiha axivî: "Li Japonyayê li dijî Kurdan û koçberan propaganda nîjadperestî tê meşandin." Çolak da zanîn ku Kurdên neçarî koçberiyê tên hiştin serlêdana penaberiyê dikin û ji ber vê yekê dibin hedef û wiha got: ""Komên zêde mûxafazakar û nîjadperest ên Japon hem li dijî hikûmetê hem jî li dijî mûxalîfan hewl didin xeteke siyasî biafirînin. Ev rewş, weke şêweyekî dijberiya li polîtîkayên li dijî koçberan ên di dema Şînzo Abe (serokwezîrê berê) de tê nîşandan. Di hedefa vê polîtîkayê de Kurd cih digirin."
ROLA PARTIYA ZAFERÊ
Çolak anî ziman ku Japonya wê di nava 5 salan de 820 hezar koçberên qebûl bike û komên rastgir hewl didin 'îmaja koçberên bê kalîfiye' biafirînin û wiha got: "Ji bo bigihêjin armanca xwe Kurdan wek hincet nîşan didin. Gotin 'Pirsgirêka Kawagûçî Kurd' pêş xistine û hin organên çapemeniyê jî tevlî bûne. Her wiha îstîxbarata Tirk bi stratejiyeke dij-Kurd dest li vê pêvajoyê bûye. Kurd bi salan e li Japonyayê di nava aştiyê de dijîn, piştî Şoreşa Rojava sempatiyeke mezin bi dest xistin û di parlamentoya Japonyayê de koma dostaniyê ya ji bo Kurdistanê hat avakirin. Di rastiyê de ajansa ewlekariyê ya Japon PKK ji lîsteya xwe ya terorê derxist. Ji bo vê rewşê berevajî bikin komên nîjadperest û nemaze jî endamên Partiya Zaferê hewl didin dijberiya Kurdan zêdetir bikin."
ist-31-05-2025-japonyada-kurtlere-irkcilik-vakkas-colak-rop-detay
Çolak bal kişand ku balyozê Tokyoyê yê berê Korkût Gungen jî di êrîşan de rol lîstiye û wiha got: "Birêz Gungen bi hevpeyvînên xwe yên ku dane hin organên medyayê yên li Japonyayê yên rastgiriya tund re, dijberiya Kurdan dike. Mîna ku benzîn li ser êgir rijandiye, rol lîstiye."
HEWLDANÊN DIJ-KURD
Çolak, ji bo parvekirinên nîjadperest ên li medya farazî wiha got: "Parvekirinên li medya civakî tên kirin ji aliyê hin kesan ve tên komkirin û piştre ev naverok bi armanca dij-Kurd tên bikaranîn. Em jî li dijî vê lêkolînên cur bi cur dimeşînin. Hem bi awayekî şexsî hem jî bi awayekî sazûmanî me doz vekir. Pêvajoyên dadgehê yên ku ev salek e berdewam dikin berdewam dikin. Em hêvîdar in ku ev pêvajo bêyî zerarê bide dostaniya navbera Japonya û Kurdan, bi encam bibe. Ev gotinên nefretê yên ji aliyê kesên nasname nediyar ve tên belavkirin, divê zerarê nede têkiliyên dualî yan jî îtibara navneteweyî."
SÎXURTIYA DILDARÎ
Çolak têkildarî êrîşên nîjadperest ên li hemberî Kurdên koçber wiha axivî: "Nîjadperest jî hene ku bi rêya hin hesabên sexte yên medya civakî bi ferdên Kurd re 'dostaniyê' datînin û wêneyên malbata xwe parve dikin. Hê bi talûketir jî tê zanîn ku hin kesên ku li Enqere, Stenbol an jî Antalyayê bi rayedarên darazê re têkiliyê datînin bi gotina 'Ez dikarim der barê Kurdên Japonya de agahiyan bidim we, pereyan bidin min' xebatên sîxurtiyê pêk tînin."
Çolak, da zanîn ku geşedanên li vir dê bandorê li pêvajoya ku piştî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dest pê kiriye jî bike û wiha berdewam kir: "Em ji vir ji bo piştgiriyê bidin daxwaza aştiyê ya gelê Kurd çi ji destê me tê em dikin. Eger ev pêvajo bi ser bikeve, gotinên nîjadperest a li Japonyayê jî wê bêbandor bibe. Di pêvajoya çareseriyê ya beriya niha de Japonyayê bi awayekî vekirî desteka xwe nîşan dabû û hevdîtinên di navbera Birêz Ocalan û Tirkiyeyê de hatibûn kirin bi erênî pêşwazî kiribû. Niha jî em hêvî dikin ku heman nêzîkatî erênî bidome."
MA / Omer Îbrahîmoglu