AMED - Hevseroka DEM Partiyê di çalakiya xizmên windayan de axivî û got, "Divê ev rûbirûbûna rasteqîn pêk were. Divê lêborîneke fermî ji malbat, civak û her kesên berdêl dane, bê xwestin."
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 851'emîn a çalakiya xwe de li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê kom bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên di binçavan de hatin windakirin û kesên hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari, endama Komîsyona Rêveber a Partiya Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.
Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Ercan Yilmaz bal kişand ku ev 30 sal in malbat têkoşînê didin û wiha got: "Bêyî rûbirûbûna bi paşerojê re û bêyî aşkerekirina aqûbeta windayan aştiyeke mayînde û bi rûmet ne pêkan e."
Beycan Taşkiran jî wiha got: "Aştiya bi rûmet bi rûbirûbûnê dibe. Bê edaletî, bê azadî aştî nabe. Ev têkoşîn têkoşîna me hemûyan e."
HATÎMOGULLARI: DIVÊ LÊBORÎNÊ BIXWAZIN
Piştre Hevseroka giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari axivî û diyar kir ku ew deyndarê keda windayan in û wiha axivî: “Li vî welatî kesen ku aştî, çareserkirina pirsgirêka Kurd dixwestin gelek bedelên giran dan. Wan kesan li pişt xwe çîrokên xwe hiştin. Dîroka keda wan di dîroka me de dijî. Îro em siyaseta Tirkiyeyê hatibûn astê kesen ku wêneyên wan li vir, kesen ku di girtigêhan de berxwedana em li vir in. Banga birêz Abdullah Ocalan hêviya aştiyê geş kir. Em soz didin ku berxwedana wa em ê bilind bikin. Em îro behsa aştiyê dikin dîve faîlên wan kesan bên dîtin ku aştî mimkûn bibe. Ez kesên ku çîqas êş kişandiye jî gotina aştiyê her dem anîne ziman li ber têkoşîna wan bejna xwe ditewînim. Em careke din dibêjin divê hemû winda bên dîtin û dozên nehatine çareserkirin bên aşkerakirin. Divê ev rûbirûbûna rasteqîn pêk were. Divê lêborîneke fermî ji malbat, civak û her kesên berdêl dane, bê xwestin. Girîng e ev yek di belgeyên dewletê de bê qeydkirin. Tenê bi vî awayî dibe ku ev êş hinekî jî sivik bibin. Ancax bi vî rengî dikare rûpeleke rasteqîn a aştiyê vebe.”
SERPÊHATIYA HASAN OCAK
Piştre Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'a Amedê Firat Akdenîz serpêhatiya windakirina Hasan Ocak xwend û wiha got: “Di 21ê Adara 1995an de Hasan Ocak hat binçavkirin. Li Stebolê birin avahiya TEMê. Li vir koma TIM-3 a ku Bayram Kartal ser ve rastî bi îşkencê hat. Di binçavan de hin kesan Hasan Ocak dîtin. Lê berpirsiyaran gotin Hasan Ocak nehatiye binçavkirin. Lêgerina malbat û ÎHDê piştî 15ê Gulanê li Stenbolê di goristana bêkesan de Hasan Ocak hat dîtin. Di bedana vî de şopa îşkenceye hat dîtin. Malbata Ocak serî dadgehê da û xwest TIM-3 werê darizandin lê tu lêpirsin nehat çêkirin. Dayîka Hasan Ocak Emîne Ocak serî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) da dadgeh di 15ê Tirmeha 2004an de biryar da û dewleta Tirk hikmî tazmînatê kir.
Paşê ji bo Hasan Ocak û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.